Însan mexlûqekî pir çavnebar, dirinde, bêmerhemet û bêûjdan e.
Ew wisa bawer dike ku ev cîhan ya wî tenê ye, ji bo wî tenê xuliqî ye.
Bêyî wî mafê jiyana tu benderuhekî din, tu teyr û lawirekî din, ne li ruyê erdê, ne di binê erdê da û ne jî di deryayê da tuneye.
Cîhan jî, asîman jî û hemû heywan û teyr û tû jî wî ne. Ew çawa bixwaze ewê danûtendineke, miameleyeke wisa bi wan ra bike.
Pîs bike, gemarî bike, bikuje, talan bike, qir bike, bi kinî her barbariyê mafê xwe dibîne.
Lema jî bi bêînsafiyeke mezin teyr û tuyan, lawiran, biçûk mezin, di deryayê da li ser ruyê erdê ya jî di binê erdê da, çi bi ber keve, kanibe çi bikuje, bi çavnebarî bêînsafiyeke pir mezin dikuje, qir dike.
Zêdeyî xwe dikuje, genî dike, naxwe, davêje.
Ji ber ku însan e, heta tu bibêjî bêûjdan e…
Ji bo goştê wan çi bi ber keve, ji gêrikan bigre heta bi gamasî, mişk û maran, fîlan, şêr û pilingan dikuje.
Dikuje û dikuje.
Dixwe û dixwe.
Tu carî çavê wî têr nabe, tim birçi ye.
Ji bo postê wan dikuje,
ji bo quloçê wan dikuje,
ji bo diranên wan dikuje,
ji bo hestiyên wan dikuje.
Dikuje û dikuje, heta sirf ji bo kêfê dikjuje.
Bi kuştina wan mêranî û hakîmiyeta xwe nîşan dide.
Dibêje ev cîhan ya min bi tenê ye, ne ya min û we ye.
Hûn li vê dinyayê hene ji bo ku ez we bixwim,
ji bo ku li we siwar bim,
ji bo ku karê xwe bi we bikim,
ji bo ku kêfa xwe bi we biqetînim,
ji bo ku zulmê li we bikim.
Çimkî ez însan im, ez xurt im.
Yanî mafê jiyana we di destê min da ye,
girêdayî zewq û fermana min e.
Ez bixwazim we qir bikim, ezê bikim.
Ev mafê min e.
Ez bixwazim zulm û îşkenceya herî mezin,
herî dûrî aqilan li we bikim,
ezê bikim.
Ev mafê min e, çimkî ez însan im.
Ez tu qanûnan nas nakim.
Qanûn, ûjdan, merhamet girêdayî kanîna min e,
ez çiqasî bi we kanibim ezê hewqasî we bikujim
û hewqasî zulmê li we bikim.
Ji ber ku ez însan im,
heywanê herî tahlûke, herî zalim, herî bêmerhemet
û herî bêûjdan im.
Ez însan im,
yê ava dike jî ez im,
yê wêran dike jî ez im….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar