Serokê belediya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk li Stockholmê di
konferansekê da li ser qetlîama 1915a ya ermeniyan peyivîye û ji ermeniyan,
asûrî-suryaniyan li ser navê ”bav û kalên” xwe lêborîn xwestiye, gotiye hin
eşîrên kurd jî di qetlîama ermeniyan da hatin bikaranîn.
Ahmet turk ev ne cara pêşî ye ji ermenî, asurî û suryaniyan
lêborînê dixwaze. Berê jî çend caran eynî tişt dubare kiriye.
Ahmet Turk ne dîroknas e û di vî warî da tu lêkolîneke wî jî
tuneye. Lê dîsa jî wek sûcdarekî, wek neviyê qatilan bi rehetî sûcê kurdan û
bav û kalên xwe bi comerdî qebûl dike û li ser navê kurdan lêborînê dixwaze.
Ez ne li dijî uzurxwestinê me, heger hin kurdan, hin eşîran
sûc kiribin, bûbin şirîkê vê qetlîamê, ku yên bûne hene, helbet dibê eşkere bibe û were zelalkirin.
Lê ne li gorî çîrokan, dibê dîroknas bi belge û delîl vê
yekê îspat bikin. Û dibê meriv guh nede dîroknasên tirk û ermenî tenê, dibê
dîroknasên kurd jî gotina xwe bibêjin û bersîvê bidin îdîayan.
Ji ber ku di dema qetlîamê da kurd ne xwedî dewlet bûn û ne
jî artêşeke wan hebû. Kurd jî wek ermenan bindest bûn. Heger dewletê hin kurd,
hin eşîr di qetlîamê da bi kar anîne ev ne sûcê miletê kurd e, yê dewletê ye. Dewletê
ji gelek miletên din jî însan bi kar anîn. Dibê Ahmet Turk viya bizanibe.
Îttîhaçiyan biryara qetlîamê dabûn û ev yek li hin deran bi
artêşa xwe û li hin deran jî bi merivên xwe da kirin.
Loma jî wek milet di qetlîama ermeniyan da tu
berpirsiyariyeke miletê kurd tuneye, berpirsiyar Dewleta Osmanî ye.
Dewletê, Îttîhatçiyan fermana ermeniyan derxit, ne kurdan. Dewletê ew mecbûrî koçberiya mirinê kirin, ne kurdan. Dewletê ew şandin mirinê, ne kurdan.
Dibê meriv viya bibîne.
Yanî hêza biryara qetçiylîamê da dibê meriv bibîne. Di nava qatilan da çete û piyonên ji her miletî hene. Lê yê li pişt wan, yê emir daye wan dewleta tirk e.
Dewletê, Îttîhatçiyan fermana ermeniyan derxit, ne kurdan. Dewletê ew mecbûrî koçberiya mirinê kirin, ne kurdan. Dewletê ew şandin mirinê, ne kurdan.
Dibê meriv viya bibîne.
Yanî hêza biryara qetçiylîamê da dibê meriv bibîne. Di nava qatilan da çete û piyonên ji her miletî hene. Lê yê li pişt wan, yê emir daye wan dewleta tirk e.
Li alî din di dema şer û qetlîamê da bi sedhezran kurd jî
telef bûne, ji alî rûsan û ermeniyan ve hatin kustin û koçberkirin.
Ji Serhedê bi sedhezran kurd berbî başûrê Kurdistanê ve bi
çolan ketin û tî û birçî di riyan da mirin û qefilîn.
Îro li gelek bajarên Kurdistana bakur (Riha û qezayên
wê, Diyarbekir û hin bajarên din)û li başûrên Kurdistanê bi sedhezaran mahcirên
wî şerî û yên wê demê hene. Vana hemû ji ber taşnakan reviyan û bi çolan ketin.
Ji Betlîsê, Agiriyê, Mûşê û Wanê bi dehhezaran kurd ji kêfa
nehatin Diyarbekrê, Wêranşarê, Swêregê, Rihayê û bajarên din. Ew ji ber rûsan û
ermeniyan reviyan.
Yanî ne ermenî tenê, kurd jî hatin kuştin, ew jî koçberbûn.
Yanî ne ermenî tenê, kurd jî hatin kuştin, ew jî koçberbûn.
Ermenî û xelkên din yên xwe dibêjin, ji dêlî kurd jî yê xwe
bibêjin, qala mirî û zirar û ziyanên xelkê dikin, bi yek gotinê jî qala miriyên
xwe nakin.
Ma Ahmet Turk dizane di wê qetlîamê da çiqas kurd jî hatin
kuştin û koçber bûn? Çima yê kurdan jî nabêje.
Ma kurdan qet zirar nedît?
Ma kurd qet nehatin kuştin?
Dibê meriv mesela uzurxwestinê hewqasî yekalî û sivik negire.
Tirk dixwazin qetlîama wan bi plan û program kiriye têxin hustuyê kurdan. Û hin
siyasetmedarên kurd jî bi dilxwazî û pir bi hêsayî vî sûcî qebûl dikin, ew jî
dixin hustiyê kurdan.
Kurd ne berpirsiyar û sûcdarê qetlîama ermeniyan in, sûcdar
îttîhatçî û tirk in, dewleta tirk e. Lê ji kurdan, ereban, çeçenan û gelên din
jî hin kes bikar anîne.
Ev rast e.
Dewlet nuha jî hin kurdan li hemberî kurdan bikar tîne. Nuha jî bi wan sûc dide kirin. Ji ber ku dewlet emir dide, organîze dike loma jî sûcdar jî ew e.
Ev rast e.
Dewlet nuha jî hin kurdan li hemberî kurdan bikar tîne. Nuha jî bi wan sûc dide kirin. Ji ber ku dewlet emir dide, organîze dike loma jî sûcdar jî ew e.
Bikaranîna hin kurdan bi daxwaz, tolereransa û emrê dewletê
bûye. Dewletê nexwesta, nehîşta, piştgirî nedayê kurdekî jî nikanîbû tiliya xwe
berbî ermeniyekî bikira. Dema kir jî dibê bigirta, ceza bikira.
Heger ne daxwaza dewletê bûya ewê qatil û çete bihatana
girtin. Lê em dizanin ji ber vê yekê dewletê kes negirtiye, kes ceza nekiriye.
Bira cezakirin li wir bimîne, walî, mamûr û kesên sûc kirin û tevî qetlîamê bûn
xelat kirin, îmkanên mezin dan wan. Di vî warî da gelek belge hene.
Dema zanîn kêm be meriv ji dîroka xwe bêpar be meriv bi
rehetî û bi comertî xwe dike berpirsiyarê sûcên wiha mezin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar