Wisa xuyate ku hin xwendevanên min xerab elimîne, her şev nivîseke bi hêl û mêl ji min feqîrê Xwedê dixwazin.
Bi qasî ku min ji şiroveyên wan fêm kir, kêfa wan gelkî ji nivîsên min yê do û pêr ra hatiye û dixwazin ez her şev nivîsên bi wî rengî û bi wê ”xweşikiyê” binivîsim.
Mala wan ava, lê vv ne mimkûn e, ji ber ku her şev wezna wê nayê.
Tu dibê qey nivîsên min yên berê hemû ”fasa fîso” û ne tu ”jahr û zuqûm” bûne yaho…:)Yaho bira hinekî ûjdan û merhemeta we hebe, nîşanciyê cîhanê yê herî baş jî hertim nikane li orta hedefê xwe, heger firê neke, li qerewanê nexwe jî, miheqeq carnan li rast û çep, jêr û jora nîşanê dixe.
Yanî carinan derb dikane li fûtê biçe.
Nivîs jî wihaye, nivîsên kin û mîzahî jî wiha ne, carnan meriv bi ser dikeve, carnan bi ser nakeve.
Ya din dema meriv bi rengekî profesyonel vî karî neke, têra xwe nexwîne, nefikire şansê serketinê jî kêm dibe.
Esas tiştê ez dikim ne karê ”aqilan e” lê rast e, bi gotineke din qirik û kêr e, ji dêlî ku piştî heyşt saet kar 2-3 saetan ji xwe ra rûnim, rehet bikim, bi xanimê ra têkevim laqirdiyan, ji xortan ra qala jiyan û serpêhatiya xwe bikim, diçim weke kundan xwe didim ber datayê û bi halekî xerab ji bo dîrokê, ji bo we û vî miletê belengaz çend gotinên pelapûçî li hev radigirim.
Êdî hûn û şansê xwe, carnan ewê weke hingivê Hîzanê tahm û lezetê bide binê boçika we û carinan jî weke îsotê hemşeriyên min yên ruhayî ewê devê we bişewitînin.
Dibê hûn devê xwe bielimîn herdu tahman jî, sebir û tehamula we ji herdu tahmnan ra jî hebe.
Min ev mesele hinekî dirêj kir, ez bawer dikim me hinekî ji halê hev û du fîm kir…
Tirk tirk e, nav AKP be jî dijminê miletê kurd e
Li gor ku Netkurdê nivîsiye, hedefa tirkan ya êrîşa 21-ê sibata par ya bi navê (Guneş Harakati)yanî ”Operasyona Rojê” ne PKK, hilweşandina Kurdistana Federe bûye.
Ev rastî di belgeyên Ergenekonê da derketiye ortê.
Yanî bi wê êrîşê hedefa dewleta tirk, ji navê rakirina Kurdistana Federe û desthilata kurdên başûr bûye.
Esas wê demê min ev yek got, lê tirkan tim înkar dikir, digotin na, em naxwazin zirarê bidin kurdên başûr û desthilata wan.
Lê ev dereweke tirkan ya gurover bûye, rastî û armanc îşxalkirina Kurdistanê bûye.
Heger bê bîra xwendevanan, artêşa tirk li çend pira û gundên kurdan jî xistibûn û hilweşandinbûn.
Hedef ne Kurdên başûr bûya li pirên wan nedixistin.
Lê 200-300 gerîllayên PKK-ê şer ji kurdên başûr ra nehîştin, nehîştin bigihîje wan, li herêma Zapê bi berxwedaneke mezin artêşa tirk rezîl û riswa kirin û kor poşman paşda şandin ser xwediyên wan.
Tirkan dema ew berxwedana çend gerîlla dîtin ji tirsan qutufîn, gotin piştî ku çend gerîlla vî hunerî bike, vê berxwedanê nîşan bide, gelo pêşmergeyên qehereman ewê çi bînin serê me.
Loma jî ya herî baş ew e ku em zû vegerin malika xwe û ruhê xelas bikin, hîn ku pêşmergeyan xwe negîhandine me.
Û revîrevî reviyan, bêyî ku li paş xwe binêrin.
Lê gelkî baş bû ku ev mesele derket ortê û bi vî şiklî derew, durûtî, zindiqî û dijminatiya AKP-ê jî eşkere bû.AKP, li rû ji kurdên başûr ra qala dostaniyê dike, lê di bin ra jî artêşê dişîne ser wan û dixwaze Kurdistanê îşxal bike.
Li gor belgeyên doza Ergenekonê, tirkan xeber nedane Emerîkayê, hukûmet û artêş wisa fikirîne ku piştî êrîşê ewê bi rengekî emirwaqî bikanibin Emerîkayê îqna bikin.
Lê Emerîka îqna nebûye û di ser da bi wan da xeyidîye.
Helbet di reve wan da tesîra vê şêla Emerîka jî heye.
Gotinek heye, dibêjin ”çû heyfa bavê qûna dê jî da ser”, ya tirkên me jî wiha bûye, xwedêgiravî çûne Kurdistanê îşxal bikin, lê çend gerîllayên kurd di nîvê rê da ew paşpê li kerên wan siwar kirine û şandine ser xwediyên wan yên nîjadperset û totikvala.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Emerîkayê jî wuqaet derxistiye.Li gor çapemeniya tirk dinivîse, Erdogan û parêzvanên wî ya bi zanîn ya jî bi nezanî xwesitine têkevin çadira Obama ya li ber otêlê.
Li ser vê, di nabêna parêzvanên Erdogan û Emerikiyan da şer derketiye û emerikyan ew baş nerm kirine.
Tê gotin ku Erdogan jî di şer da dest avêtiye notirvanekî emerîkî û xwestiye here hawara parêzvanên xwe.
Ji ber ku camêr qebedayiye helbet dibê dest bibe xwe û ew jî têkeve şer...
Berdevkê pûlisên emerîkî dibêje, di demeke çewt da hatin û ziman jî nizanîbûn, loma ev rewşa ne xweş peyda bû.
Qasimpaşalî dibêje belkî her der Tirkiyeye, here ku dibê hemû derî jê ra vekirî bin.
Kuro li Emerîka qebedayitî pere nake, kultur, medeniyet û ziman pere dike.
Û ew jî li ba we tuneye, parêzvanên te merivên cahil û bê kultur in û di ser da ne tu û ne jî ew du gotin îngilîzî dizanin.
Ê madem hûn bi zimanan nizanin, çi îş û karê we li Emerîka û New Yorkê heye?
Rebenno, berê du gotin îngilîzî fêr bibin dûra herin civînên xelkê.
Efendî, weke bûyera Shîmon Peres, dîsa xwe xeyidandiye û beşdarî civînê nebûye, çûye otêla xwe. Weleh bi vê xeyda Erdogan beg ewê xewa emerîkiyan neyê...
Xwedê aqilekî bide we û me jî ji tora we nezan û cahilan xelas ke…
Apo,
SvaraRaderaWellehî tu dikanî hertim tam di ortê da lêxî, wîîî. Ez mîlyon carî bi serê Qasimpashalî Reco bikim ku, tu vî îshî bash dikî yaw. Offfff of xalo, yaw tu dê kengî dest bi romana xwe bikî hi? Bi navê kurdistanê kim apo, lewra ez ê heqqê xwe yê demoxratîk cumhuriyetê hildidim u dibêm: Heta ku xalo soza sî rupelan nede u dest pê neke u di wê romanêdê jî "beranê" kurd sîwarî "mihê" tirkên teres neke, ez ê hindik u rindik ji xwe ra heram bikim cîgerlerim. Aha bi sond u peyman, dînime îmanime ez ê wîjdana bidim ber kêran ên xanchepekî.
Xalo tu chima dawiya heftê xaltîka me dîsan nebeyî sînemê. Ji bîr neke xalo, min di fîlmekê da dîtibu, lewra divê tu jî ji xaltîka me ra li ser rê bêje "heyatim solên te îro pir bedew in". Ellaxîme kîtabime ku dibêjin kêfa xaltîkan pir pê tê yaw.
Sheva we rindik u xweshik be babam
Beranê Meletiyê
Apê Zinar
SvaraRaderaTu rast dibêjî, pishtî kar îcar gotarên weha bi kalîte nivîsîn, bêshik ne hêsan e. Lê em chi bikin, gerek tu me hinekî îdare bikî. Na xalo na, nivîsên te yên berê jî gelekî bash bum. Di herdu nivîsên dawiyê da stîla te pichekî guherîbu, mesele tenê ew bu.
Welle kek Beran gotiye xalo, tu dê chaxtê dest bi wê romanê bikî. Tu jî dibînî, kek Beranê shîr u shekir dîsan rabuye ser tapanan. Chima ku vê carê negotiye "psîkolojiya min dîsan xira dibe" eceba? Ez dibêm ji ber hêrsa dilê sotî ji bîr kir u chu :-).
Silav u rêz
Pîran Tîr
XALÊ ZİNAR.!
SvaraRaderaLê dereng bu jî biborîne. Ez li Îznêbum. li mal jî komputur tune.
Ji bo vê CEJNA te û a xalojna xwe Pîroz û bimbarek dikim. Her tiştê kurdistanê xweşe; hingivê hîzane jî îsotê rehayê jî.Min hinekî qezayê xwendina "HİNDİK RİNDİK" KİR
Ez pir tiştê xweş bê par mabum. A bixêr. Lê belê cejna Remezanê cejna meye. Şîrovekaran yek caran ji bo kêç ê orxan şewitandine.Ew xetaye. Milletê Kurd ji %90 cejnê qebul dıke.ê ku qebul neke dikeve nava %10 a. ecep şîrovekerê me dixwazin di nava kîjan Kurdan dabin. Silaf û riz ji bo hemu xwendevan û nivîskarê vî quncikî.
Bimînin di xwer û xweşyê de.
REHAWÎ.
Silav li Te Birez Zinare Xemo!
SvaraRaderaMirove ku bi zimane xwe qise neke;Birasti ew mirov nebin bastire.
Ziman: habuna mirove.rabun u runustina, dain u standine,kef u sahi u jiyan rojane.
Deste her tim saxbin.
Merdiniye
Xalo
SvaraRaderaBi rastî tama nivîsên te tishtekî din e. Xwedê dizane xalo, wekî pariyek hunguv in li ser zimanê mirov.
Tenê gotina min ew e ku bila zêde siyaseta rojena siyeke tarîresh li naverokê te nekin u ewqas.
Ma xalo du dê kengê dest bi romana xwe ya kurt bikî? Wellahî xalo ev mafê me yê demoxratîk cumhuriyetî ye. Em ji xalê xwe romana xwe dixwazin. Binêre, xelkê alemê, yanî alimên tirkên xwînmij pirtukên xelkê werdigerînin tirkiya ecuc u mecucan, pashê jî difiroshin. Lê em ji xalê xwe bi ZIMANÊ XWEDÊ romaneke kurdîperest dixwazin u wesselam. Ji bîr neke xalo, em pêsira te bernadin haaa.
Xalo nebêje ku hemsheriyê te REHAWÎ dê te li dijî xwarziyên te yên pêxas biparêze :-).
Silav u hurmet
Tîrê Qersê
Xalo, tu gotin li hemberî gotarên te yên wekî ayetên pîroz nîne. Lê mesele ew e xalo, ma tu yê chaxê det bi romana xwe bikî. Wellahî xalo em ji te romaneke "kurdîperest" dixwazin. Divê jê tenê bêhna kurdî, kurdperwerî u kurdistantiyê were.
SvaraRaderaSilavên germ
Qijikê Dêrsimê