15 februari 2011

Gotin mêzîna însên e...

Ez dixwazim îşev li ser feyde, kar û zirara axaftina hindik û kanîna bi devê xwe rawestim û çend şîretan li kesên zimandirêj bikim.
Îro li ciyê kar min çend gotin li ser ”zimên” û axaftina zêde gotin û di facebookê da weşandin, lê hindik bû, ez dixwezim îşev vê mijarê hinekî berfirehtir bikim.
Ziman him dost e, him dijmin e.
Loma jî dema meriv pê nikanibe ji meriv ra him dostan û him jî dijminan peyda dike..
Meriv dikane bibêje ku zimanê dirêj û gotinên zêde dijminan, zimanê kin û gotinên hindik jî dostan çêdikin...
Ziman, carnan karê baş û carnan jî karê xerab bi meriv dide kirin, carnan tiştên baş û carnan jî tiştên xerab dibêje.
Loma jî rola zimên di başiyê da jî û di xerabiyê da jî pir mezin e.
Guh dibihîze, çav dibîne lê ziman tiştê ku guh bihîstiye û çav dîtiye di qadeke fireh da bi kêm û zêdayî belav dike....
Hestiyê zimên tuneye, ziman perçeyek goştê biçûk e, lê dibe sebebê gelek tişt û bûyerên mezin. Loma jî çi tê serê meriv ji ber zimanê meriv e...
Ez bi xwe qelemê jî weke zimên qebûl dikim, loma jî tiştê bi qelemê tê gotin jî zima e.
Ziman weke şûr e, gava baş neyê bikaranîn dibe sebebê birîndarbûn û mirina meriv.
Carnan jî ew xelkê birîndar dike û dikuje, meriv dike qatil..
Hinek însan hene mixabin ne hakimên zimanê xwe ne, zimanê wan tim û tim bela serê wan e, her cara ku devê xwe vedikin, bi destê xwe xweliyê li serê xwe dikin, tim dibêjin ”DEVE”!
Dû ra poşman dibin lê pere nake...
Gotinên zêde, zimanê dirêj tim bela serê însên e.
Meriv çiqasî bi zimanê xwe kanibe û zêde nepeyive hewqasî baştir e…
Loma jî pêşiyên kurdan gotine, ”Zimano leqleq, seriyo teqreq.”
Ya jî ”Zimanê xwe birî, cîhe xwe kirî, ya jî zimanê xwe bibir, ciyê xwe bikir.”
”Ziman girtî, ser rehetî…”
Heger gotin zîv be sikût zêr e.
Gotinên xweş sedeqe ye, ji mahşerê ra nefeqe ye.
Gotina hindik edeb e, ji bo parastina emelên baş sebeb e.
Lê ne pêşiyên kurdan tenê, alim, zana û fîlozofên miletên din jî li ser gotinên pir û zimanê dirêj bala însanan kişandine û gelek wecîz li ser gotine.
Ji van fîlozofan yek jî Konfuçyus e.
Konfuçyus gotiye:
”Meriv ji axaftina hindik pir hindik û ji axaftina zêde jî pir zêde poşman dibe.”
Lê ji bo fêmkirina vê şîretê jî aqil lazim e…
Ya xerab li ba hinekan ew jî têra xwe tuneye…
Dîsa li ser zimên û gotinê şîreta sê hukmûmdaran jî meşhûr e.
Dibêjin rojekê sê hukumdar hatine ba hev û şîret li hev kirine.
Yekî gotiye:
-Hemû poşmaniyên min ji ber gotinên ku min gotine bûye. Ji tiştê min negotiye ez qet poşman nebûme.
Yê duyem gotiye:
-Gotinên min negotine ez xwediyê wan im. Lê belê ez bûme êsîrê gotinên ku min gotine.
Yê sêyem jî gotiye:
-Ji gotina hin gotinan ra hêza min têr kir, lê belê hêza min têr nekir ku ez wan paş da bigrim...
Rast e, meriv ji gotina ku meriv negotiye poşman nabe, nabe êsîrê peyva ku meriv nekiriye û tiştê meriv got jî nikane paşda bigre.
Ji ber ku gotin weke tîrê ye ku carê ji kevên pengizî, paşda nayê...
Welhasil, gotin mêzîna însên e, yê zêde ziyan, yê hindik kar e...

2 kommentarer:

  1. Cîran,
    Ne hemû car. Ku bê bîra te ji ber nexeberdan û kêm gotina hinek serok û berpirsiyarên me, me digot qey ew pir tije ne. Malsef pirê wan berevajî ku em wek difikîrîn derketin.
    Slav.

    SvaraRadera
  2. Cîran tu rast dibêjî, "dengnekirin, zimankinî" carnan jî dikane bibe xêliya nazanî û cahiliyê...
    Lê helbet di her tiştî da îstîsna hene, îstîsna qaîdeyê xera nake...

    SvaraRadera