▼
13 januari 2014
Li ser kovara Wêje û Rexne"
Dema min di facebookê da xeber û nivîsên li ser derketina kovara ”Wêje û Rexne”yê dîtin gelkî kêfa min hat. Sebebê vê kêfa min yek jê, derketina kovareke di vî warî da û ya din jî ji ber ku kovar ne li bajarekî Tirkiyê, li Kurdistanê, li Amedê hatibû weşandin.
Yê min bi xwe kêfa min ji hemû berhem, weşan û xebatên bi kurdî ra tê û heger ne fiîlî be jî, bi kêmanî di warê manewî da piştgiriyê didimê û pesnê xebatên wiha didim. Ji ber ku tiştê ji destê min tê eve; teşwîq û teqdîr e.
Li gorî agahdariyên min xwendin, kovara ”Wêje û Rexne”, bi hevkariya Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê û Koma Xwendinê ya Qoserê hatiye weşandin.
Ev ”kulûb” û ”Kom” çi ne, çi karî dikin, kînaga çê bûne bi rastî ez nizanim. Lê bi qasî meriv ji navên wan fêm dike, du komên xwendinê ne. Qey hin kitêban dixwînin û dû ra dicivin û li ser wan sohbet dikin û fikrên xwe ji hev ra dibêjin.
Ev karekî pir baş e, çend sal berê li Stockholmê jî xebateke wiha çêbû û li ser hin kitêban sohbetên baş hatin kirin. Ez ji vê tecrûbeya xwe dizanim karekî rast û berhemdar e.
Min kovar nedîtiye û nexwendiye. Lê ez dizanim ku hewceyîya ziman û edebiyata kurdî bi weşanên wiha heye. Weşanên wiha çiqasî qels bin jî ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmetekê dikin, şop û tesîrekê li dû xwe dihêlin. Pir hindik ji edebiyata kurdî ra xwendevanan çê dikin, bazarekê peyda dikin.
Li Kurdistana bakur herçiqas berhemên edebî, çîrok û romana hîn di dema zaroktiyê da be jî lê dîsa jî hene û êdî meriv dikane qala hebûna çîrok û romana kurmancî bike.
Li Tirkiyê û Kurdistanê hersal bi kêmanî çend roman û çîrokên(novelên) bi kurmancî tên weşandin.
Lê bi vê pêşketinê ra, li gorîvê vê pêşketinê nirxandin û rexneya edebî bi pêş neketiye. Bi dîtina min ji bo ebiyata kurdî ev jî qelsî û kêmasiyeke pir mezin e.
Rexne(krîtîk) û nirxandin(recension)dikane ji xwendevan ra bibe alîkar, edebiyata kurdî, şiîrê, novelê, romanê, dramayê bi xwendevan bide hezkirin û şîrînkirin.
Ji xwe wezîfeya nirxandin û rexneyê jî ev e, aliyê berhema edebî yê zeîf û yê xurt, aliyê baş û delal bibîne, derxe pêş û raxe ber çavê xwendevan.
Rexne rê li ber pêşketina edebiyatê xweş dike, vedike, xaçeriyan, riyên asê û kevirî paqij û asfalt dike. Di xwendina esereke edebî da ji xwendevan ra dibe alîkar, dibe rêber, xwendevan li xwendinê sor û girgîn dike, berhemê pê şîrîn dike.
Loma jî ji bo ku xwendin di civata kurd da bi pêşkeve, dibê nirxandin û rexnegirî jî ji îro xurttir bibe.
Rexne dikane ji bo xwendina berhemên edebî, pêşketina xendinê rola reqlamê bilîze. Em dizanin ku reqlam ji malê bazarê ra mişteriyan peyda dike û tiştan bi wan şîrîn dike û dide kirîn.
Li alî din, rexne û nirxandin dikane feydeyeke pir mezin bigihîne nivîskar bi xwe jî, bala wî/wê jî bikşîne ser hin kêmasî û zeîfiyên wî yên hunerî û zimên. Îro hewcedariya nivîskarên kurd bi viya jî heye. Ji ber k nivîskar vê nirxandinê nabîne, jê feydeyê nagre.
Yanî bi kinî dema li welatekî tradîsyona nirxandin û rexnegiriyê hebe, bi pêş keve, ev yek bi xwe ra him xwendinê zêde dike û him jî qelîteya berhemên edebî bilind dike.
Çawa ku şair, novelîst û romannivîsên me bi destopelkê fêrî nivîsandina şirê, novelê, romanê, dramayê bûn, navika xwe bi destê xwe birîn, rexnegirên me jî ewê bi vî hawî, di praktîkê da, bi nivîsînî fêrî nirxandin û rexneya bilind û bi qalîte bibin.
Yanî tiştê ez dixwazim bibêjim ev e, dibê meriv ji derekê dest pê bike, dibê meriv li xelkê nenêre û netirse, nebêje hîn zû ye, em pir paşda ne, ziman û termînolojiya rexneyê hîn di kurmancî da bicî nebûye û gelek tiştên wiha….
Dibê meriv qet wiha nefikire, li gorî zanîn û îmkanên xwe binivîse û binirxîne, hêdî hêdî meriv fêr dibe.
Berê min jî nizanîbû binivîsanda, min nikanîbû nameyek bi kurmancî binivîsanda, lê nuha wa ye dikanim her derdê xwe bi hêsanî bînim zimên. Û li ser edebiyatê û rexneyê vê nivîsê jî binivîsim. Yanî ez jî di praktîkê da fêr bûm.
Ji xwe rewşa me kurdan îro ev e, wek miletên din îmkana me ya perwerdeya di zanîngehan da tuneye, dibê em xwe bi xwe her hunerê fêr bibin, bê zanîngeh, bê derz û tahlîm…
Berê li Kurdistana bakur tu hêzeke kurd nikanîbû rojnameyeke rojane, koverakeke xwerû kurdî ya mahene derxin. Lê îro dikanin, îro di nava kurdan da bi sedan nivîskar û rojnamevanên çêbûne.
Loma jî ez gelkî qîmetê didim xebatên pêşî, xebatên destpêkê. Dixwazim dest pê bikin û dom bikin. Dema di xebatê da berdewamî çêbû ewê pêşketin û berfirehbûnê jî bi xwe ra bîne.
Ji bo ku nivîsên nirxandinê û rexneyê werin xwendin ziman helbet pir û pir muhîm e, dibê ziman pir sade û basît be.
Bi dîtina min dibê meriv xwe ji ”nasyonalîzma”, nexweşiya ”zimanekî paqij”, ”xwerû kurdî” biparêze û ehemiyetê bide têgihştin ez nabêjim bira kurmanciya me gêrmiya gavanan be. Tenê dibêjim dibê meriv zêde zorê nedê zimên, ji ber ku karê kovarê ne paqijkirina kurdî, rexne û nirxandina berhemên edebî ye.
Nivîsa giran, nivîsa neyê fêmkirin, nivîsa mişt gotinên çêkirî nayê xwendi jî. Û dema nivîs neyê xwendin meriv nikane bi pêşkeve û dom bike.
Loma jî ez ji tercûba xwe ya Armancê û ji tercûba nivîsên xwe dizanim zimanê sade û sivik di dilê xwendevan da zû cî digre. Û zimanê çêkirî jî tu carî dost û havalan, xwendevanan nabîne…
Tu kes berhemekê, nivîsekê bi ferhengan naxwîne, dibê meriv viya baş bizanibe.
Ya din em civateke nexwenda ne, însanên me hîn newêrin kitêbeke kurdî, nivîseke kurdî bigrin destê xwe. Loma jî dibê nivîskar û berpirsiyarên ”Wêje û Rexne”yê hinekî li gorî civata xwe binivîsin û rastiya însanên xwe tim bigrin ber çavan.
Mesela ez bûma minê ji dêlî navê ”Wêje”yê edebiyat bikar bianiya û gotina ”wêje” di tekstan da bixebitanda. Ez bi xwe nizanim ”wêje” ji ku hatiye, koka wê çi ye?
Yanî dixwazim bibêjim dibê meriv guh bide zimanekî hêsa sivik, zimanekî ku însan bikanibe jê fêm bike.
Ez zêde dirêj nekim, tiştê ez nuha bibêjim ev in. Ez hemû kesên beşdarî vê xebata hêja bûne û kovara ”Wêje û Rexne” diyarî nivîskar û edebiyathezên kurd kirine ji dil û can pîroz dikim û dibêjim mala we emûyan ava be…
2014-01-12
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar