24 januari 2010

Bersîva Cevdet Akbay

Birêz Cevdet Akbay, te pirsa gelo ez "bi zazakî dizanim ya na?" ji min kiriye, belê, ez dikanim zazakî bixwînim û jê fêm jî dikim.
Lê nikanim binivîsînim.
Dema tu bi zazakî binivîsînî ezê ji te fêm bikim.
Yanî ji bo vê ne hewceye tu bi tirkî binivîsînî.
Jixwe min berê jî gotibû, ez nikanim bi soranî jî binivîsnim, lê jê fêm dikim û dikanim bixwînim. Bêguman meriv bikanibe bi hemû lehçeyên kurdî binivîsîne baş e, lê zahmet e, bes mriv dikane fêrî axaftin û xwendinê bibe.
Ev jî têr dike û jixwe tiştê ji me ra lazim e jî ev e.
Dibê em ji hev fêm bikin…
Ez him ji soranî û him jî ji zazakî fêm dikim û dikanim bixwînim, helbet ne weke kurmancî, lê têra min dike.
Loma jî ez dibêjim bira soran bi soranî, zaza bi zazakî û kurmancî bi kurmancî binivîsin û ji hev fêm bikin.
Meriv nenivîse, nexwîne, nepeyive fêrî lehçeyên hev nabe.
Weke doçent û mamostê kîmayayê dibê tu jî hewqasî bizanibî…
Ji bo ku tu û kurmanc fêrî lehçeyên hev bibin dibê hûn bi lehçeyên xwe bi hev ra bipeyivin û binivîsin. Ji bo fêrbûnê tu riyeke din tuneye.
Bahaneya ez bi kurmancî nizanim û kurmanc jî zazakî nizanin loma ez bi zazakî nanivîsim xîlafî heqîqet û xapandin e.
Ji bo min hejmar(kemîyet) qet ne mihîm e, kar û netîceya wê(keyfiyet) mihîm e.
Tiştê ez dikim feydeyê digihîne kê, zirarê dide kê, ew girîng e.
Ziman, ji bo kurdan ne tenê wasiteyeke mesajdanê ye(Ben dili, mesaj anlatmak icin kullanilan bir arac olarak goruyorum),ew sîleh û wasiteyeke asîmîlasyonê ya herî girîng û herî tahlûkeye jî.
Weke mamosteyekî zanîngehê dibê tu viya bizanî.
Tu merivekî akademîsyen î û hişê te dihere ser gelek tiştî, tu başî û xerabiyê, rastî û çewtiyê ji gelek kesan bêtir û baştir ji hev digerînî.
Bi kêmanî tu aqilê xwe pir razî ye.
Çimkî ev çend roj in tu wer aqil didî xelkê.
Yanî tu dizanî ku ji bo miletê te çi baş e û çi xerab e.
Wê demê ka ji min ra bibêje, li hember asîmîlasyonê dibê kurd çi bikin, çi xweliyê li serê xwe kin?
Tu weke mamostayekî dizanî ku dewlet bi zor û bi xapandin dixwaze zimanê kurdî bihelîne û dûra jî kurdan bike tirk.
Li hember vê siyaseta dewletê pêşniyara te çi ye, divê kurd çi bkin?
Lê li hember vê plan û armanca dewletê pêşniyara te teslîmiyet e, tu dibêjî tiştekî em bikin tuneye, dibê em asîmîlasyonê qebûl bikin û bibin tirk.
Heger tu eksê vê dibêjî kerem bike, konkret pêşniyara xwe bibêje.
Li ser mesela Ocalan, dîtinên min diyar in, dema hewce be ez dinivîsim û rexne dikim.
Loma jî li ser Ocalan tiştekî bi te ra minaqeşe bikim tuneye.
Lê îdîeya PKK-ê tu feyde negîhandiye kurdan, tenê zirar daye wan ne rast e û akademîsyenekî weke te dibê viya nebêje.
Hema carê salên 1980-î û nuha bide ber hev, 25, 30 berê tevgera kurd ya netewî di kîjan konaxê da bû îro di kîjan qonaxê da ye?
Tu jî zanî ku 30-40 berê têkoşîn û şerê bi dewletê ra li ser hebûn û tunebûna kurdan bû, kurd hene yan tune ne?
Navê kurdan ”dogulu” bû…
Lê îro minaqeşe li ser federasyon, otonomîyê ye, li ser şiklê statuya kurdan û riya çareseriyê ye.
Do, kurd tirkên çiyayî û zimanê wan jî lehçeyeke tirkî bû.
Lê îro di telewîzyona dewletê bi zimanê kurdî 24 saetan weşan heye.
Li Kurdistanê 100 belediyên 100 bajarî di destê kurdan da ye.
Di meclîsa Tirkiyê da gurûba kurdan heye.
Li Kurdistanê gelek bajarên ku do kela dijmin(CHP û yên din)bûn îro bûne kela kurdan û kurd lê ji sedî 60-70-î rayan distînin, piştî qetlîama Dêrsimê li Kurdistanê ev cara pêşî ye kurd li hember dewleta tirk dibin xwedî hêz û dikanin 3-4 milyon ray bigrin.
Ev tiştekî pir mezin e.
Dewlet ne bi şer û ne jî bi siyasî êdî nikane bi kurdan, loma jî tim teror û şîdetê bikar tîne.
Îro di her civîn, semîner, konferans û platformê da kurd bi rehetî qala navên Kurdistanê, federasyon û heta serxwebnê dikin.
Ev hemû ji ezmanan da nehatin, bi xebat û fedekariya însanan hate meydanê.
Di van qazanc û destkeftiyên îro da bêguman par û keda her hêzê, her kurdê welatparêz heye, lê ya PKK-ê ji hemûyan bêtir e.
Ji ber ku her kesî li gor hêz û qeweta xwe xizmet kiriye û kedek aniya ortê.
Ev rastî bi înkarê ji ortê ranebe.
Tu li hemberî hertiştê PKK-ê be jî dibê tu vê rastiyê jî înkar nekî.
Lê tu înkar dikî, ev jî diyar dike ku tu ne merivekî objektîv û rastgo ye.
Dibê meriv şaşî û xerabiyên PKK-ê bibje, lê xebata wan ya bi salan û keda wan jî înkar neke.
Rast e PKK-ê tiştên pir ne li rê, karên pir xerab jî kirine, min gelek caran ev yek gotiye.
Lê li alî din PKK-ê ji vî miletî ra gelek xizmet jî kiriye, bûne pêşeng û alîkarî gelek pêşketinên mezin jî, gelek tabû şikandine.
Bi kurdî rojnameyên rojane derxistine, telewîzyona kurdî vekirine, partiyên kurd danîne û gelek tiştên din...
Yanî îro li Kurdistanê kurd xwedî çi maf îmakan bin, di van da par û keda PKK-ê ji ya her kesî bêtir e.


Bersîva Cevdet Akbay.Ji bo ku xwendevan meselê fêm bikin li gel ku bi tirkîye jî ez diweşînim.

Sayin Zinare Xamo;
Dil konusu daha once de gundeme geldi. Benim anadilim Zazaki'dir, ama maalesef Zazaki'yi cok rahat yazamiyorum, yazsam bile bu gruptakilerin yuzde 2'sini ya okur ya okumaz.

Kurmanci'yi konu$ulunca idare edecek kadar anlarim, ama yazisindan okumak zorluyor beni. Ben bunu kendi acziyetime ve tembelligime veriyorum, ovunulecek birsey olarak gormuyorum. Kurmanci'yi kendi capimda ogrenmeye calisiyorum. Siz sevgili Zinare Xamo, Zazaca'yi biliyor musunuz mesela?

Turkce'ye gelince... Ben dili, mesaj anlatmak icin kullanilan bir arac olarak goruyorum. Turkce'yi kullanmam onu kutsadigimdan degil, bu gruptakilerin yuzde 90'indan fazlasi, belki yuzde 100'u Turkce'yi anliyor. Kurdce yazabilen yazsin (ben yazilanlari okumaya calisiyorum).

Fakat, sevgili Zinare Xamo, Turkce yaziyorum diye, bunu bahane ederek, bunu firsat bilerek bana tokat sallamayiniz lutfen. Varsa muhalefetinizi dolambacsiz yapiniz lutfen. Durustce birsey degil yaptiginiz.

Dostlukla
Cevdet

Ji bo ku di nivîsa xwe da min navê Koma Dîwanxaneyê nenitirandiye Rojda Xanimê bi cend gotinan ez rexne kirime. Min ev rexneya wê di cîda dît û loma jî rexneya wê jî li jêr diwesînim.
Lê dibê bête zanîn ku ev yek ne tiştekî qestiye, tenê jibîrkirineke bêhemdî ye.

Rexneya Moderatora Koma Dîwanxaneyê Rojda Xanim:

Kekê Zinarê Xemo,

Te bersiva Kekê Cevdet daye û di bin nivîsa xwe de bersiva birêz Cevdet jî weşandiye lê mixabin navê koma Diwanxane di nivîsa we de qet derbas nabe. A rastî em xemgîn bûn.

Divê navê Diwanxane jî tê de derbas biba, ne wisa kekê?

Silav û rêz,
RoJdA
Moderatora Koma Diwanxane

3 kommentarer:

  1. Xalo,

    Bi rastî jî Cevdet Akbay "kurmê darê" yê herî bê qelîte ye. Koleyê zimanê qetîlan yê tirkan e. Ha ajanekî tirkan ha Cevdet Akbay, eynî lanet e. Pênc qurush qîmeta zimanê kurdî jî di mêjiyê wî yê tirkîperest da tune, ji dewleta tirkan bêtir xayînê zimanê kurdî ye. Kesên weha qure u hevriyên tirkan nikarin tenê peyveke kurdî jî ji dijminan xelas bikin.

    Lê ez xemgîniya Rojda Xanim'ê qet fam nakim. Him Dîwanxane kirine ciyê zimanê tirkan u di asîmîle kirina kurdan da wekî MÎT-a tirkan kar dikin u him jî xwe li mesumuyetê datînin. Qet nayê bîra wan ku hinekî jî bo zimanê kurdî yê ku berbi goristanê tê kishkishandin li ber xwe bikevin, tirkî ji Dîwanxanê derxînin.

    Silav u rêz
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Wey tu bi xêr û xweşî hatî xwarziyê delal, ji zûdave ye tu jî bûyî "hîva bin ewr", geh derdikevî û geh wenda dibî...
    Lê baş e carnan wiha teşrîfî feqîrxaneya me jî bike, bi silav û ziyareta "xwarziyan" ez kêfxweş dibim.
    Bimîne di xweşiyê da

    SvaraRadera
  3. Xalo,

    Zor spas jibo eleqeya te. Her chiqas shîroveyan nenivîsim jî, bi rêk u pêk nivîsên te dixwînim. Ango hertim di vê kuncikê da.

    Silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera