Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, do di civîna gurûba parlamentoyê ya partiya xwe da diyar kir îsal ewê di xwendegehên dewletê da zimanê kurdî wek derseka hilbijartî were fêrkirin.
Hevserokê Giştî yê BDP-ê Selahattin Demîrtaş, di axaftina xwe ya navçeya Gewerê da ev helwesta Serokwezîr Erdogan ya li hemberî perwerdehiya bi zimanê kurdî rexne kir û got, dersa kurdî ya bijarte nayê qebûlkirin û got:
"Zimanê zikmakî yê neteweyekî tu carî wekî zimanê bijarte nayê qebûlkirin. Divê dersa hilbijartî bidin Tirkan.”
Esas Erdogan bi vê pêşniyara xwe tinazê xwe bi kurdan dike, zarokên miletekî piştî 12 saliya xwe ewê kurdî heftê du saetan wek zimanekî biyanî fêr bibin.
Hukûmet bi vê taktîka ”dersa bijarte” dixwaze ji bo asîmîlîlekirina kurdan wextê qezenc bike.
Ji ber ku bi ”dersa bijarte” diyar dibe ku hukûmeta AKP-ê hebûna kurdan qebûl nake. Çimkî fêrkirina kurdî wek zimanê biyanî tê qebûlkirin, ne wek perwerdeya bi zimanê dayikê.
Ji ber ku hukûmet hebûna kurdan bi resmî û qanûnî qebûl nake loma jî mafê perwerdeyê jî nade kurdan. Dewlet kînga bixwaze, çawa ku dikane zimanekî biyanî ji mufredatê rake, dikane bi bahaneyekê kurdî jî bi eynî rengî rake.
Hukûmet bi vê hokuspokusê dixwaze him wextê qezenc bike û him jî devê kurdan bigre.
Lê dibê kurd vê biryarê tu carî qebûl nekin û nêt û plana li pişt vê taktîka hukûmetê ji gel ra baş îzah bikin. Ji ber ku Erdogan û berdevkên hukûmetê di vî warî da demogojiyê dikin, fena ku ew hebûna kurdan û perwerdeya kurî qebûl dikin, lê rastî ne wiha ye dibê naveroka vê plana hukûmetê ji gel ra baş were zelalkirin.
XXX
Pozbilindiya Fettulah Gulen û nîjadperestî
Navê Seîdê Kurdî(Bediüzzaman)wek alimekî îslamê di salên 1960-da li Tirkiyê, li Kurdistanê û heta li welatên cîran deng dabû, hemû alimên îslamî nav û dengê wî bihîstibûn û berhemên wî dixwendin.
Li gorî tê gotin, derûdora Fettulah Gulen ji Gulen ra qala Seîdê Kurdî dikin û dibêjin gerek hûn hev û du bibînin, hev û du nas bikin.
Piştî ku Gulen bajar û kurdbûna Seîdê Kurdî fêr dibe, dibêje, ”Ez naçim ber nigê kurdekî, heger pêwîst e bira were me bibîne.”
Dû ra, li ser belavbûna vê îdîayê, Gulen dibêje wî tam wiha negotiye, wî goriye:
”Ez fikirîm, min ji xwe ra got, Xwedê dehayekî wiha çima ne ji nava tirkan ku bûna şûrê Îslamê, ji nava kurdan derxist? Xurûra min ya tirkîtiyê nehîşt ez herim destê Seîdê Nûrsî maçî bikim….”
Yanî eynî tişt e, li vir jî dibêje ”xurûra wî ya tirkîtiyê nehîstiye ku ew here ziyareta alimekî wek Seîdê Kurdî û destê wî ramîsa.
Heger Seîdê Kurdî ne kurd, tirk, ya jî ereb bûya Gulen wiha nedigot, ewê bi çargaviyê biçûya ziyareta wî û destê wî ramîsa.
Lê ji ber ku Seîdê Nûrsî kurd e mêrik li xwe danayna destê kurdekî maçî bike; dixwaze bira ew Seîdî Kurdî yanî Bediüzzaman Seîdê Nûrsî be…
XXX
Feraxa vala ji fiçiya tije bêtir deng derdixe.
//JOHN LYLY
Insan û civat dema bi pêşeroja xwe ra mijûl nebin xemgînî û zayiatên wan pir mezin dibin.
//CONFUCIUS
XXX
Her roj di facebookê da bi hezaran, belkî jî bi dehhezaran gotinên xweş, gotinên pêşiyan û aforîzma tên belavkirin. Xwezî her kes bi qasî gotinên ku belav dikin samîmî û dirist bûya.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar