Rojnameya Yenî Şafakê îro li ser îdama Seyid Riza û berî
îdamê hevdîtina Seyid Riza û Musta Kemal belgeyeke heta nuha kesî nizanîbû
belav kir.
Belge, rapora MITê yanî teşkîlata îstîxbarata wê demê ye. Li gorî vê raporê, Musta Kemal berî îdamê bi demeke kin li Xarpêtê li îstasyona trênê di vagonekê da bi Seyid Riza ra dipeyive, ji Seyid Riza ra dibêje ewê nuha te îdam bikin, lê heger ”tu bibêjî ez poşman im û ji min efûya xwe bixwazî ezê te efû bikim.”
Seyid Riza jî vê daxwaza Musta Kemal bi mêraniyeke mezin red dike û dibêje, ”ez ne poşman im û min tu tiştekî ku ji te efuya xwe bixwazim nekiriye.”
Li ser vê, Ataturk diqehere, radibe ser xwe û dibêje bibin, bidarda kin. Berî derketina ji vagonê, Seyid Riza vedigere ser Ataturk û jê ra dibêje:
”Min hîleyên we fêm nekir, bi wan ra dernekitm serî, loa jî ji bo hevdîtinê hatim. Diçim mirinê, bira ev ji min ra bibe derd. Lê belê min jî li hemberî we hustuyê xwe xwar nekir, bira ev jî ji we ra bibe derd !”
Û dibin qada îdamê, 6 kesên din berê îdam kirine. Ji bo ku kursiyên bin nigên wan bikşînin zarokekî qereçî anîne, Seyid Riza lawikê qereçî bi destê xwe tahm dide. Hildikişe ser kursiyê û bi dengekî gurr dibêje” Em ewladê kerbelayê ne, eyb e, zulm e, cînayet e” û ben dike husuyê xwe û nigê xwe li kursiyê dixe…
Roja 15ê mijdarê(15/11) termên wan ji bo temaşeyê li wir dihêlin û di 16ê mehê da jî li nava bajarê Xarpêtê digerînin, nîşanî kurdan didin.
Piştî îdaman her heft kesan jî dişewitînin û ariya wan dixin çewalekî û dibin li derekê vedişirên. Navê cî û xerîte di raporê da heye. Û derbarê şewitandinê û cî da jî da zebtekê digrin.
Îhsan Sabrî Çaglayan bi walî û berpirsiyarên din ra civînekê çê dike û dibêje îdama Seyid Riza ewê li der û hundur olan bide, loma jî dibê em nebêjin Ataturk li vir bûye, haya serokkomar jê hebûye.
Di rapo ê da meriv durrûtiya Îhsan Sabrî Çaglayan jî dibîne. Çi ber ku di bîranînên xwe da rastî negotiye, mesele şêlû kiriye.
Û bi vî hawî derewa haya Ataturk ji îdma Seyid Riza tuneye belav kirin, kirin dîrokeke derawan.

Loma jî heta nuha tirkan ev derewa difrotin me û digotin
Seyid Riza berî çûna Ataturk hat îdamkirin, heger Ataturk berî îdamê bigihîşta
wir ewê îdam rawestanda.
Ev belgeya resmî ya dewletê bi tarîx û şahid nîşan dide ku çîroka haya Ataturk jê tunebûye vireke mezin e.
Di vê belgeyê da dîsa meriv dibîne ku li Dêrsimê serîhildan jî tu nebûye, ew jî dereweke tirkan e. Dewletê ji Seyid Riza çi xwestiyê kiriye, sîlehên xwe teslîm kirine, hin kesên dewletê xwestine teslîm kirine, lê dîsa jî dev ji qirkirinê bernedane.
Ji xwe Seyid Riza ji Ataturk ra dibêje, ji we çi got me kir, lê dîsa jî pere nekir, ji ber ku ji serî da nêta we xerab bû, plana we ev bû. Min ev yek nedît.
Gava meriv vê belgeyê dixwîne li alîyekî wek kurd serê meriv li hemberî mêraniya Seyid Riza bilind dibe û li aliyê din jî meriv dibîne ku ev dewlet çiqasî bêbext, rezîl, alçax û pûşt e û qeleş e. Bi bêbextî, bi soza hevdîtinê Seyid Riza xistine kemînê.
Kurd û dêrsimiyên piştî xwendina vê belgeyê jî dev ji kemalîstan bernedin, hîn jî pesnê Ataturk bidin maneya xwe kesên pir bêxîret in.
Ez dizanim ev dewlet çi bêbext û pûşt e, lê bi dîtina vê belgê kîn û nefreta min ya li hemberî vê dewletê û kemalîstan hinekî din jî zêde bû…
Li gorî vê belgeyê ew dizanin gorra Seyid Riza li ku ye. Li ser gorrên Şêx Seîd û şehîdên Kurdistanê yên din jî miheqeq eynî rapor û xerîte hene. lê nabêjin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar