15 mars 2011

Siyaset ne wasiteyeke xerakirinê ye

Ez nizanim çima û ji bo çi, lê bi qasî ku ez dibînim li ba me kurdan siyasetmedar siyasetê weke wasiteyeke xirecerê, teşxelê, pevçûnê û şer dibînin û li hember hev jî wisa bikar tînin.
Siyaset, ne ji bo şer û xireciriê ye, belovacî wê, ji bo lihevkirin, kêmkirina dijberiya hemberî hev û ji bo dîtina mişterekiyên hevpar e.
Siyaset berî hertiştî ilmeke, hunerê îdarekirinê û dîplomasî ye, lihevkirin e, yanî komprîmîs e.
Lê li ba me kurdan bi vî çavî li siyasetê nayê nerîn, em siyasetê li hemberî hev weke çekekê bikar tînin.
Ji dêlî ku bi riya siyasetê em nabêna hev xweş bikin, dijayetiyên nabêna hev kêm bikin û xwe nêzî hev bikin, em gelş û nakokiyên heyî kûrtir û dijwartir û tûjtir dikin.
Yanî siyaset(qesta min siyaseta nabêna kurdan xwe bi xwe da ye) di praktîkê da ji feydeyê bêtir, zirarê dide me.
Bêguman ev yek ne ji siyasetê, ji ber nezaniya me ye…
Hema ne hewceye ku em pir dûr herin, em bala xwe bidin minaqeşeyên li ser Şivan Perwer û Kemal Burkay, emê bi hêsanî bibînin ku ji ber nezanîna siyasetê kurd çuqasî bûne neyarên hev û ji hev dûrketine….
Tirkan bi silavekê û bi du gotinên sivik ev serê mehekêye ku kurd li ciyê rehetiyê bera pêxîla hev dan û anîn hemberî hev.
Ji hilbijartinên giştî ra sê meh jî nemane. Di demek wiha girîng da dibê nuha mijara siyasetmedarên kurdan ya esasî hilbijartin û hevkarî û tifaqa kurdan ya di hilbijartinan da bûya.
Di vê hilbijartinê da siyaseta kurdan ewê çi be, dibê kurd çawa û bi çi hawî têkevin hilbijartinan?
Gelo mimkûn e ku hemû partî û rêxistinên kurdan li ser deklerasyoneke netewî li hev bikin û bi hev ra têkevin hilbijatinan ya na?
Axir dibê nuha mijara me ev mesele, ne vegera Şivan Perwer û Kemal Burkay bûya.
Lê em li ser vê meseleya girîng û netewî qet napeyivin, here were vegera Şivan û Kemal Burkay e...
PKK, Ocalan beyanekê didin, tiştekî dibêjin, roja din îcar Şivan û Burkay bersîva wan didin, roja din hinekên din bersîva wan û ew jî bersîva yên din û bi hawî dom dike.
Efendim dewlet dixwaze Şivan û Burkay li hember me bikar bîne, nizanim çi û çi…
Bira milet ne ehmeq e, heger Şivan û Burkar bibin ”merivên” AKP-ê û dewletê miletê bibîne û bi xwe wan mahkûm bike.
Milet nuha jî dibîne û fêm dike...
Ma nuha jî bi hezaran kurd ne bi AKP-ê ra ne, kurd bi çi çavî li van kurdan dinêrin, wê demê ewê bi eynî çavî li Şivan û Bûrkay jî binêrin.
Loma jî ne hewceye ku meriv vê meselê hewqasî mezin bike.
Kî dihere, kî çi dike bira bike, milet ne kor e dibîne…
Bi kurtî ev meheke hinek li dij, hinek li gel, lê netîce me dijmin û dewlet daye aliyekî û em ketine gewriya hew, herroj di çapemeniyê da gotinên dilê me ji hev bihêle ji hev ra dibêjin, beyanên ku me bike neyarê hev didin.
Heger siyasetmedarên me merivên jîr bûna ewê ev minaqeşeya bi ziran nedomandana.
AKP û dewleta tirk jî ji kêfan zikopişto dibin, nenûkên xwe di hev didin û di bin ra meselê pîj dikin, me gurgîn dikin.
Çapemenî û medîa tirk jî ji bo fêsadî û gelaciyê, beyanekê ji vî alî û beyanekê ji wî alî digre û bi vî hawî ew jî ”şerê” nabêna kurdan gurrtir dike.
Û siyasetmedar û ronakbîrên me jî vî ”şerê” li zirara me û li kara dewletê û AKP-ê nabînin û ji bo rawestandina van minaqeşeyên bêmane û xerabkar tu reaksiyonê nîşan nadin, nabêjin îro ne roja vî ”şerî” ye. Dibê em li hemberî hev zimanekî nerm û dostane bikar bînin.
Belovacî vê, hinek şûrê vî alî û hinek jî yê wî alî dikşînin.
Hin malperên me kurdan jî xwe bi çapemeniya tirk ra direwisînin, ew jî bi sernivîsên vir, xerabkir û şerxwaz çapemeniya tirk texlîd dikin û bi van weşanên xwe jî di nabêna hêzên kurd da ”bekoewaniyê” dikin.
Berê çapemeniya kurd tunebû û ya tirk jî hewqasaî ne li ber destan bû, xwendin û bidestxistina agahiyan gelkî zahmettir bû.
Lê bi vê teknîka nuh ra hertişt 24 saetan li ber desta ye û herkes dikane xwe bigihîniyê.
Îcar ev pêşketin û hêsanîbûn li gel aliyên baş, aliyên wê yê xerab jî hene.
Mesela derew, fikrên nerindiyê û fêsadî li gor berê nuha pir rehet belav dibin. Şexsek bi serê xwe tenê dikane bi qasî rojnameyeke rojane, kanaleke telewîzyonê nûçeyan belav bike û bi tesîr be.
Îcar ev îmkan caranan ji bo fêsadiya nabêna hêzan tê bikaranîn.
Di bûyera Şivan û Bûrkay da hin malperên kurdan jî bi qasî çapemeniya tirk fêsadî kirin û roleke xerab lîstin.
Lê helbet sûcê mezin yê siyasetmedaran e, dibê ew neyên lîstikê û beyanên zirarê bide hevkarî û yekîtiya kurdan nedin.
Nezaniya siyasetê dibe sebebê bêtifaqiya me.
Ehmedê Xanî teqrîben 330 sal berî nuha ji vê bêtifaqiya kurdan gazin kiriye û loma jî di helbesta xwe da gotiye:

Lew pêkve hemîşe bêtifaq in
Daîm bi temerrud û şîqaq in
Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hîkmet
Rom û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji mer ra dikir xulamî
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xudan kemalat


Bi kurdiya îro*

Li hev nakin lew bi yekcar hemî
Serkêş û ji hev cudane timî
Ger em li hev bûna bê dijberî
Hemûyan bida pey yek serwerî
Me temam dikir ev delet û dîn
Me bi dest dixist huner û zanîn
Rom û ereb û ecem bi yekcar
Hemû ji mer ra dibûn xizmetkar
Qenc ji neqencan diahtin nasîn
Berz dibûn xwedan huner û zanîn.

*Ji şiroveya Jan Dost
Mem û Zîn, r. 136-137, Avesta

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar