01 mars 2015

Mirovahiyê qelemeke mezin wenda kir

Îro mirovekî dilpak û gelkî hêja û nivîskarekî pir mezin ji vê cîhana derewîn xatir xwest…
Yaşar Kemal, romanciyê bi nav û deng, xwediyê gelek romanên nemir piştî jiyaneke dirêj û serbilind îro(28/2-15) di 92 saliya xwe da ji nava me, bi gotina wî ”ji baxçeyê gulan”
koç kir û çû gerdûneke din.
Dinya wiha ye, nivîskarên mezin jî dimrin, kesê ebedî bibe tuneye. Yê ebedî dibe berhem e…
Yaşar Kemal kurd bû û bi kurdbûna xwe jî tim serbilind bû. Got ”ez kurd hatim dinê, ezê kurd bimrim."
Û wisa jî bû.
Lê çi heyf ku nivîsîna bi kurdî nebû nesîbê wî. Dîrokê ev îmkan neda wî. Qederê û şansê tirkan ew kir nivîskarekî ziman û edebiyata tirkî. Ev jî bêşansiya miletê kurd e.
Lê li gel vê jî wî di hemû berhemên xwe da tim bi hezkirineke mezin, bi başî, bi zîrekî û bi qehremanî qala gelê xwe kir. Di romanên xwe kurd tim bilind kirin.
Yaşar Kemal hertim bersîva daxwaz û hêviyên kurdan neda, bi qasî wan dixwest angajeyî siyasetê nebû, ev rast e. Lê dilê wî tim bi kurdan ra bû û tim jî azadiya kurdan xwest, tim li hemberî bindestiyê û asîmîlasyona kurdan derket.
Yaşar Kemal ji însaniyetê ra gelek berhemên nemir li pey xwe hîştin. Ev yek nabe nesîbê her kesî, her nivîskarî.
Gorra wî behişt be.



XXX
Zulfî Lîvanelî tirkekî nîjadperest û neyarê kurda ye. Di serê axaftina xwe ya ser wefata Yaşar Kemal da got, ”Yaşar Kemal heta dawiya jiyana xwe ji bo perçenebûna Tirkiyê micade kir…”
Ez bawer nakim Develet Bahçelî jî di ciyekî wer da, bi gotineke wiha dest bi axaftina xwe bikira.
Yanî meriv ne nîjadperest û neyarê kurdan be li nexweşxaneyê, li kêleka xanima Yaşar Kemal, axaftina xwe bi vê gotinê dest pê nake.Û di ser da jî derew e. Erê Yaşar Kemal ne parastvanekî bi heraret yê serxwebûna Kurdistanaê bû lê wek ew dibêje tu carî li dijî kurdan, li dijî daxwaza kurdan ya azadî û serxwebûnê micadele nedaye. Ev, vireke Lîvanelî ye... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar