12 september 2013

Di dîroka kurdan da îro rojeke reş e




Îro di dîroka kurdên Kurdistana bakur da rojeke pir reş û bi êş e, 33 sal berê roja 12-ê Îlona1980-î, di bin serokatiya general Kenan Evren da leşkeran li Tirkiyê bi darê zorê dest danîn ser hukum, meclîs û hemû partî fesih kirin û li hemberî hemû kes û hêzên çep, pêşverû lê bi taybetî jî li hemberî kurdan û tevgera kurd ya netewî dest bi operasyon û teroreke pir mezin kirin. Ji xwe armanca cûntayê ya esasî jî şikandina tevgera kurd ya netewî bû.
Piştî darbeyê bi hezaran kurdên şoreşger û pêşverû hatin girtin û marûzî îşkenceyên hovane bûn, gelek kurd di van îşkenceyan da hatin qetilikirin. Bi dehhezaran kurdî welatê xwe terikandin.
Li gel ku di ser darbeya 12-ê Îlonê ra 33 sal derbas bûne jî lê Tirkiye hîn jî bi qanûnên vê cûnta leşkerî tê îdarekirin, generalên darbecî û bi hezaran kesên îşkencecî hîn jî nehatine girtin û cezakirin. Gelekên van qatilan terfî kirine û hîn jî li ser karên xwe ne.
Yanî di praktîkê da li Tirkiyê hîn jî eynî tas e û eynî himam e, ji bo me kurdan hîn jî guherîneke mezin çênebûye.


XXX
Li ser rojekê boykotkirina dibistanên tirkan, Serdar Roşan pêşniyareke baş aniye, gotiye dibê rojeke salê were tespîtkirin û em kurd wê rojê zarokên xwe, ji dibistanên destpêkê bigre, heta bi zanîngehan neşînin dibistanan. Bira ew roj her sal bibe roja xwedîderketina li zimên. Ez vê pêşniyara Serdar Roşan li jêr pêşkêşî PKK-ê, BDP-ê, KURDî-DER-ê, TZP-ê û hemû rêxistin, partî û siyasetmedarên kurd dikim.
”De ka werin em bi çalakîyeke sivîl, yeke bêîtaetî rabin, em rojekê ji bo parastina zimanê kurdî destnîşan bikin û wê rojê zarokên kurdan, xortên kurdan, yên ko çi li unîversîteyan çi jî li dibistana detpêkê dixwînin bila neçin dibistanan, bila ew roj bibe xwedîlêderketina zimanê miletê me, bila dê û bav ji zarokên xwe re wê rojê sebebê neçûna dibistanê bêjin, bila balê bikşînin ser asîmîlasyonê!
Mirov kare vê çalakîyê ji Dîyarbekirê dest pê bike û paşê li seranserê bakurê Kurdistanê berfireh bike!
Û divê ev çalakî her bidome heta ko zimanê kurdî wek zimanekî resmî bête qebûl kirin!”


XXX
Îro deh saliya kuştina wezîra karûbarê derve ya Swêd Anna Lînd e. Anna Lînd, deh sal berê di 10-ê îlonê da di mixazeya Stockholmê ya herî kevn û navdar(NK)da ji alî sûtalekî sirb ve hat kêrkirin û roja din yanî di 11-ê îlona 2003-a da ji ber birînên xwe mir.
Anna Lînd heger nehata kuştin serokwezrîra Swêd ya pêşerojê bû. Lê qedrê nehîşt ew wê rojê bibîne û bibe serokwezîra Swêd.
Ji roja Anna Lînd hatiye kuştin û virda ye partiya Sosyaldemokrat ya Swêd ketiye nava buhraneke serokatiyê û dike nake, nikane serokekî bibîne. Partiya sosyaldemokrat di dîrokê da tu carî rûbirûyî krîzeke wiha nebûbû.
Diyar e li welatên pêşketî jî dewsa siyasetmedar û şexsiyetên mezin zû bi zû nayê dagirtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar