17 december 2014

Yaho ev dil jî qet pîr nabe...


Yaho bi rastî jî dil cara kal nabe. Ne guh dide pişta qulûzî û ne jî por û riya spî, wek xortekî 20 salî tim dilbijok û çavbirçî ye. Yanî pir bêar e...
Xwedê kir ku aqil nahêle zêde bi pêşda here û di nava xelk û alemê da xwe bike pêkenîn. Efendî eynî wek salên xortaniyê viya û wiya dixwaze, dixwaze viya û wiya bike, lê ez guh nadimê û jê ra dibêjim, ”dema heliz borî ez benî…”
Carnan bêyî ku haya min ji min hebe, bêyî ku ez bizanibim ez êdî ne xort im, kalekî 64 salî me, wek xortekî li pêşeroja xwe difikirim, wek xortekî li dinyayê dinêrim, wek xortekî çiyan di ser hev ra diqulibînin, wek xoretekî hesab û kitabê xwe çêkim.
Diyar e heta ku meriv xwe kal û pîr nebîne meriv kal û pîr nabe, sal wek bedenê zor dil nabe, nikane bibe.
Lê mixabin temen(umir) jî wek evînê ye nayê veşartin. Heta ji dil tê bira xwe xort his bike, vala ye…
Ez tu carî wek kalekî li pey xwe nanêrim, ez hîn neteketime wê atmosferê. Wek xortekî hiş û aqilê min tim û tim li pêşerojê ye. Bala min, dilê min li hêviya dêtina rojên geş û xweş e. Rojekê be jî ez dixwazim Kurdistana azad bibînim, rojekê li Kurdistan azad bijîm, wê bextewariyê, wê dilşadiyê bibînim û ji xortan ra qala rojên bindestiy, rojên bêwelatiyê bikim. Ez tim dîtina tim wan rojan xeyal dikim.
Herçiqas dibêjin aqil ne di salan da, di serî da ye, lê dîsa jî ez dibêjim xwezî ev aqil 30- 40 sal berê jî bi min ra hebûya. Nuha çiqasî kêm be jî lê bi min wisa tê ku ji aqilê xortaniyê piçekî zêdetir e.
Weleh pişt qulûz, por spî û beden çilmisî be jî ruh û dil hîn xwe xort dibînin. Ez çi bikim xwe wer dibînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar