05 januari 2011

Gazinek ji belediya Swêregê û hemû swêregiyan

Ev banga jêr, do min li hevalên swêregî û li belediya Swêregê kir.
Min xwest weke her bajarî, Swêreg û belediya Swêregê jî beşdarî çalakiyên duzimaniyê bibin, ew jî li zimanê xwe xwedî derkevin.
Di ser nivîsa min ra tam 22 saet derbas bûne, lê heta nuha hîn yek hevlekî swêregî jî ne kêfa xwe ji nivîsê ra aniye û ne jî şiroveyek kiriye, ya jî dîtina xwe gotiye.
Ez fikirîm, min ji xwe ra got, gelo min tiştekî xerab kiriye, gelo min ji belediya Swêregê û swêregiyan daxwazeke ne li rê kiriye ku kes ne dibêje him, ne ne dibêje gim, yanî ne dibêje te baş kiriye, ne dibêje te xerab kiriye, ne dibêja tiştê tu dibêjî rast in, ne jî dibêjin tiştê te dibêjî şaş in...
Ez dizanim belediya Swêregê ne di desyê BDP-ê da ye, lê ev yek nayê wê maneyê ku emê doza tiştekî lê nekin û ji xelkê ra bihêlin.
Ev nayê wê maneyê ku emê li Swêregiyan nekin gazî û hawar ku ew jî li zimanê xwe xwedî derkevin û di vî warî dahin gavan bavêjin.
Ez wek şexs, xwe ji eşîra xwe, ji bera xwe, ji malbata xwe, ji gund û bajarê xwe mesûl dibînim, başiyên wan kêfa min, xerabî û şaşiyên wan jî min diqeherîne.
Guhê min tim li ser merivên min û bajarê min e, dema ez dibînim di xebata netewî da sist in ya jî hinek kes tiştên ne lir ê dikin, ez fikrê xwe dibêjim, ez telefonî der û doran dikim, ez di bloga xwe da, di facebookê da dinivîsim, ji tiştên baş ra kêfa xwe tînim, pesnê wê xebatê didim û tiştê şaş jî rexne dikim.
Helbet ez ne bavê mile tim ku xelk guh bide min, belkî car hebe diya min jî bi ya min neke, ez bi viya dizanim, lê ev nabe sebeb ku ez bêdeng bimînim.
Bi dîtina min, tesîra meriv hebe tunebe, dibê tim guh û bala meriv li ser malbat û herêma meriv be û li hember bûyerên diqewimin dibê meriv bêdeng nemîne, aktîv be…
Mesela dema min bala xwe dayê ku ji bo xebatên duzimaniyê ji Wêranşarê tu deng dernakeve min nivîs li ser nivîsê nivîsî, min ji belediya Wêranşarê û çend malperên wêranşariyan ra e-meyl şandin, min got, çima hûn tiştekî nakin, çima ez dengê we nabibihîzim?
Îcar bikin nekin ew tiştekî din e, lê ez wezîfeya xwe tînim cî, ez "dersa" xa baş dixebitim...
Ez ji belediya Serêkaniyê, ya Qezê, ya jî ji ya Sirûcê ra bibêjim, ji ber ku ez ne ji wir im kes guh nade min.
Loma jî dibê swêregî ji belediya Swêregê, sirûcî û Hîlwanê jî ji belediyên Sirûc û Hîlwanê ra bibêjin.
Yanî dibê her kes bi herêm û bajarê xwe ra têkeve têkiliyê û bi rengekî bêwestan tim doza xebata kurdayetiyê li wan bike.
Lê ez bala xwe didimê kurd wiha nakin, kes doza tiştekî li bajarê xwe, li belediya bajarê xwe nake...
Bi dîtina min ev şaş e, dibê meriv bike.
Xebata siyasî ne şert e ku tim rû bi rû were kirin, ya jî dibê meriv li wir be, tiştê herşev em di înternet û facebookê da dinivîsin û belav dikin jî xebateke siyasî ye û pir û pir girîng e.
vê teknîka nuh îmkaneke pir mezin daye me kurdan, lê em baş û têra xwe jê feydeyê nabînin, em wexta xwe bi tiştê vala diborînin.
Eifikire, meriv li mala xwe rûniştî be lê dîsa jî her şev bikanibe here bajarê xwe û bi sedan keç û xortî ra bipeyive.
Meriv li wir be jî nikane her roj xwe bigihîne hewqas însan.
Ma ji viya çêtir çi heye?
Heger ne derew e kerem kin bixebitin.
Li derveyî Kurdistanê bi sedhezaran kurdên siyasî hene û piraniya wan jî dikanin vê xebata min qal kir bikin.
Lê ez bawer nakim dikin, heta sibê li telewîzyonên tirkan û leqleqa vala temaşe dikin.
Ez her şev xwe digihînim bi dehan xortên wêranşarî û ji wan ra propagandeya kurd û Kurdistanê dikim, ev gelkî girîng e.
Ez li wir bûma jî minê eynî tişt bigota...
Bi dîtina min dibê her kurdê xwedî înternet û kompîtor eynî tiştî bikin,bala wan jî tim li ser bajarê wan be û dema hewce be midaxele bikin.
Îmkana xebatê li her derê heye, tenê dibê daxwaz hebe...
Banga ku do min di facebookê da belav kiribû ez wê jî li jêr diweşînim.

”Bangek li Belediya Swêregê û hemû swêregiyan
Banga BDP-ê ya ji bo ”jiyana duzimanî” di nava kurdan da olan da, tevger roj bi roj berfirehtir dibe.
Li gelek bajarên Kurdistanê gel bi dil û can zimnê kurdî derbasî jiyanê dike,
Rojê çend bajar beşdarî vê xebatê dibin û bi alîkariya belediyên BDP-ê dikandar tabeleyên tirkî radikin û yên kurdî bi di şûna wan da bidarde dikin.
Qahwe û û aşxane menuyên xwe dikin kurdî, fêkîfiroş û sebzefiroş jî etîketên kurdî yên belediye li wan belav dike datînin ser eşyayên xwe.
Beleyên mizgeftan xutbeya roja îniyê bi kurdî dide.
Yanî li her derê her kes li gor hêza xwe tiştekî dike.
Bala min lê ye Swêrega bajarê liberxwdanê û ”şoreşgeran” bêdeng e.
Heta nuha min ji Swêregê tu deng nebihîst.
Di vê xebata netewî û kurdewarî da Swêreg çima hîn bêdeng e?
Belediya Swêregê di vî warî da çima gavekê navêje, çima alîkarya esnaf û dikandaran nake?
Ma qey belediya Swêregê ne ya kurda ye?
Ma qey swêregî ne kurd in?
Wek bajarên din çima hûn jî li zimanê xwe xwedî dernakevin?
Ma qey hûn ji zimanê diya xwe hez nakin?
Ma qey hûn ji kurdbûna xwe fedî dikin?
Dibê Swêregê nuha pêşengî bikira, dibê Swêreg wiha ne bêdeng bûya.
Dibê Swêreg neketa vî halî…
Not:
Gelî swêregiyan, rica min ji we vê banga min bigihînin Belediya Swêregê û malperên swêregiyan.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar