01 juli 2013

Çare azadiya miletê kurd e

Ev hefteyek ez ne li mal bûm. Ez û xanim em do êvarî ji Pragê hatin mal. Di kurtenivîsa xwe ya do min got ezê îro qala rêwîtiya xwe bikim. Lê dû ra, piştî ku min çavek li malperên kurdî gerand min biryara xwe guhert.
Di nava vê hefteya borî da(ji 23 hezîranê heta 30 hezîranê) haya min qet ji rûdan û bûyerên welêt çênebû. Do bi şev piştî ku em hatin mal, min bala xwe da hin malperên kudî. Piştî xwendina çend xeberan, min biryara xwe ya qalkirina rêwîtiya xwe guhert.
Dema min dît ku dewletê li Licê û li Amedê çi zulm li gel kiriye, çi teror meşandiye û dîsa zarokên kurdan qetil kiriye êdî ji dilê min nehat ez rabim qala gerra xwe, qala kêf û şahiya me dîtiye bikim.
Vê dewletê dinya li kurdan kiriye zindan, nahêle kurd jî wek her miletî rehet bikin û rehet bijîn.
Her ku dawiya vê dewleta zalim û ceberrût nêz dibe zulm û terora xwe jî zêde dike. Dixwaze desthilatiya xwe ya li Kurditanê bi darê zorê, bi terorê, bi girtin û kuştinê dom bike. Lê êdî kêr gihîştiye hestî, kurd miheqeq ewê xwe ji bin vê zulmê xelas bikin.

XXX
Selîm Bakaç(Yilmaz)salek berê, roja 29-ê hezîranê ji nava me koç kir û çû gerdûneke din. Salek di ser mirina Lawikê Licî, mêrê çê ra derbas bû. Ji ber ku ew îro ne di nava me da ye, em gelkî heznî û xemgînn in.
Emê Lawikê Licî, hevalê rojên giran tu carî ji bîr nekin. Ewê bi evîneke mezin tim û tim di dilê me dabijî…
Çavê mirinê kor be!

XXX
Ez û xanim îsteg berê ji gera xwe ya Pragê gihîştin mal. Ez gelkî westiyayî me, loma jî îşev nikanim qala serpêhatî û macarayên xwe bikim. Bi xêr sibe Prag bajarekî muhteşem e, wek muzeyeke mîmariya dîrokî ye, hêjayî dîtin û gerrê ye. Îşev ez çend risman bi we ra perve dikim. Ez hêvî dikim ku kêfa we jî ji risman ra were.

XXX
Me do êvarî şeveke pir xweş derbas kir. Mala Qutbebedîn Aliş ava be, camêr em çend heval anîn ba hev, laşê berxekî û rengorengo vexwarin da ber me. Yanî camêr ziyafetek baş da me.
Ez li ser navê xwe û hemû hevalan spasiya wî dikim.
Û agahdariyeke din!
Ez nuha li ser rê me, piştî du saetan ez û xanim em rêwiyên PRAGÊ ne. Emê hefteyekê li wê bin, piştî vegerê ezê rismên şevê û rismên Pragê bi hev ra biweşînim.
Min heta nuha haya we negîhand vê rêwîtiya xwe, min got bira hinekî surprîz be efendim…
Havîn e, bi vê minasebetê hûnê jî hefteyekêji nivîsên min xelas bibin û westa xwe bigrin.
De heta 30 mehê bimînin di nava xêr û xweşiyê da, li xwe miqate bin, dilê hev nehêlin, tifaqa xwe xurt bikin û neyên lîstikên tirkan.
Me berbihev anîye, serkeftin nêz e, lê dibê hevkarî û tifaqa me xurttir bibe.
De bi xatirê we hemûyan

XXX
Îro ez mîvanê Qutbedîn Aliş im. Bîstek din ezê herim wir, têra xwe goştê biraştî bixwim û araqê vexwim.
Lê ji şansê me ra hewa pir xerab e, ewrekî giran heye û baran jî bi rêda ye.
Diyar e nifira jinan qebûl bûye.
Ji zûda ye li Stockholmê di nava hin hevalên DDKD da me adetek dirist kiriye, her havîn çend caran em ji xanimên xwe destûrê digirin û tenê zilam(mêr) li hev kom dibin. Xanima malê jî em dişînin maleke din, ji bo ku em xwe tam azad û serbest his bikin û bikanibin sifreya dilê xwe li ber hev raxin.
Ji ber ku di nava me da jin tunene, loma jî her kes dikane bi rengekî serbest derdê xwe, tecrûbeyên xwe ji hev ra bibêje.
Lê wa nifira xaniman qebûl bûye, emê li der ji sar û sermayê biqefilin. Stockholm hîn sar e, bedena me hîn rindikî germ nebûye…
XXX

Xulaseya jiyana min ji van hersê gotinan îbaret e: Xam bûm, keliyam, şewitîm.
Mewlane

XXX
Bala xwe bide kûsî, ancax gava serê xwe ji qêlik derdixe dikane bi pêş da here.
James B. Conant

XXX
-Heger tu dibêjî ezê sibe bibim merivekî cuda, çima tu ji îro da dest pê nakî?
-Evîn wek mehîneka serî ji swêr stendibe, ne guh dide rakişandinê û ne jî li swêr gudarî dike.






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar