05 december 2009

Tirkiye qilçixê di çavê xelkê da dibîne sêwanê di çavê xwe da nabîne

Nivîskarê rojnameya Starê Ergun Babahan merivekî gelkî hêja ye, li ser kurdan nivîsên pir giranbuha dinivîse.
Di çapemeniya tirk da merivên weke Babahan rastgo û demokrat kêm in. Her nivîseke wî ji ya din çêtir e.
Babahan, di nivîsa xwe ya îro da dîsa li ser durûtiya tirkan û siyasetmedarên tirk disekine û rewşa kurdan bi referandûma Swîsreyê ya li ser mizgeftan ra miqayese dike.
Babahan dibêje, ji roja ku Tirkiye ava bûye û virda ye mesela kurd heye. Ji ber ku dewleta tirk li ser sozên ku di Peymana Lozanê da dabû nesekinî kurdan hetanî nuha gelek caran serî hildaye û dest avêtine çekan.
Û li ser vê jî, dewletê tim xwestiye ku bi zulmê, bi şîdetê, bi riya asîmîlasyon û koçberkirinê mesela kurd hel bike.
Û ji sala 1980-î virda ye ku Tirkiye rûbirûyê serîhildana kurdan ya herî mezin e. Babahan dibêje, Tirkiye dixwaze vê serîhildanê jî bi şîdetê bifetisîne, lê ev ne tu rê ye.
Li gor Babahan, li ber Tirkiyê riyek tenê heye, ew jî çareseriyeke demokratîk e. Lê li hember vê riyê jî merhaleyeke pir tevlihev û faktora Abdullaj Ocalan heye.
Babahan dibêje, Ocalan ditirse ku piştî vê merheleya çareseiriyê ew were jibîrkirin.
Û ji ber vê yekê jî ”lîçika pozê xwe, êşa çavê xwe, 20 cm biçûkbûna hucreya xwe dike bahane û rêxistinê derbasî hereketê dike."Û rêxistina DTP-ê jî di teqereqê da bê fonksiyon dimîne.
Babahan dibêje, bi vê riyê Ocalan dixwaze nîşan bide, heta ku destûra wî nebe, heta ku ew ronayiyeke xelasiyê nebîne çareserî ne mimkûn e.
Û xortên ku bi îşareta Ocalan derbasî hereketê dibin jî DTP-ê li pey xwe dikşînin.
Ji ber ku li Kurdistanê hêza esasî ew in, tenê ew yanî PKK, dikane girseyan derbasî hereketê bike.
Ev tespît û analaîza Babahan rast e û di ciyê xwe da ye. Hin caran hin çalakiyên dibin bi heq in û dibê meriv pêştgiriyê bidê.
Lê çalakiyên van rojên dawî yên ji bo 17 cm. biçûkiya hucreya Ocalan bi rastî jî maneye û wek tê zanîn kêla maneyan jî tu carî tije nabe.
Ocalan dixwaze nîşanî hukûmetê bide ku dema ew bixwaze, ew dikane serê hukûmetê biêşîne û jê ra gelşan peyda bike.
Hemû mesele ev e, hucre 77 mîtro be jî ferq nake, ji bo tevliheviyê Ocalan ê maneyeke din bibîne.
Piştî vê, Babahan li ser referandûma Swîsrê ya li ser minareyan radiweste û dibêje, nîjadperestiya Siwîsreyê ya bi minareyan ra xwe da der, li Rojavayê Tirkiyê li hember kurdan derdikeve ortê.
Babahan dibêje, Siwîsre minareyê yasax dike, îzmîrî jî kurdên bi nasnameya kurdayetiyê siyasetê dikin kevir dike(dide ber keviran).
Siwîsrî ji misilmanan daxwaza înkara nasnameya wan dike, tirk jî ji kurdan daxwaza jiyaneke li ser esasê înkara nasnameya wan dikin.
Li gor Babahan, herdu daxwaz jî neheq in, zulm e û yasaxkirin e.
Babahan dibêje, minareyên ku Tirkiyê jî qedexe kirine hene, lê ew ne di zanîna wê da ne.
Mesela:
”Kurd, elewî, çep…
Vana hemû jî minareyêîn vî welatî nme.
Vana sembolên yasaxa bêyî refarandûm in. Dema hûn ji Swîsreyê ra xeberan didin hela carê di neynikê ra li xwe binêrin. Ew dibêjin Swîsre ya Xiristiyanan e, hûn dibêjin Tirkiye ya tirkan e.”
Berê nivîssên wiha tenê di kovar û rojnameyên kurdan dan da dihatin weşandin, lê îro rojnameyeke weke Starê da jî derketine nivîsên wiha bêguman pêşketetineke mezin e
Bêguman berê jî Babahan û kesên weke wî hebûn û bîra van pirsan dibirin, ev durûtiya tirkan dizanîbûn, lê newêrêbûn bipirsiyana.
Ferq, îro diwêrin vê pirsê bikin.
Piştî ku terk li vî dîwarê tirsê ket, rojekê jî ewê bihedime…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar