25 januari 2010

Kurdî şekir e lê tirkî ŞÎRÎNTIR e

Di înternetê da platformeke bi navê ”Dîwanxane”yê heye, ez jî endamê vê komê me.
Li gor şîar û ”destûra komê”, Dîwanxane, platformeke azad û serbixwe ye û koma hemû kurda ye.
Di şîar û destûra komê da bi şiklekî vekîrî û zelal nayê gotin kîjan ziman(kurdî ya jî tirkî)zimanê komê ye.
Lê tê gotin ku ”ewê dora pêşî bidin mesajên kurdî…”
Ev jî tê wê maneyê ku zimanê komê xurî ne kurdî ye, bi qasî kurdî azadiya tirkî jî heye û kî bi kîjan zimanî binivîse serbest e.
Ev yek ji alî moderatoran ve heta nuha bi vê zelaliyê nehatibe gotin jî lê di praktîkê da wiha bûye, erê carnan ji bo nivîsîna bi kurdî hin nesîhet hatine kirin lê tu carî rê li ber tirkî nehatiye girtin.
Dema ez bûm endamê Dîwanxaneyê hêvî û baweriya min ew bû ku di pêşerojê da zimanê komê ewê bibe kurdî.
Û ji bo vê yekê jî min gelkî hewil daye…
Lê mixabin heta nuha wiha nebû û kesî jî nexwest zimanê komê bibe xurrî kurdî.
Yanî moderatoran negotin em nivîsên bi tirkî naweşînin.
Çendakî berê kurdekî bi navê Cevdet Akbay, li ser PKK-ê û Ocalan nivîsek nivîsî, nivîs bû sebebê minaqeşeyeke mezin û berfireh û hîn jî berdewam e.
Camêr ji şûrê xwe tûjtir e, pêra digihîne bersîva herkesî bide.
Ez bi xwe matmayî mame, însan çawa dikene rojê hewqas nivîs binivîse, pir xerîb e.
Ev demeke Dîwanxane ketiye bin bandora vê minaqeşeyê, mijar tenê rexne û bersîvên Cevdet Akbay e.
Îcar ji ber ku Cevdet Akbay bi tirkî nivîsî bû, loma jî hemû bersîv jî bûn tirkî. Û bi vî şiklî tirkî ji bi temamî bû zimanê Dîwanxaneyê.
Êdî herkesî dest bi tirkî kiriye, heta kesên hema qet bi tirkî nedinivîsandin jî vegeriyane tirkî.
Mane ji gelekan ra xweş bûye, kêf kêfa wan e.
Ez bi xwe ji vê yekê gelkî nerehet im.
Lê tiştek ji dest min nayê…
Kêfa min ji komên wiha tevlihev ra pir nayê, ez dixwazim koma Dîwanxaneyê bibe komeke kurdîaxêv û cî nede tirkî.
Dema wiha nebe ewê tim problem derkevin.
Bi ya minn dibê moderator û endamên komê di warê zimên da biryara xwe bidin, em komeke çawa dixwazin?
Li gor dîtina min, dibê kesên kêfa wan ji tirkî ra tê û dixwazin bi tirkî binivîsin û bixwînin, dibê ji xwe ra komeke li gor vê daxwaza xwe çêkin.
Yên dixwazin tirkî û kurdî tevlihev be, bira ew jî ji xwe ra tiştekî wisa yanî komeke tevlihev çêkin, ew jî mafê wan e.
Lê kesên weke min difirkirin, yanî kesên ku tenê kurdî dixwazin, dibê ew jî koma xwe li gor vê prensîbê çêkin û tenê destûrê bidin mesaj û nivîsên kurdî, tirkî qebûl nekin.
Karekî wiha ji dest min nayê, ez ji teknîkê qet fêm nakim û wexta min jî tuneye, lê dema hinek komeke wiha çêkin ezê bibim endamê wan yê pêşî.
Kêfa hin hevalan ji axaftin û nivîsîna tirkî ra tê, ya jî jê nereht nabin, lê ez dibim û naxwazim di civateke tirkîaxêv û ya jî tevlihev da rûnim.
Tercîha min hertim civat û hevalên kurdîaxêvin.
Ev ne mesela dijminatiyê ye, mesla hezkirinê ye.
Hinek kes ji pinpinîkan hez dikin û diherin dibin endamê komeleya pinpinîkhezan.
Lê hin kes jî kewa hez dikin, dibin endam û hevalên kewfir û kewhezan. Hinek kes ji basketê, hin kes ji futbolê hez dikn û diherin dibin endamên wan kulûban û li gor destûr û şertên wan hereket dikin.
Mesela me jî wiha ye
Bêyî veqetandineke wiha ez tu riyeke din nabînim, ya herî baş ew e ku kî ji kîjan zimanî hez dike, dibê wê komê ava bike û bibe endamê wê.
Îro min bala xwe dayê, Cevde Akbay bersîva Seîdî Sîsî bi zazakî daye û him jî gelkî xweş nivîsî ye.
Min nizanîbû zazakiya wî hewqasî baş e.
Kêfa min hat û min hinek jî keda xwe tê da dît. Ez bawer dikm ev berhema ”derzî û şûjin, kevir û kuçên” min e…
Bi ya min zazakiya wî ji tirkiya wî ne xerabtir e. Bi qasî tirkî, bi zazakî jî xwe xweş îfade kiriye.
Yanî dema bixwaze dikane bi zazakî binivîsîne.
Wê demê mesele ji mecbûriyetê bêtir, daxwaz û tercîheke siyasî ye.
Moderator Serger Barî, ji bo nivîsandina bi kurdî ji endamên komê tenê tika dike, kesî mecbûr nake.
Mesela ji bo Cevdet Akbay ra dibêje, ”Ez heyanî niha rastî heqareteke birêz Cevdet Akbay nehatime, ezê çima nivîsên wî asteng bikim?”
Maneya vê bersîva Serger Barî ew e ku , heger heqaret tê tunebe ewê her nivîsa tirkî biweşîne, dixwaze bira rojê bi sedan nivîs bên.
Jixwe hemû mesele di vir da ye.
Ez vê şêlê rast nabînim, lê mafê wî ye ku wisa bifikire. Tercîha wî komeke wiha ye, komeke kurdî û tirkî tevlihev.
Em kesên ku ji vê tevliheviyê ne razî ne ya dibê em ji Dîwanxaneyê veqetin û ji xwe ra komeke kurdîaxêv çêkin ya jî divê em zêde pêşda neçin...
Gave em pir israr bikin, hevalên moderator dikanin bibêjin, koma me ev e, heger kêfa we jê ra nayê û nayê hesabê we kerem bikin jê derkevin.
Tiştê min fêm kiriye, kurd, kurdî bizanibin nizanibin destê wan ji axaftin û nivîsîna tirkî nabe.
Dewleta tirk, tirkî li kurdan qedxe bike jî kurd qebûl nakin, ewê serî hildin, ewê îsyan bikin, ewê tirkiyê bihejînin...
Çend kesên weke min ji xwe ne normal in û kes guh nade wan, em di nava kurdan da bûne weke “teyrên kel eyna”, em cîlekî li ber qedandinê ne, bûne malê muzeyê...
Kurdî şekir e, lê tirkî şîrîntir e...

2 kommentarer:

  1. Spas jibo ve nivisa te yan heja.Gotineke kurdi heye dibe"firmana dare ji kurme dareye".Jixwe "rewsenbir,niviskar, siyasetmandare kurd ku bi tirki xabata xwe dikin wan kurdistan u zimane kurdi kirin bin lingande u kurd kirin tirk.Wey xweliya heft tifika li sere wan kurde ku bi zimane tirki di peyivin u di nivisin.Seetan wan nexwesbe.

    Merdiniye

    SvaraRadera
  2. Xalo
    Ez jî sedî sed tev li fikrên te, kek Merdiniye u Pîran Tîr dibim. Bi dil u can îmzeya xwe tavêjim binê hemî tîp, peyv u hevokan. Milletê me kurdan hîn jî li duv hecuc u mecucan diche u tê. Nizane ku va ye zimanê kurdî herrojê gaveke din nêzîkî mirina xwe ya bê dawî dibe. Bi zanîna min xelkên din ji bo ku rê li ber vê yekê bigirin rewshên awarte îlan dikin, tu tevgereke din qebul nakin. Lê em tev da bune marê mala xwe u ha ha hejayiyên xwe ji holê radikin, ji bo ku em bibin tirkên doshirme.
    Welle pir sherm e, bê wîjdanî ye.
    De bila ew camêrê tirkîperest ji min sherm bike. Heger yekî wekî min ji bajarê ku herî zêde asîmîle buye bikare hînî kurmancî bibe, gerek ew ji min sed carî bashtir biba.
    Chi bêjim xalo, ku mirov da xîret tunebu, dixwaze bila di navika Kurdistan-ê da hatibe dinê, tishtek naguhere (tu jî dibînî xalo, Erzingan mejbur e ku bibe paytexta Kurdistan-ê, wekî din ev îsha chareser nabe welle).

    Silavên hêja

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera