05 januari 2011

Tiştekî dûrî aqilan e lê rast e...

Evdile Koçer îro karekî pir baş kir.
Ma we dizanîbû ku malpera BDP-ê ya resmî û ji 98 belediyên BDP-ê malperên 90 hebên wan hîn tenê bi tirkî ne?
Xêra Evdile Koçer ez bi xwe îşev viya fêr bûm*.
Ji ber ku min bala xwe nedabû malperên hemûyan.
Yê Evdile Koçer jî Xwedê ji qeza û belan bistirîne ne çav e, tu dibêjî qey "teleskop" e, tiştmişt û tozmozên herî biçûk dibîne...
Lê henek li aliyekî esas ev nimûne, yanî nekurdîbûna malpera BDP-ê bi serê xwe komediyeke pir mezin e, yanî sosireteke giran e...
Bala xwe bidinê ev çend heftene BDP ji bo serbestbûna zimanê kurdî ketiye gewriya dewletê û hukûmetê, li Kurdistanê her roj milet radike ser nigan, dibêje kurdno ji dewletê azadiya zimanê xwe bixwazin.
Plaket, bandrol û etîketên bi kurdî yên buhayê û navê û pîvaz û firngiyan li ser didin destên diya min, pîrika min û dikandarên analfabet, ji qahwexane û aşxaneyan ra dibêjin menuyên xwe bikin kurdî, tabeleyên xwe bikin kurdî, lê ew bi xwe malpere xwe ya partiyê nakin kurdî.
Nakin çimkî tiştekî wiha nayê bîra wan, çimkî asîmîlasyonê refleksên kurdayatiyê li ba gelek însanên me jar kiriye.
Wek di nivîsa xwe ya li ser Abîdîn Parilti da jî min gotibû, sebebên vê bîrnebirinê yên îdeolojîk û psîkolojîk hene.
Em bibêjin heger Evdile Koçer hevserokê BDP-ê ya jî berpirsiyarê malpera BDP-ê bûya, ne mimkûn bû ku te kurdiya wê jî çênekira.
Bi rastî jî meriv matmayî dimîne, partiyek ji dikandaran dixwaze ku ew nav û buhayên pîvaz û firingiyan bi kurdî binivîsin, lê ew bi xwe malpera xwe ya fermî nake kurdî, hewcedariyeke wiha nayê bîra berpirsên partiyê.
Mîsala ji 98 belediyên BDP tenê malperên 8 heban bi kurdî-tirkî ne jî bi serê xwe numûneyeke trajîk e.
Ne ku însanên me xerab in, ya jî naxwazin.
Na, bi baweriya min dixwazin, lê bi xwe bîr nabin, ev aliyê wan yê netewî zeîf bûye, loma jî dibê hinek ji wan ra bibêjin.
Dema meriv bi tiştekî nizanibe meriv jê ditirse, li ber çavê meriv pir mezin dibe, dibe çiya…
Kurdî(nivîsandin, xwendin) nuha li ber çavê kurdan bûye çiya, dema meriv doza nivîsandin û xwendina kurdî li wan dike, diqutifin.
Însanê nizanibe ajnê bike ji avê pir ditirse, wisa bawer dike ku dema têkeve avê ewê tavilê bifetise.
Lê ji bo fêrbûna ajnê dibê meriv têkeve avê, ji ber ku ajnêberî di nava avê da tê fêrbûn.
Kurdî jî wisa ye, ji bo ku meriv fêr bibe, dibê meriv bixwîne, binivîsîne û bipeyive.
Loma di vê merheleya pêşî da dibê meriv tim wiha bala wan bikşîne û bi wan ra bibe alîkar, ew bi xwe ne dibînin û ne jî diwêrin vê gavê bavêjin.

*Biborin, ev xeber ne ya Evdile Koçer e, ya HAWAR.NET-ê ye, Evdile Koçer ji HAWAR NET-ê girtiye, lê bala min nekişand.
Ji bo vê şaşiyê ez lêborînê ji hevalên HAWAR NET-ê dixwazim.

2 kommentarer:

  1. Mamo,

    Evkarin sibe bi gotineke Apo dev ji kare ziman berdin.

    Gelek bas dikin di mesesela zimen de le ez ne bawer im e bidominin.

    Haho

    SvaraRadera
  2. biji kek Zinar,te tistek pirr intresant ditiye.milletek bi zimane xwe te zanin.BDP parti ya heri mezin e.Ger ew ji kurdi bi kar neinin de ki bi kar bine?Beri her tiste,dive meri ji xwe dest pe bike,ji bo ku bibe rehbere millete xwe. Silav u rez. Naci

    SvaraRadera