Ji ber ku Yaşar Kemal bi kurdî nenivîsîye hin kes wî rexne
dikin. Bi dîtina min di van rexneyan da piçekî neheqî û bêedaletî heye.
Ezê sebebê wê bi kinî îzah bikim.
Berî her tiştî dibê meriv Yaşar Kemalê ku li Edenê, li gundekî tirkan hatiye dinê, li wir mezin bûye û zimanê wî tirkî ye û kurdekî li Kurdistanê û di nava kurdan da mezin bûye û zimanê dayika wî kurdî ye wek hev nebîne.
Ev yek him ne rast e û neheqî ye.
Erê Yaşar bi eslê xwe kurd e, lê li Kurdistanê û di nava kurdan da mezin nebûye, li Edenê, li gundekî tirkan hatiye dinê. Malbata wî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da, hîn Yaşar koçî Edenê kirine û ew jî li wir hatiye dinê û di nava tirkan da û bi zimanê tirkî mezin bûye.
Belkî çend gotinên kurdî ”here, were, çawa yî baş î” fêrbûye, lê Yaşar Kemal bi kurdî nizanîbû. Û neznîn jî ne sûc e. Dibê meriv vê rastiyê ji bîr neke.
Ji bo ku meriv Yaşar Kemal ji ber ku bi kurdî nenivîsîye rexne bike, dibê meriv malbata wî, zaroktiya wî û şertên ew tê da mezin bûye jî baş bizanibe û bigre ber çavan.
Yaşar Kemal bi îradeya xwe dev ji kurdî bernedaye, şert û îmkana fêrbûnê nedîtiye.
Heger kurdî bizanîbûya û nenivîsanda ew tiştekî din e, dibê meriv ew rexne bikira. Ez bi xwe yek ji wan kesa me ku di vî warî da kurdan herî pir rexne dikim.
Lê rewşa wî ne wiha ye, ew wek tirkekî di nava tirkan da mezin bûye, dû ra, di 30-40î saliya xwe da bi kurdayetiya xwe hesiya ye. Ew jî ne tam. Kurdayetî û înteresa wî ya mesela kurd di salên 1990î da dest pê kir.
Jixwe Yaşar Kemal piştî ku diçe Stenbolê û rastî Musa Anter û hin kurdan tê bi kurdiya xwe dihese.
Merivekî di nabêna 1923-1950î da li Edenê mezin bibe, li wir bixwîne ew nikane wek kurdekî li Kurdistanê bifikire, bîr bibe û his bike.
Ji xwe heta salên 1960-70î kesên li Kurdistanê diwêrîbû bibêje ez kurd im çend kes bûn.
Loma jî dibê meriv hawirdor û dema zaroktiya Yaşar Kemal û şertên wan salan bifikire.
Sêwiyekî kurd li Edenê, li gundekî tirkan nikane wek kurdekî mezin bibe, nikane kurdî fêr bibe, nikane bibe nivîskarekî kurd. Xwstina tiştekî wiha ji YaşarKemal anakronîzm e.
Belkî diya wî jî piştî demekê pê ra bi kurdî nepeyivî ye. Em viya jî baş nizanin. Lê tiştê em dizanin Yaşar Kemal bi kurdî nizanîbû.
Ha meriv dikane bibêje çima dû ra kurdî fêr nebû?
Ev jî pirseke din e.
Carê ev yek ji bo herkesî ne mimkûn e, bixwaze jî ne mimkûn e. Li dinyayê çend numûne hene, di temê xwe yê mezin da zimanekî nuh fêr bûne û pê nivîsîne. Lê ne pir in, çend kes in.
Hin kes zimanan zû fêr dibin, lê hin kes jî nikanin fêr bibin. Ev yek tenê ne girêdayî daxwazê ye.
Û tiştê em qal dikin jî ne zimanekî ”tu çawa yî, baş î” ye, em qala zimanê edebiyatê dikin.
Yaşar Kemal ne kurdê yekem e ku ji ber cî û şertên di nav da mezin bûye kurdî nizanîbûye û bi zimanekî din nivîsî ye. Yên wek wî pir in.
Mesela li hin welatên ereban, li Ewrûpayê jî bi sedan, bi hezaran kurdên bi nav û deng hebûn û hene bi kurdî nizanin û ji ziman û kultura miletên din ra xizmet kirine û hîn jî dikin…
Lê ev ne sûcê wan e, dîrokê, tesadufan malbatên wan, ew avêtine wan deran û şertan ew ji ziman û kultura kurdî bêpar hîştine. Ji mecbûrî ji ziman û edebiyata miletekî din ra xizmet kirine.
Lê em nikanin bi çavên kurdên kurdîzan û li van kurdên dîasporayê binêrin û wek kurdên Kurdistanê û kurdîzan wan rexne bikin.
Kurdên dîasporayê kategoriyeke cihê ye û dibê meriv bi çavê kurdên Kurdistanê li wan nenêre. Helbet di nava wan da hin îstîsna hene, lê ew îstîsna ne.
Zinarê Xamo Kekê Tosin, Yaşar Kemal kurd e, lê nivîskarekî tirk e. Ji ber ku bi tirkî nivîsî ye. Meriv bi kîjan zimanî binivîse meriv nivîskarê wî zimanî û wê edebiaytê ye. Di nivîsa xwe da jî min negotiye Yaşar Kemal nivîskarekî kurd e.
Îcar mesela fikrên wî, dîtinên wî li ser mesela kurd ew meseleyeke din e. Hin kes nivîskariya wî û dîtinên wî tevlihev dikin.
Min di nivîsa xwe ya ^li ser mirina wî da wiha gotiye:
"Yaşar Kemal kurd bû û bi kurdbûna xwe jî tim serbilind bû. Got ”ez kurd hatim dinê, ezê kurd bimrim." Û wisa jî bû. Lê çi heyf ku nivîsîna bi kurdî nebû nesîbê wî. Dîrokê ev îmkan neda wî. Qederê û şansê tirkan ew kir nivîskarekî ziman û edebiyata tirkî. Ev jî bêşansiya miletê kurd e...."

Helim
Yusiv Mamoste vê nivîsa te "fitû"ya hin meleyên misilman anî
bîra min. Du têbîniyên min li ser vê nivîsa te hene. Yek jê rexnekirina
nivîskarekî nayê wateya sûcdarkirina wî. Ya din, ji bo her kesê ku bi kurdî
naaxive û nanivîsîne behane û hicet hene. Kêm kes hene ku bi kêfa dilê xwe
dev ji zimanê dayika xwe berdidin û dibin evîndarê zimanên xelkê. Wê gavê, mafê
te tune ye tu ji ti kesekî kurd bixwaze ku bi kurdî binîvisînî, ji ber ku ji bo
ku şertên hînbûna kurdî li ti deverê tune ne.
Zinarê
Xamo Helîm, birayê ezîz, tu jî
dizanî tu kesî bi qasî min kurdên bi tirkî dinivîsin rexne nekiriye û nake.
Ez qala kurdên li Kurdistanê dijîn, kurdên bi kurdî dizanin nakim. Ez qala kesên li dîasporayê hatine dinê û zimanê dayika wan ne kurdî ye dikim. Li derî walatê xwe hatine dinê, li wir mezin bûne û bi kurdî nizanin.
Yaşar Kemal ne li Kurdistanê, li Tiriyê, gundekî tirka û di nava tirkan da hatiye dinê û li wir wek tirkekî mezin bûye. Yanî ji ber şertên mewcûd bi kurdî nizane. Kînga bi kurdayetiya xwe hesiya ye em wê jî baş nizanin.
Dû ra dikanîbû hewil bida fêr biba, lê ew jî ne rehet e, girêdayî hin tiştan e, herkes nikane piştî 40-50 saliya xwe zimanekî nuh baş fêr bibe.
Û ya din jî dema Yaşar Kemal ne nuha ye, 1920 e. Dibê meriv demê û şertan jî bigre ber çavan.
Yanî bi kurtî rewşa Yaşar Kemal hinekî taybet e….

Muradov
Hamlet Eger em behsa nivîskarîya Yaşar Kemal bikin, wê demê em dikarin
bêjin, ku ew nivîskarê tirkan e, malê gelê tirk e û tu eleqê wî bi kurdan ra
tune. Eger em behsa zimanê Yaşar Kemal bikin, em dikarin bêjin, ku ewî zimanê
tirkî pêş xistîye, zimanê dayka xwe nizanibû û di wî alî da jî tu eleqê wî bi
kurdan ra tune. Eger em behsa berhemên wî bikin ka di wan da çiqas behsa kurdan
kirîye, em dikarin bêjin ku gelek nivîskarên ermenî û yên miletên din ji wî
gelek zêdetir di berhemên xwe da bi başî behsa kurdan kirine. Eger hûn dixwezin
ji Yaşar Kemal ra bahaneyekê bibînin, ku li dervayî welatê xwe maye û kurdî
nizane, ew jî ne tu bahane ye, ji ber ku ez jî, bavê min jî, kalikê min jî
zêdeyî 180 salan e dervayî welatê xwe jîyane û li warê em jîyane ji Edenê
zêdetir kurd lê tunene, lê hemû nivîsên me, zimanê me her bi kurdî bûne. Yaşar
Kemal li Diyarbekirê jî bima wê eynî tişt bûya. Di tirkîaxivîna diyarbekirîyan
û edenîyan da ferqek mezin nabînim. Bi bawerîya min, ji bo kurdan
kurdînezanebûn, kurdîneaxivîn sûc e û sûcekî giran e. Em dikarin Yaşar Kemal
hiz bikin wek nivîskarekî mezin, wek ku em ji gelek nivîskarên biyanî hiz
dikin. Bira rehme li wan hemûyan be û Yaşar Kemal be jî.
Zinarê
Xamo Birayê Muradov, tu li dijî kîjan gotina min e baştir e tu wiya
rexne bike ji bo ku em li ser wê sohbet bikin.
Min negotiye Yaşar Kemal nivîskarekî kurd e û ji ziman û edebiyata kurdan ra xizmet kiriye. Min gotiye wî ji edebiyat û zimanê tirkî ra xizmet kiriye û ev jî şansekî tirkan û bêşansiyeke kurda ye.
Rewşa we kurdên Kafkasan ne wek ya Yaşar Kemal e. Heger dê bû bavê te jî bi tenê li gundekî rûs, tirkmen û azerî bûya û tu wek kurdekî mezin nekirana, te yê jî bi kurdî nizanîbûya. Û ev jî ewê ne sûcê te bûya.
Ji bo axaftina li ser Yaşar Kemal dibê meriv jiyana wî bizanibe, şertên têda mezin bûye bizane.
Lê li gel vê jî meriv dikane bibêje çima dema xwe nas kir kurdî fêr nebû? Ew jî minaqaşeyeke din e. Di nivîsa xwe da min qala wê jî kiriye.
Erê hûn kurdên Kafkasan ne li Kurdistanê bûn, lê hûn dîsa jî li ser hev bûn, gundên we hebûn, miletên hûn di nav da hebûna we qebûl dikir. Dewletê statuyek dabû we. Lê piştî belavbûna Sovyetê û koçberiya we, zorokên we, neviyên we jî ewê têkevin rewşa Yaşar Kemal.
Mesele kurdên Konayyê, yên Anadolê jî ji ber ku wek we li ser hev bûn, ji ber ku gundên wan hebûn wek we. Yanî mesele ji şertan jî rolekele mezin dilîze. Hertişt ne ji ber pîsî û bêxîretiya însên e, rola faktorên din jî hene....

Tosinê
Reşîd Ez bi xwe Yaşar Kemal rexne nakim, ji ber ku kurdî ne nivîsîye.
Dewran usan bû. Lê ez wan kesan rexne dikim, yen ku dibêjin “Nivîskarê kurd,
Yaşar Kemal”.
Zinarê Xamo Kekê Tosin, Yaşar Kemal kurd e, lê nivîskarekî tirk e. Ji ber ku bi tirkî nivîsî ye. Meriv bi kîjan zimanî binivîse meriv nivîskarê wî zimanî û wê edebiaytê ye. Di nivîsa xwe da jî min negotiye Yaşar Kemal nivîskarekî kurd e.
Îcar mesela fikrên wî, dîtinên wî li ser mesela kurd ew meseleyeke din e. Hin kes nivîskariya wî û dîtinên wî tevlihev dikin.
Min di nivîsa xwe ya ^li ser mirina wî da wiha gotiye:
"Yaşar Kemal kurd bû û bi kurdbûna xwe jî tim serbilind bû. Got ”ez kurd hatim dinê, ezê kurd bimrim." Û wisa jî bû. Lê çi heyf ku nivîsîna bi kurdî nebû nesîbê wî. Dîrokê ev îmkan neda wî. Qederê û şansê tirkan ew kir nivîskarekî ziman û edebiyata tirkî. Ev jî bêşansiya miletê kurd e...."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar