15 mars 2011

Elik, Fatik û Manga Belek (1)

Dibêjin hebû tunebû, xwengek û birayek hebûn. Navê lêwik Elik, navê keçikê jî Fatik bû. Dê û bavê wan miribûn, herdu jî sêwî mabûn, ketibûn ber destê ap û amojnê.
Dê û bavê wan ji wan ra tu mal û milk nehîştibûn, tenê mangayeke (çêlekek) wan hebû.
Piştî mirina dê û bavê wan, apê wan ew birin ba xwe û êdî ketin ber destê ap û amojnê. Apê wan ji wan ra baş bû, lê amojna wan ji wan hez nedikir.
Keç û lawekî apê wan jî hebû. Ew bi dor diçûn ber dewêr.
Dema amojna wan Elik û Fatik dişand ber dewêr, teşîyek jî dida destê Fatikê û jê ra digot, tu yê li ber dewêr birêsî.
Fatika reben bi birayê xwe ra him gavanî dikir, him jî di ber ra bûbû teşîrês, li ber dewêr teşî dirist.
Amojna wan dema ew dişandin ber dewêr, tenê hinek nanê cehîn yê tisî, bê pêxwarinî dixist tûrikê wan.
Fatik û birayê xwe li ber dewêr bi ser hev da digriyan, lê nikanîbûn tiştek bikirana.

Demekê bi vî hawî dom kir, manga wan bala xwe dayê ku halê Elik û Fatikê ne tu hal e, roj bi roj dihelin, dibin hestî û çerm. Rojekê manga wan hat zimên û ji Elik û Fatikê ra got:
- Elik û Fatika min, çima hûn wiha bi ser hev da digrîn, derdê we çi ye?
Fatikê got:
- Ma em negirîn wê kî bigrî! Dê û bavê me mirin, em sêwî mane û ketine ber destê ap û amojnê. Amojna me jî yeka zalim e, ji me hez nake. Tenê hinek nanê cehîn dixe tûrikê me û me dişîne ber dewêr; tu pêxwariniyeke din jî nade me. Lema jî ez û birayê xwe roj bi roj dihelin û dibin hestî û çerm.
Manga Belek got:
- Ji nuha û pê va qet meraq nekin, heta ez hebim hûn birçî namînin. Bira kes nebîne û nebihîze, ka wî nanê xwe bidin min û dûra jî qoçê min ji hev vekin, ewê gelek tam û xwarinên dinyayê werin ber we. Lê dibê hûn ji tu evdê Xwedê ra nebêjin. Heger amojna we bibihîze ewê tavilê min şerjê bike û hûnê jî ji birçîna bimrin.
Fatikê got baş e û rabû qoçên Manga Belek ji hev vekir.
Bi rastî jî gelek tam û xwarinên heta wê çaxê çavên wan pê nebûbû li ser sifrake raxistî hatin ber wan. Herdu li ser sifrê rûniştin û têr xwarin.
Êdî her roj bi vî hawî dom kirin. Her cara ku birçû dibûn, Fatikê diçû qoçên Manga Belek ji hev vedikir û xwarin û şîraniyên babet babetî dihatin ber wan. Û wan jî dixwar û roj bi roj pê dihatin ser xwe û xweşik dibûn.
Di dawiyê da vê yekê bala amojna wan kişand û ji xwe ra got:
- Ev çawa dibe? Miheqeq di viya da îşek heye. Meriv bi nanê tisî hewqasî xweşik nabe.
Rabû ban lawê xwe kir, jê ra got:
- Lawkê min, hela îro tu bi Elik û Fatikê ra here ber dewêr. Baş bala xwe bidê, hela vana çi dikin, çi dixwin û çi vedixwin?
Lawik rabû bi Elik û Fatikê ra çû ber dewêr. Wexta navrojê ji Elik û Fatikê pirsî, got:
- Ma hûn çi dixwin, çi vedixwin? Hela ka hinekî bidin min jî.
Fatikê wek temî lê hatibû kirin, berê înkar kir, got:
- Ma em çi dixwin, em nanê tisî dixwin. Wekî din tu pêxwarinîyek me tuneye.
Lê lêwik gelkî israr kir û ji Fatikê ra sond xwar, got:
- Heger tu ji min ra bibêjî ezê ji diya xwe ra nebêjim.
Li ser vê soza lêwik, Fatikê wek her roj rabû nanê xwe yê garisî da manga xwe û qoçê mangê ji hev vekir. Dîsa gelek xwarin û şîraniyên cûr be cûr hatin ber wan. Hersiyan bi hev ra têr xwarin. Lawik êvarî dema çû malê, diya wî jê pirsî, got lawo:
- Te çi dît, çi nedît?
Lêwik got:
- Ma ezê çi bibînim? Bêyî nanê cehîn tiştekî din nexwarin.
Lê diya wî jê bawer nekir. Roja din rabû îcar keça xwe bi Elik û Fatikê ra şand.
Keçikê jî wek birayê xwe ji Elik û Fatikê pirsî, got:
- Hekê heyran, ma hûn çi dixwin, çi vedixwin? Hela ka hinekî bidin min jî.
Fatikê got:
- Ma em çi dixwin? Em nanê cehîn dixwin. Nuha dema em çûn ser kaniyê emê bi hev ra bixwin.
Dema çûn ser kaniyê Elik dest bi girî kir, got, "Weleh ez vî nanê cehîn naxwim, dibê tu qoçê mangê vekî."
Fatikê bi dizîka ji Elik ra got, "Wiha neke, dotmama me bi me ra ye, ewê here ji diya xwe ra bibêje. Dûra ewê manga me şerjê bikin."
Lê Elik biçûk bû û fêm nedikir, loma jî girya û got:
- Na, dibê tu qoçê Manga Belek vekî !
Fatikê kir nekir, bi Elik nikanîbû, ji mecbûrî rabû nanê xwe da mangê û qoçê wê vekir. Dîsa wek her tim gelek xwarin hat ber wan û hersiyan têr xwarin. Êvarî, dema keçik çû malê, diya wê jê pirsî, got:
- Keça min, te çi dît, çi nedît?
Keçikê mesele ji serî heta dawî, çi dîtibû yek bi yek ji diya xwe ra got.
Dema amojna Elik û Fatikê mesela manga wan û vebûna qoçên wê bihîst dîn bû, ji xwe ra got, “dibê ev mange were şerjêkirin.”

Hema rabû bi derewan xwe nexweş xist û ket nav nivînan û xwe naland. Ji mêrê xwe ra got:
- Halê min tuneye. Dermanê min goştê Manga Belek e. Dibê tu wê ji min ra şerjê bikî. Heger ez goştê wê nexwim ezê bimrim.
Mêrê wê got:
- Keçê, sêwî û ev manga xwe ne. Ji bo çi ezê rabim manga wan şerjê bikim? Dewarê me pir e, tu kîjan mangê bixwazî ezê wê ji te ra şerjê bikim.
Lê jina wî got, "Na, hutul batil tu yê manga sêwiyan ji min ra şerjê bikî."
Mêrik çi qasî pê da ket jî nebû, ji mecbûrî got, "Baş e ezê herim şerjê bikim."
Berî ku mangê şerjê bikin, mange bi Fatikê ra peyivî û jê ra got:
- Fatika min, qet negrî, şerjêkirinê ewê min şerjê bikin. Lê goştê min li milet heram e, li we helal e. Bêyî we kî goştê min têke devê xwe ewê li wan bibe zahferan. Lê dema hûn bixwin ewê wek şîrê diya we bi we şîrîn be. Û hestiyê min jî navêjin. Ji pîrika xwe ra bibêje, bira hestiyên min têke bin erdê, piştî mehekê ewê hemû ji te ra bibin kinc, midas, xişir, zêr û zîvên herî baş û bi qîmet.
Rabûn Manga Belek şerjê kirin. Goştê wê kirin sîtileke mezin û kelandin. Kê goşt kir devê xwe hema di cî da velo kir, got:
-Haho zahferan e, nayê xwarin!
Dema dîtin ku bi rastî jî goşt zelindar e, nayê xwarin ji mecbûrî gotin emê birjînin. Dema gotin emê birjînin, pîrika Elik û Fatikê got:
- Na na merjînin, bira qe zahferan be, bidin min ezê ji xwe bixum/bixwim.
Çiqa gotin pîrê zelindar e, nayê xwarin, lê pîrê tim got:
-Na, hûn bidin min, ezê ji xwe ra bixwim.
Ji ber ku pîrê zanîbû goşt ji wan ra şîrîn e. Rabûn goşt dan pîrê. Pîrê goştê xwe bir kir qelî û rakir. Û hestî jî wek ku mangê ji Fatikê ra gotibû, erd kolan, kir bin erdê.
Milet ji wan pirsî, gotin:
- Çima hûn hestiyan dikin bin erdê?
Fatikê got:
- Me ji manga xwe pir hez dikir, loma jî em naxwazin hestiyên wê bavêjin çolê, ber kûçikan.
Demek derbas bû. Rojekê gotin wele îro daweta lawê paşê ye. Keç û xortên gund hemû xwe xemilandin û berê xwe dan dawetê, gundê mala paşê.
Amojna Fatikê jî wê rojê rabû xwe û keça xwe xemiland, ji bo ku ew jî herin dawetê. Lê ji dêlî ku Fatikê jî bi xwe ra bibe, rabû beroşek vala da ber Fatikê û jê ra got:

- Heta ez ji dawetê vegerim, dibê te ev beroş tije hêsir kiribe.
De îcar Fatik jî wek çilkek zêr e, ji keça wê pir xweşiktir e. Loma jî amojna wê naxwaze kes Fatikê bibîne, ji xwe ra bixwaze. Dixwest berî Fatikê ji keça xwe ra mêrekî bibîne.
Piştî ku amojn û keça xwe çûn, pîrika Fatikê çû ba Fatikê û jê ra got:
- Fatika min, wa ye daweta lawê paşê ye, her kes diçe, ma tu nayê em jî herinê?
Fatikê got:
-Ma ezê çawa herim? Qey tu nabînî ev beroşa daye ber min û ji min ra gotiye:
-Heta ez werim, dibê te ev beroş tije hêsir kiribe!
Pîrê got tişt nabe, rehet e. Hema rabû beroş tije av kir û kulmek du kulm xwê bera nav da û li hev xist. Av wek hêsiran şor bû. Dûra jî ji Fatikê ra got:
-Tu zanî îro mehek manga te temam bûye. Hela ka em herin mêze kin çawa bûye.
Herduyan çûn ser hestiyan vekirin, mêze kirin bavo çi bibînin, hestî giş bi rastî jî bûne kinc, midasên reng rengî, xeml û xêlî, zêr û zîvê nedîtî.
Fatikê rabû xwe baş xemiland û ew û pîrika xwe ketin rê, çûn dawetê. Fatik çer ket dawetê bala lawê paşê kişand.
Lêwik tavilê ji dê û bavê xwe ra got:
- Bi erd û ezman dibê hûn vê keçikê ji min ra bixwazin. Eva ku we ji min ra xwestiye ez naxwazim.
Berî ku dawet biferike pîrê û Fatikê zû zûka berê xwe dan mal. Bi rê da tî bûn, çûn ser bîrekê ji bo ku avê vexwin. Dema Fatikê av ji bîrê kişand çima ferek qondera wê neket bîrê! Bîr kûr bû, nikanîbûn derxistana. Dev ji fera qonderê berdan û bi lez û bez berê xwe dan mal.
Fatikê kinc û xişrên xwe teslîmî pîrika xwe kir û dîsa çû serê xwe da ser beroşê û giriya. Amojna wê hat jê ra got:
- Ka te çi kar kiriye?
Fatikê got:
- Ma ezê çi karî bikim? Qey tu halê min nabînî?
Piştî demekê, merivên padîşê rojekê bîr vedan û fera qondera Fatikê tê da dîtin. Qondere gelkî xweşik bû, heta wê çaxê kesî qondereyeke wer nedîtibû. Loma jî qondere çû gihîşt destê lawê paşê. Lawê Paşê got:
- Ev qondere li nigê kê were ezê wê ji xwe ra bixwazim.
Kê keça xwe bir sol li niga nehat. Amojna Fatikê jî rabû keça xwe bir, lê sol li nigê wê jî nehat.
Gotin kî ma, kî nema?
Gotin wele tenê sêwiya filankes maye.
Paşê emir da, got bira ew sêwiya jî were.
Qeflak xulam û leşker şandin ji bo ku Fatikê bînin. Amojna Fatikê got:

-Heyran, ma hûn çi ji sêwîka me dixwazin? Ma nigê sêwiyê îcar nigê qondera ye!
Lê peyayên paşê gotin:
- Paşê carê emir daye, loma jî dibê ew jî were qonderê di pê ke (têke nigê xwe).
Rabûn Fatik bi xwe ra birin. Fatikê çer nigê xwe xist qonderê, qondere ji nigan ra bû.
Çimkî sola nigê wê bû. Piştî ku qondere ji nigê Fatikê ra bû, lawê paşê rabû Fatik ji xwe ra xwest.

Lê belê kêfa amojna Fatikê ji zewaca wê ra nehat, wê dixwest keça xwe bikira bûka paşê.
Paşê rabû dawetek heft roj û heft şevan li dar xist. Roja heftan berbû çûn bûkê bînin. Lê amojina wê rabû Fatik xist tenûrê, veşart û keça xwe jî xist dewsa (şûna) wê û bi berbûyan ra şand. Û jê ra got, "Tu yê bibêjî ez Fatik im."

Lawik dema çû ba bûkê, bala xwe dayê ku ne Fatik e, yeka reş a lêvdaliqî ye. Got:
- Tu ne Fatik e.
Lê wê jî wek ku diya wê temî lê kiribû, tim got, na ez Fatik im. Lawê padîşê got:
- Tu derewa dikî, Fatika min sipîboz bû, tu wek teniya sêlê reş î. Lêvên te wek yên devan mezin û şeltikî ne. Tu ne Fatik î.
Dotmama Fatikê bi erd û ezman sond xwar, got:
- Na ez Fatik im. Ji ber meraq û hesreta te, ez her roj, ji serê sibê hetanî êvarî wer bi çolan ra geriyam, li ber rojê mam, loma jî weha reş bûm. Lêva min jî ji ber ku ez tim digriyam û min digot birrr, birrr, şîrînê ber dilê min, ez nizanim ezê kînga te bibînim, lema ew weha qalind bûne. Û nuha jî tu bi min qayil nabî û tu dibêjî tu ne Fatik e.
Di wê nabênê da dîkê wan azan da, got:

-Fatik di tenûrê da sêl li ser, 
lêvşeltikê di pişt perdê da carî û xulam li ber,
q
îqileqî qîîî...
Dîk nesekinî, tim azan da û weha got. Çiqasî berdanê, xwestin bigrin, dîk nehat zeftê, bi vî alî û wî alî da firiya, tim got:
- Fatik di tenûrê da sêl li ser, 
lêvşeltikê di pişt perdê da carî û xulam li ber,
qîqileqî qîîî...
Dûra gotin, hela herin li tenûrê binêrin, gelo rast tiştekî wiha heye ya na.
Çûn li tenûrê mêze kirin, bala xwe danê ku bi rastî jî Fatik di tenûrê da ye.
Fatik ji tenûrê derxistin birin, kirin bûk û dotmama wê jî kor poşman şandin mala bavê wê. Û diya wê ya dîlbaz jî ceza kirin.

Bi vî hawî Fatik û lawê paşê gihîştin miradê xwe.
Çîroka min li diyaran, rahme li dê û bavê guhdaran, bêyî fesad û gelacên ber dîwaran…

(1)Ev varyanteke xemîşoka/çîroka Elik, Fatik û Manga Belek e. Varyanteke din jî heye. Sibe êvarî jî ezê wê varyanta wê pêşkêşî we bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar