01 juli 2013

Hejar Şamîl Askerov û Îtîrafeke samîmî


Hejar Şamîl Askerov, bîstek berê di facebooka xwe da bala xwe daye zimanê çend nivîsan, gelo çend kesan bi tirkî û çend kesan jî bi kurdî nivîsîye? Ji nivîsan 13 bi Tirkî û 8 jî bi Kurdî bûne.
Kêfa wî ji vê rewşê ra hatiye û gotiye, ”Çend sal berê belkî Tirkî: 19 û Kurdî: 2.” bûya.
Rast e. Û dû ra li xwe mukur hatiye(îtîraf kiriye) û rastî wiha aniye zimên:

”Belkî bi hezaran car ji min re hatiye gotin: Tu çima bi Kurdî nanivîsî?. Bi rastî jî Kurdiya min têrê nedikir. A naha jî têrê nake. ‘Asimle Kürdüm ben.’ (Yanî ez kurdekî asîmîlebûyî me) Lê, dema dinivîsim tê fêmkirin ne? Xelas bû, çû…”

Kesek li vir tiştekî “Îlahî” (Xwedayî) nanivîse. Her kes dilê xwe vedike, nêrina xwe serobero tîne zimên.

Wê demê ‘Sorun’ çi ye?(ewê demê mesele çi ye?)’ Bi sedan, bi hezaran, heval ‘benim gibi asîmle Kurd degil( Bi sedan, bi hezaran heval wek min ne kurdên asîmîlebûyî ne’ lê bi Tirkî dinivîsin) Çima?

Min jî berê ji xwe re wusa digot: “Türkçe okuyanları Türk yazarların cenderesinden kurtarmak gerekir. Türkçe okuyanlar Türkleri değil, Türkçe yazan Kürdleri okusunlar( Dibê meriv kurdên bi tirkî dinivîsin ji cendereya nivîskarên tirk xelas bike. Kurdên bi tirkî dixwînin dibê ne tirkan, kurdên bi tirkî dinivîsin bixwînin. )
Niha ez fehim dikim ku min di serî de xwe dixapand, paşê xwendakarên xwe dixapand û ketim rêza xapînokan.

Niha dest bi ravekirinê bikim û bêjim çima û ji bo çi, ji ber çi sedemê…?, 10 rûpel jî têrê nake...

Kurt û Kurmancî, debê em dev ji xapandina hevûdu berdin.”
Hejar Şamîl Askerov

Not:
Kurdiya di nava parantêzê da ya min e û kurdiya nivîsê jî min hinekî rast rast kir.

Dema min ev nivîsa Hejar Şamîl Askerov xwend, rexneyeke min li wî ya li ser vê mijarê ya çend sal berê hat bîra min.
Ez bawer dikim kurdê pêşî ji Hejar ra gotiye bi kurdî bivîse ez im.
Çend sal berê(Dikane 2006-2007 be) min bi nivîsekê Hejar rexne kir û jê ra got, dibê tu bi kurdî binivîsînî...
Ez di kompîtora xwe da li nivîsê geriyam, min nivîsa xwe û bersîva wî dît. Lê tarîx tuneye. Heger Hejar tarîxê binivîse ewê gelkî baş be. Ez bi vê minasebetê wê nivîsa xwe û bersîva wî li jêr diweşînim.

XXX
Ji Hejarê Şamîl ra

Silav birayê Hejar!

Min hevpeyvîna te ya bi kurdê hêja Kinyazê Îbrahîm ra him bi dilşadî û him jî bi xemgînîyek mezin xwend. Ji ber ku te hevpeyvîneke wiha kiriye û îmkan da me ku em keys û feydeyê ji vê hevpeyvîna hêja bigrin ez dilşad bûm û loma jî sipasî te dikim. Lê li alî din ji ber ku te hevpeyvîn bi tirkî kiriye ez gelkî li ber ketim û xemgîn bûm. Kurdên tirkiyê ne bes bûn, wa ye we kurdên Kafkasyayê jî dest bi tirkî kiriye. Bi rastî tiştekî pir xerîb e. Ez tu maneyê tê da nabînim ji bo ku tu bi Kinyazê Îbrahîm ra bi tirkî bipeyivî ya jî hevpeyvînê bi tirkî biweşînî. Berî her tiştî divê kurdîya hevpevînê hebûya. Ji ber ku wek kurd ez dixwazim Kinyazê Îbrahîm bi zimanê bav û kalan bixwînim, ne bi tirkî.
Ma te hevpeyvîn ji bo tirkan kiriye ya ji bo kurdan?
Heger te ji bo kurdan kiriye, divê te bi kurdî biweşanda. Tu kurd î, birêz Kinyaz kurd e û bi kurdî jî baş dizane û kesên ku ewê hevpeyvînê bixwînin jî kurd in, de îcar çima tirkî?
Tu derdekî tirkan tuneye rabin hevpeyvîna bi Kinyazê Îbrahîm ra bixwînin, ev yek. Ya din jî, dema tu bi tirkî dinivîsî tu fersendê didî tenê kesên bi tirkî dizanin, kurdên bi tirkî nizanin yanî kurdên Kafkasyayê, Îranê, Îraqê, Sûriyê, Lubnanê û yên li derên din nikanin ji vê hevpeyvîna hêja sûdê werbigirin. Loma jî divê meriv bi zimanê xwe binivîse. Bi baweriya min, hin îstîsna ne tê da, nivîsandina bi tirkî qebûlkirina serkeftina tirkan e. Dema em bi tirkî dinivîsin, em qebûl dikin ku tirkan zora me biriye û em vê serdestiya wan qebûl dikin. Heger emê viya qebûl bikin, wê demê divê em dev ji tekoşînê berdin û gelê xwe zêde neêşînin.

Min meraq kir, tu vê tirkiya hewqas xweş, dirist li ku fêr bûyî? Te gotibû tu ji Ezerbeycanê , ji Kurdistana Sor î, ê dema wiha be tu vê tirkiyê li ku fêr bûyî? Gelo te li Tirkiyê mekteb xwendiye?

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo



XXX
Dembaş brayê heja Zinarê Xemo.

Kurd dive zimanê dayîkî fêr bibin, biaxivin û binivîsin! Ew nezikbûn ne ku duruste, pirsgirêke mayîn û nemayînêye. Gorî derfetên xwe bikaranîne zimanê Kurdî ji bo her Kurdekî mesele namûsêye. Dilşewatîyê we di derheqa şuxulandinê zimanê dê da ez parvadikim.

Tirkî nivîsandinê min cawkanîyên xwe ji rewşên objêktif digire. Ez Kurdêkî asîmîlebûyîme. Zimanê min dayikî ne Kurdîye. Kurdî 5-6 salan dawîye, ku hin bûme. Hin zanebûna min terî ramana xwe ifadekirinê nake. Le, hewldanê min hinbûna zimanda zore. Baverîm, demekî şunda hedî-hedî dest bi nivisandina bikim.

Kurdên Azerbaycanê 99 selef hatiye asîmîlekirin. Derheqa Kurdên Azerbaycanê da û tevayî Kurdên Kafkasya û yên Sovyêtê Berî da dikarin ji pirtuka min, bi navê “Kurdên Dîaspora” (Diaspora Kürtleri) agahî bistinîn. Ew pirtuk 3-4 meh berî li İstanbulê, li weşanxane Perî hatiyê weşandin.

Min hevpeyvîn bi Knyazê Îbrahîm ra bi zimanê Kurdî, û Azerîkî kiribû. Mamoste Knyaz Azeriki jî mukemmel dizane. Lê wekî min li jorê jî gotibû, derfetê min terî nake, ku hevpêyvînên usa bi Kurdî yê edebî ifade bikim.

Lê belê min tev hevalekî xwe wê hevpêyvîna welgerandîye bi zimanê Kurdî jî. Di demên kurt de bidimê weşandin.

Ji bo rexnêyên we spasîyê xwe dikim. Bawer bikin, ku rexneyên usa bandora erenî dike.

Tirkî dibistan ne xwendîye. Min fakûltêya filolojî bi zimanê Azerîkî xelas kiriye.

Biminin xêr û xweşîyêda.

Hejar.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar