01 oktober 2011

Ev çavsorî ewê ji Erdogan ra jî nemîne

Kîjan kurd qala mafên kurdan bike Erdogan tavilê erîşê dibe ser û mohra terorîstiyê lêdixe.
Erdogan bi vê qereperê û demagojiya ”terorîzmê” û xwedêgirvî şerxwaziyê dixwaze siyasetmedarên kurd bitirsîne û di mesela kurd da wan teslîm bigre, wisa bike ku însan dev ji daxwaza mafê kurdan berdin.
Di nava hukûmeta AKP-ê da îro yê herî har, yê herî bêtir li dijî kurdan û li dijî dîtina riyeke siyasî Erdogan e.
Erdogan li dijî kurdan tije kîn û nefret e, hercara ku devê xwe vedike û di derbarê mesela kurd da tiştekî dibêje, li hemberî kurdan, BDP û PKK-ê jahr ji devê wî dibare.
Erdogan li aliyekî ve ji bo kuştina kurdan her roj bi dehan balafirên şer dişîne ser kurdan û bi tonan bombe bi ser serên wan da dibarîne, lê ji aliyekî din  ve jî demagojiya ”rahmê û dilşewatiyê” dike, dibêje ”dilê min bi kuştina kesên” siwîl dişewite.
Ev durûtîyeke pir mezin e, heger dilê wî bi kuştina kurdan bişewitiya ewê operasyon û êrîş rawestanda û mafên kurdan yên netewî bida û ev agir jî bi rengî vemiranda.
Lê nake, nuha li Tikrkiyê li hemberî çareseriya mesela kurd kelemê herî mezin Erdgoan e, Erdogan îro ji Devlet Bahçelî jî tahlûketir e.
Heger Erdogan bixwaze şer rawestîne dikane di nava rojekê da rawestîne.
Heger Erdogan bi xwaze mesela kurd bi riyeke siaysî û aştîyane çareser bike, di nava demeke pir kin da dikane bike.
Lê nake, ji ber ku naxaze tu mafî bide kurdan.
Ji ber ku dixwaze tevgera kurd ya milî û daxwazên kurdan yên demokratîk û netewî bi şîdetê û bi şer bişkîne.

                                                                                 XXX
Gav û saetê li ser aştiyê peyivîn tê r nake, dibê meriv baweriya xwe bi aştiyê bîne. Bawerîpêanîn jî têr nake, dibê meriv ji bo aştiyê bi dil û can bixebite.
Erdogan û aliyê tirk gotina aştiyê qet nagrin devê xwe, baweriya xwe bi çareseriyeke aştiyane naynin û ji bo aştiyê jî naxebitin.
De îcar ewê çawa şer raweste û di nabêna kurd û tirkan da çawa aştî pêk were?
Şexsek, aliyek dikane şer bi...de destpêkirin, ji bo şer du kes, du alî ne lazim in, lê ji bo aştiyê du kes, du alî lazin in.
Îro li meydanê du kes, du alî tunene, kesek, aliyek heye û ew jî kurd in.
Kurd, PKK, BDP aştiyê dixwazin.
Di vir da tu problem tuneye.
Lê dewlet, hukûmet û muxalefeta tirk aştiyê naxwazin, şer û teslîmiyetê dixwazin.
Erdogan her roj ji kurdan ra, ji BDP û PKK-ê ra dibêje dev ji hemû daxwzên xwe yên netewî berdin û werin teslîmî edaleta dewleta tirk bibin.
Loma jî qet qala aştiya bi kurdan ra nake, gav û saetê dibêje ”teror” û ha ”teror” û ewê miheqeq ”terorê biqedînin.
Heta ku hukûmet jî weke kurdan nebêje aştî û bi dil û can baweriya xwe bi aştiyê neyne û bi rastî ji bo aştiyê nexebite, ne mimkûn e ku şerê di nabêna kurd û tirkan da raweste, belovacî wê her ku here ewê zêde bibe.
Û bepirsiyarê vê yekê jî ne kurd in, hukûmet û bi taybetî jî Erdoganê nîjadperest û çavsor e.
                                                                         XXX

Ez ji dostên xwe ne bi dilê xwe, ne jî bi aqilê xwe hez dikim.
Dil radiweste, aqil ji bîr dike.
Ez ji dostên xwe bi ruhê xwe hez dikim.
Ew ne radiweste û ne jî ji bîr dike.
Mewlana Celaledînê Rûmî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar