16 mars 2014

Li ser alimên tirk û ewrûpî


Îro min facebooka xwe da nivîseke Selahadîn Bûlût parve kir. Bûlût, bi kurtî qala serdana lînguîstê alman Dr.Sebastian Heine kiriye.
Dr.Sebastian Heine, alimekî hîn xort e, li zanîngeha Bonnê di beşê zimannasiyê da li ser Hindnasî û Keltnasiyê dixwîne. Em ji Bûlût fêr dibin ku Heine li dora çel zimanî dizane, lê bi çarde zimanî baş dizane, dikane bi 14 zimanî bipeyive, bixwîne û binivîsîne.

Ne Sabastian Heine tenê, hemû lînguîst (zimannas) û oryantalistên (şarqîyatiçiyên) yanî alimên rojhilatnas yên ewrûpî kêm zêde bi hewqas ziman dizanin. Ji xwe heger bi hewqas ziman nizanibin, nikanin bibin lînguîst ya jî oryantalîst û alimekî cidî.

Yanî li Ewrûpayê Dr.Sebastian Heine, ne îstîsna, qaîde ye. Lînguîst û oryantalîstek dibê yek kêm, yek zêde bi hewqas ziman bizanibe.

Gava tirk û kurd rastî alimekî ewrûpî yê wiha tên devê wan ji hev dihere, dibêjin yaho meriv çawa dikane bi hewqas zimanî bizanibe?

Alimên ewrûpî dizanin û mecbûr in bizanibin.
Ewrûpî ne wek tirkan e, merivên cidî ne û karê xwe jî pir cidî digrin. Kîjan kar, kîjan ilim dibe bira bibe, kesê wî karî dike karê xwe, ilmê xwe pir baş fêr dibe, mecbûr e baş fêr bibe.

Lê li Tirkiyê sîstem ji ilim bêtir derewan, fêrî însanan dike. Loma jî di ilimê sosyal da ji tirkan qet alim dernakeve. Dernakeve ji ber ku naxwazin rastiyê fêrî însanan bikin.

Tirk û kurd ji şerê Çaldiranê(1514)û virda ye yanî tam ev 500 sal in di nava hev da ne, bi hev ra dijîn.
Beşekî mezin yê Kurdistanê hîn jî di bin îşxala Tirkiyê da ye. Ji avabûna cumhûriyetê û virda kurdan gelek caran serî hildana û şerê çekdarî kirine. Ji van şeran yê dawî ev 30 sal in dom dike.

Yanî bi kurtî, kurd û tirk ev 500 sal in bi hev ra dijîn. Lê li gel vê dîroka dûr û dirêj dîsa jî alimekî tirk, lînguîstekî tirk ê ku bi hemû lehçeyên kurdî bizanibe tueneye. Bira zanîna hemû lehçeyên kurdî li wir bimîne, hîn lînguîst, rojnamevan, nivîskar, zana, alim, dîroknas, folkorîstekî tirk ê bi kurmancî baş bizanibe jî tuneye.

Tiştekî wiha li Ewrûpayê ne mimkûn e. Kîjan dewleta Ewrûpa di dewsa tirkan da bûya nuha bi sedan alim û zanayên wî welatî bi kurdî dizanîbûn û kurdnas û zimannasê zimanê kurdî bûn.

Lê li Tirkiyê tiştekî wiha ne mimkûn e, ew ancax înkara kurdan, tunebûna kurdî fêrî ”alimên” tirk bikin.
Ji xwe ji ber vê ferqiyetê ye Ewrûpa bûye merkezeka pêşketinê, medeniyetê û demokrasiyê.
Li Swêd her abûqat, hakim, dozger, tuxtor, dîroknas, mamoste, welhasil her akademîsyen, her kesê ku zanîngeh qedandibe bi kêmanî bi du zimanan dizane...

Lê Tirkiyê ne herkesê zanîngeh qedandiye, profesorên zanîngehan rindikî bi îngilîzî nizanin. Li Tirkiyê hîn lînguîst û oryantalîstek cidî tuneye.

Yanî dema meriv bi xelkê ra miqayese dike, meriv dibîne ku tirk çiqasî nezan û reben in. Lê çi heyf ku ne haya wan û ne jî haya piraniya kurdan ji vê rebeniya tirkan heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar