03 december 2009

Dibê Selîm Dîndar teslîmî axa Kurdistanê bibûya...

Do êvarî li Stenbolê li herêma Kadikoyê Komeleya Cizîriyan ji alî du kesan ve(bav û law)hate gulebarankirin.
Di êrîşê da 6 kes birîndar bûn û kurdekî bi navê Selîm Dîndar jî bi 7 guleyan hat kuştin.
Li gor nûçeyên ku heta nuha di çapemeniya kurd da li ser bûyerê hatine weşandin, xwedêgiravî bûyer ne siyasî ye, "trajediyeke" tesadufî ye.
Di nûçyan da tê gotin ku li çayxaneya li kêlek komelê di nabêna xwediyê çayxaneyê û mişteriyekî da şer derketiye.
Xwediyê çayxaneyê ji ber mişterî reviyaye û xwe avêtiye komelê.
Û piştre jî du kes hatine(bav û law)komelê û xwestine ew wî merivî teslîmî wan bikin.
Piştî ku kesên li komelê mêrik teslîmî wan nekirine, wan jî rabûye komel gulebaran kiriye û dûra jî reviyane.
Di gulebaranê da 6 kes birîndar bûne û Selîm Dîndar jî bi heft guleyan birîndar bûye û li nexweşxaneyê wefat kiriye.
Herçiqas bûyer weke ”tesadufekê” hatibe dayin jî lê pir nakeve serê min. Çimkî ev çawa ”tesaduf” e ku 7 gule li şexsekî dikeve.
Selîm Dîndar, birayê şaredarê Cizîrê yê kevn Emîn Dîndar e, kurdperwerekî ku di dema 12-ê Îlona 1980-î da hat girtin û gelek zulm û îşkence dît.
Selîm Dîndar, berî nuha bi demekê wahşeta zîndana Diyarbekrê, tiştê jiyabû û dîtibû ji rojnamevana Haberturkê Balçîçek Pamîr ra wiha anîbû zimên:
”Di quwişeke 100 kesî da me rojê ji 60 marşî zêdeir digot. Tabî di bin lêdanl da. Dûra qapaxa lexema hewşê vedikirin û em yek bi yek ser serî dixistin wir. Êdî bifikire. Tu birînên lêva min dibînî, bi cop didewisandin ji bo lêv biteqe. Jixwe diçiriya. Copê porselen germ dikirin, dûra bi zîtikan bi me diketin. Diranê me derbasî cop dibû û bi diranan ra cop dikşandin.
Rojekê ji ber ku ez bi hemşeriyekî xwe ra mizicîm mîxekî 5 cm di destê min da kutan. Bi potîne lêdan û kutan. Binê ra vaye şop li vir e.
Axayek hebû, bi lawê xwe ra ket hundur. Copê ku xistin tabûta lawê wî, xistin devê bavê wî, dûra jî tersî wî kirin.”
Wek tê dîtin Selîm Dîndar
kurdekî welatparêz e, di dema 12-ê Îlona 198-î da bi kêfî hatiye girtin, 3 salan di hefsa Diyarbekrê da maye, weke bi hezaran kurdên din, wî jî gelekî kişandiye, zulmeke mezin dîtiye.

Û do jî li Stenbolê ji alî du tirkan ve bi 7 guleyan hate kuştin.
Lê ecêba mezin û giran ew e ku cenazeyê vî kurdperwerî, vî Selîmê ku ji dewleta tirk û ji destê tirkan hewqas kişandiye, hewqas zulm dîtiye nebirine Kurdistanê, nebirine Cizîrê, li Stenbolê, li goristana Kazliçeşmê, di nava tirkan da veşartine.
Ev zulm û neheqiyeke mezin e li ruhê Selîm...
Sebeb çi dibe bila bibe, dibê meriyê xwe di nava tirkan da nehêle, bibe teslîmî axa Kurdistanê bike.
Ez malbata Selîm qet nas nakim, belkî gelek kesên wî li Stenbolê bin, lê li gel vê jî dibê Selîmê ku ji vê dewletê hewqas zulm dîtiye û bi destê tirkan hatiye kurştin li bajarekî tirkan nehata veşartin, dibê ew teslîmî axa welatê wî bikirana.
Çimkî ji bo wê axê wî gelkî kişand, gelkî zul dît...
Dewleta tirk hewqas zulm li Selîm kiriye, tirk heroj heqaretên nemayî li kurdan dikin û ev jî ne bes e, di ser da jî bi destê tirkan hatiye kuştin, lê dîsa jî vî şehîdê Kurdistanê teslîmî axa dijmin dikin, nabin welatê wî.
Çawa ku Selîm di saxiya xwe da li Stenbolê rehet nedigeriya, ne azad û rehet bû, di gora xwe da jî ewê tu carî rehet neke, tirk li wir jî ewê rehetiyê nedinê.
Ev bûyer jî nîşan dide ku tirk çi bikin jî hin kurd bi xwe nahesin û destê wan ji tirkan û bajarên wan nebe.
Divê gora Selîm li Kurdistanê, li goristana Cizîrê, li kêleka gorên merivên wî, di nava qewmê wî da bûya.
Ne sax û ne jî mirî, meriv tu carî di nava dijmin da rehet nake.
Ez bawer dikim ku Selîmê jî rehet neke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar