11 september 2013

Bersîva Murad Ciwan û Avestakurdê


Çend roj berê(5/9-13)Husên Duzen di malpera xwe ya facebookê da li ser Ajansa Anadoliyê beşê kurdî nivîsek nivîsîbû. Di wê nivîsa xwe da gotibû li gorî tê gotin, ”Murad Ciwan wek mamoste di dezgeha AA de kar dike.”
Li ser vê nivîsa Husên Duzen, min jî nivîsek nivîsî û got, ”Min bi xwe jî texmîn dikir ew di bin vî îşî da ye. Û bi baweriya min ji dewletê ra gelek karên din jî dike…”
Murad Ciwan, pêr(9/9-13) bêyî ku navê min û Husên Duzen bide bersîva me daye û Avestakudê jî ev bersîva Murad Ciwan weşandiye. Ez do pê hesiyam.
Berê ez dixwazim çend gotinan li ser şêl û exlaqê rojnamegeriya Avestakurdê çend gotinan bibêjim.
Murad Ciwan, di dawiya nivîsa xwe da gotiye, ” Ji bo agahdariya di vî warî de ez vê maîlê ji hin heval û dost û nasan re verêdikim.”
Yanî wî nivîs ji bo weşanê ji Avestakurdê ra neşandiye, xwediyê Avestakurdê li ser xwe wek wezîfe dîtiye nivîsa Murad Ciwan biweşîne û bi vê riyê dilsoziya xwe nîşanî wî bide.
Lê Avestakurdê bi yek gotinê jî ji xwendevanên xwe ra qala bûyerê, nivîsa min û ya Husên Duzen nekiriye, lînka nivîsên me nedaye. Tenê nivîsa Murad Ciwan weşandiye.
Avestakurd bi vê jî nehatiye serî, gotinek jî li sernivîsa Murad Ciwan zêde kiriye. Murad Ciwan derbarê îdîa ”me,” ku ew di AA-yê da kar dike gotiye, ” îdîayeka wiha bi her awayî bêbingeh û derew e. Ez li AA’yê tu karî nakim.”
Lê diyar e dilê berpirsiyarê Avestakurdê Dilbixwîn Dara bi van gotinên Murad Ciwan rehet nebûye, loma jî rabûye gotina ”ew kes derewan dikin” li sernivîsê zêde kiriye; di gel ku di nivîsa Murad Ciwan da gotineke wiha, ”ew kes derewan dikin” tuneye.
Yanî gotine ”ew kes derewan dikin” ne ya Murad Ciwan , ”falsîfîkasyoneke” rojnamegeriya berpirsiyarê Avestakurdê Dilbixwîn Dara ye.
Wisa xuya ye ku Dilbixwîn Dara nêzîkayiyekê di nabêna xwe û Murad Ciwan da dibîne, loma jî ji rexnekirina wî gelkî aciz bûye û xwestiye bi vê êrîşa xwe ya li hemberî me dilsozî û piştgiriya xwe nîşanî Murad Ciwan bide. Belkî ji Murad Ciwan eferimekê bigre ya jî rojekê di karekî dewletê da jê ra lazim bibe.

Nuha jî ez werim ser bersîva Murad Ciwan.
Murad Ciwan, bersîva xwe bi êrîş û pozbilindiyeke mezin dest pê kiriye, gotiye, ”hin kesên xwenenas” îdîa kirine ku ew di Ajansa Anadoluyê (AA) da kar dike, lê ”îdîayeke wiha bêbingeh e, derew e.”
Îcar ”xwenenas”!
Yanî hin kesên cahil û hedê xwe nezan.
Wisa xuya ye ku li gorî Murad Ciwan, rexnekirina wî cahilî, hedê xwe nezanî yanî ”xwenenasî” ye.
Lê Murad Ciwan ji bîr dike ku ”xwenenasê” herî mezin tu esas ew e, heger wî xwe bizanîbûya û qîmet bida dîrok, nav û xeabta xwe, ew nedibû dersdarê ”du nîv rojan” yê Ajansa Anadoluyê û şirovekarê telewîzyona dewletê(TRT6-ê); ew dewleta ku heta çend sal berê jî wî wek serokê partiyeke kurd dixwest ji ortê rake.
Murad Ciwan, ji bo têkbirina vê dewleta ku ew îro di telewîzyona wê da dixebite, di ajansa wê da ”mamostetiyê” dike, di rojnameya Pêşeng û Armancê da bi sedan meqaleyên pir şoreşger nivîsîne, derbarê zalimî û xerabiya vê dewletê da gelek şîret li kurdan kiriye, lê îro ji me ra qala tiştekî din dike.
Gotineke heye, dibêjin ”gurriya navê min li te, kumê min li serê te”, ya Murad Ciwan jî bûye ev mesele.
Murad Ciwan, bi salan lîder û serokê partiyeke kurd bû, bi salan doza Kurdistaneke serbixwe kiriye, gotiye ev dewlet dewleteke îşxalkar e, emê vê dewletê ji welatê xwe derxin.
Lê îro rabûye di dezgehên vê dewletê da karkirinê normal dibîne û karê ku dewlet didê jî bi kêfxweşî qebûl dike.
Murad Ciwan, vê şêla xwe, vî karê xwe wek ”xwenenasî” yê nabîne, lê ji kesên vê şêla wî rexne dikin ra dibêje ”xwenenas”!
Bi dîtina min, ”xwenenasiya” herî mezin ew e ku di siyasetê da mriv li gorî demê û ji bo çend quriş pere rojê têkeve boyaxekê, weke buqalemûnan reng bugehere, dev ji dîrok û hemû bawerî û nirxên xwe yê berê berde û here di dezgehên neyarê xwe da, neyarê ku do wek serokê partiyekê li dij bû, kar bike.
A esas ”xwenenesî” ev e…
Murad Ciwan, di bersîva xwe da îdî dike ku ew di AA-yê da kar nake, wî tenê ”du nîv rojan li ser gramerê û zimanê rojnamevaniyê kurs daye redaksiyonê. Ew qas.”
Diyar e Murad Ciwan xwe pir biaqil û xelkê jî ehmeq dibîne, ew karê xwe yê TRT6-ê û dersdariya xwe ya ”du nîv rojan” wek kar nabîne, qey wek henekekan dibîne.
Ya muhîm ne mudet e, helwest e, tu ne li dijî karkirina di dezgehên dewletê da yî û te heta çendakî berê jî di TRT6-ê da kar dikir.
Hukûmetê îro ji bo ”du nîv rojan” kar daye te û te jî ew qebûl kiriye, lê heger ji bo demeke dirêj bûya jî, te yê ew jî qebûl bikira. Yanî tu ne li dijî xebatkariya di dezgehên dewletê da yî.
Ji xwe ji roja TRT6 ava bû û virda, ji bo dewlet di TR6-ê da kar bide te, te bi dehan program û pêşniyar birin ji berpirsiyarên TRT-ê ra. Heta ku we li ser yekê li hev kir.
Heger tu li dijî karkiriya dewletê bûya, te yê wek serokekî kurd yê berê li xwe dananiya di TRY6-ê da kar bikira, te yê dersdariya AA-yê ya ”du nîv rojan” qebûl nekira.
Bi sedan zimanzanên nêzî hukûmetê hene, çima di nava wan hemûyan da banî te dikin?
Dêmek di nabêna we û birêvebirên dewlet-hukûmetê da nasî û samîmîyetek heye kuberpirsiyarê AA-yê di nava hemûyan da banî cenabê we dike.
Ya din, ma çi ferqa karkiriya TRT6-ê û AA-yê heye ku? Herdu jî dezgehên dewletê ne. Ew dewleta ku heta çend sal berê jî tu wek serokê partiyeke kurd li dij bû û te li hemberî wê bi serokên kurd yên din ra cephe çêdikir.
Lê îro te çixîzek kişandiye ser wê dîroka xwe û tu êdî bi rêvebirên eynî dewletê ra dostî û hevaltiyê dikî, tu di dezgehên vê dewletê da kar dikî. Roja kar didin te, çi kin û çi jî dirêj tu qebûl dikî.
De îcar çima ne rast e, çima derew e?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar