04 juni 2014

Wek nivîskar meriv dixwaze were hezkirin

Wek nivîskar meriv dixwaze were xwendin, ji alî xwendevanan ve, ji alî gelê xwe ve were hezkirin û teqdîrkirin. Ev hestekî însanî ye, herkes dixwaze ji ber kar û xebata xwe gotinên pozîtîf bibihîze.
Îcar gava meriv vê hezkirinê, vê teqdîra xwendevanan bi çav serên xwe dibîne bêguman meriv him gelkî bextewar dibe û him jî li karê xwe bêtir germ û miqate dibe.
Xwendevanekî min ê dilsoz yê bi navê Aykut Togcu, pesnê nivîs û zimanê min daye, gotiye kêfa wî gelkî ji zimanê min ra tê. Çimkî zimanê min ne giran e, baş jê tê fêmkirin û loma jî ew ji nivîsên min hez dike. Birayê Aykut Togcu li ser zimanê min gelek gotinên dostana gotine, ez ji dil û can spasî wî dikim.
Aykut Togcu dîtinên xwe yên derbarê zimanê min da wiha aniye zimên, gotiye:
”Li vê Facebooka xopan heywa/sebra min tenê bi nivîsên çend merivan tê. Yek ji wan merivan jî Xalê Zinarê Xamo ye. Çi ji dile wî tê, bêsînor û bi kurdiyekî zelal dinivîse. Her wekî ez li gund li nav bexçê kalê xwe bim û guhdariya wî bikim, yan jî li ber camiya gund guhên xwe bidim suhbeta mezinan. Ferq tenê ew e ku; kurdiya kalê min û salmezinên ber camiyê bi deng û bihîstinê tên ber guhên min, kurdiya Xalê Zinar jî bi herf û xwendinê tên ber çavên min. Tehma kurdî ji nav wan herfên ku li ser facebookê diresîne, tê û pê lezzetê dide min. Hema çi dinivîse bila binivîse her bi dilê min e. Xwedê 'emrekî dirêj û bêêş bide wî û wî ji ser serê me kêm neke!”
Li hemberî van dîtin û hestên xwendevanekî helbet wek însan meriv gelkî kêfxweş dibe. Û ne tenê kêfxweş dibe, herwisa qewet, ezm û enerjiya bêtir nivîsandinê jî bi meriv ra xurt dibe.
Ne bi hezaran, çend kes bin jî gava meriv dibîne hin kes nivîsên meriv dixwînin, jê tahm û lezetekê digrin, ked û xebata meriv teqdîr dikin, meriv him bextewar dibe û him jî eşqa nivîsandinê bi meriv ra gurr dibe.
Ji bo ku ez xweş binivîsînim, şîrîn binivîsînim, kurmancî bi keç û xortên kurdan bidim fêrkirin û hezkirin ez xwe gelkî diwestînim. Gava ez dinivîsînim ez gelkî bala xwe didim zimanekî sivik û gelêrî, dixwazim herkes, ji kal û pîreke qerejdaxî bigre, heta bi xwendevanê zanîngehê û kesekî akademîsyen jî ji zimanê min fêm bikin û lezetekê jê bigrin..
Ez dixwazim keç û xort ji kurmancî veneciniqin, jê fêm bikin û gava xwendin jê hez jî bikin, eşqa zimanê kurdî li ba wan zêde bike.
Di vî warî da ez çuqasî bi ser dikevim, çuqasî bi ser nakevim ez viya baş nizanim, teqdîr ya xwendevanan e.
Lê wek şexs çi ji destê min tê ez dikim, ez karê xwe pir cidî digrim û heta ez jê memnûn nebim ez nawaşînim. Dû ra gava şaşiyekê dibînim miheqeq rast dikim.
Nuha ji bo kurdên Kurdistana bakur ji kurdiyeke ”akademîk” û ”modern” û naylon bêtir, kurdiyeke jê were fêmkirin lazim e. Dibê keç û xortên kurd ji zimanê meqaleyê, romanê, çîrokê bi rehetî, bêyî ferheng fêm bikin, ziman wan cezbî xwendinê bike, wan ji xwendinê sar neke.


Heger di vî warî da, di hezkirina kurmancî da min bi qasî serê derziyê jî xizmteke ji kurmancî ra kiribe ezê xwe pir bextewar his bikim.

2014-06-03

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar