24 september 2009

Tiştê ji qeweta min der ji min nexwazin

Ev çend car in nîvhenek nîvrastî, hin xwendevanên xêrxwazên min doza nivîsandina romanekê li min dikin.
Ev hêvî ji ku û çima bi van xwarzê û biraziyên min ra peyda bûye ez baş nizanim.
Lê texmîna min ew e ku yek, ewê ji ber sivikî, sadeyî û paqijiya zimanê min be û ya din jî li gor texmîna wan, zanîn û kultura min ya gelemperî têra nivîsîna romanekê dike.
Berî her tiştî, ji bo vê hêvî û baweriya van xortên kurdperwer ez gelkî sipasiya wan dikim ku hêviya tiştekî wiha ji min dikin.
Lê mixabin tiştê wiha bi temî û wesiyan nabe, dibê ji dilê meriv bê.
Ev yek.
Ya din, dibê tûrikê meriv yê edebî ne vala be û peyveke meriv ya girîng hebe ku meriv ji xelkê ra bibêje.
Lê bêguman ev jî têr anake, ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, loma jî dibê meriv şareza û hakimê zimên be jî.
Ji ber ku mijar kurdî ye, loma jî dibê neriv kurdî him baş zanibe û him jî bizanibe gotinê xweş bibêje.
Yanî ji bo nivîsîna romanê, zanîn zimên tenê têr nake, hin kabîliyet û zanînên din jî ji meriv ra pêwîst e.
Bêguman gelek tiştî meriv dikane fêr bibe û xwe pêş bixe, lê ji bo min îro tiştekî wiha ne mimkûn e.
Baş e roman çi ye?
Roman, formeke edebî, çîrokeke dirêj e. Bi gelenperî ji çîrokê dirêjtir e û gelek şax û çiqlê wê hene.
Lê dema meriv kurt û kurmancî bibêje, roman li hev ragirtine, li hev anîn e. Dibê meriv bikanibe rastî, fantazî û xeyalan li hev ragire û çîrokeke xweş ya dirêj jê buxuluqîne ku gava însanan xwendin jê tam û lezetekê bigrin.
Gelek kes di jiyana xwe da xeyal dike ku bibe nivîskar û romanan binivîsîne.
Lê kêm kes dikane vê xeyala xwe bi rast bigerîne.
Ji ber ku însan di heqê vî sinetê edebî da ne xwedî zanîneke temam in. Yanî meriv çawa çîrokekê li hev radigre(dixuliqîne) û dirêj dike, bi xwendevanan ra çawa têkiliyeke hestiyar datîne û ya din jî gotinê çawa xweş dibêje, çawa xweş li hev tîne, ji bo ku ji axaftinên rojane derkeve û têkeve şiklekî edebî, bibe edebiyat.
Ez bi xwe heta nuha tu carî nefikirîme ku dest bi romanekê bikim û bibim romannivîs.
Ji ber ku yek, min ji xwe ra nekiriye kar û ya din jî tu zanîn û qabîliyeteke min ya di vî warî da tuneye.
Erê ez bi kurdî dizanim, lê ev têr nake, ger zanîna zimên têr bikira wê demê dibê hemû şair û romannivîs ji şivan û gavanan û gundiyan derketa, çimkî li gor bajariyan kurdiya wan gelkî baştir e.
Yanî başzanîna zimên tenê têr nake.
Lê bêguman hinek kurd hene bêyî ku kurdï bizanibin bûne nivîskar. Ji bo nivîskariyê hewcedariya tu zanînê nabînin, bêyî ku bi qasî zarokekî 10-12 salî kurdî bizanibin, bêyî ku ferqa ”keman” û kemençeyê” bizanibin, bêyî ku nîsk, nok, ceh û genim ji hev bigerînin xwe li nivîskariyê radikşînin û dibin nivîskarên kurd yên herî mezin.
Ji bo van "nivîskarên" kurd zanîna elementer û hakîmiyeta zimên ne pêwîst e.
Ne hewceye ku cewherek pê ra hebe.
Ne hewceye ku merivekî zana û bi kultur be.
Ne hewceye ku dîrok û edebiyata gelê xwe baş zanibe.
Ne hewceye ku şarezayê zimanê kurdî be.
Ji ber ku hemû kovar, kitêb, çîrok û romanên xelkê yên wan in, ne hewceye tiştekî bizanibin, tenê ”întîhal” yanî diziya berhemên xelkê têra wan dike û dikanin pê bibin nivîskar.
Û bûne jî.
Gelek nivîskarên kurd, bi taybetî jî kesên xwedêgiravî bûne ”romacî” mixabin bi ked û berhemên xelkê bûne nivîskar.
Heger meriv berhemên xelkê ji nava yên wan derxe ewê bibin sifir. Di rastiyê da ew bi xwe nikanin nameyekê ji keçikekê ra binivîsin, nikanin du gotinên kurdî xweş li hev bînin, lê bûne nivîskarên herî mezin.
Bi çi bûne?
Bi diziyê û bi keda xelkê…
Yek, ez naxwazim ji kesî ”întîhal” bikim, bi keda xelkê bibim nivîskar.
Dudu, ez weke hinekan ne li dû navê xwe me.
Ji ber ku hin ”nivîskar” nikanin û nikanîbûn bibin tu tişt, ji mecbûrî xwe li nivîskariyê kirin bela û bûn nivîskar.
Sisê, nivîskarî û nivîsandina romanan karekî pir û pir cidî ye, jê ra li gel zanînê, qabîliyetê wext jî divê.
Yê min ev wexta min tuneye.
Ez rojê 8 saeetan kar dikim û du saet jî li çûyin û hatina min dihere. Di van şertan da meriv nikane romeneke cidî bnivîse.
Karê wiha dibê bi seriyekî vehesiyayî were kirin.
Erê edebiyat jî weke sporê ye, heger meriv baş antraman bike, yanî meriv baş bixwîne û bi rengekî profesyonel pê ra mijûl bibe, belkî meriv nebe Şêrko Bêkes û Yaşar Kemal, lê meriv dikane helbest û romanan binivîse.
Ev mimkûn e.
Lê ji bo vê jî wek min got wext lazim e.
Yanî bi kurtî, nuha ne nêtke min ya wiha heye û ne jî wext û îmkana min heye.
Lê dema ez teqawit bûm, nêta min heye ku, heger ji destê min bê, ezê bîranînên xwe, serpêhatî û çîroka xwe binivîsim.
Ez xwendin û nivîsandinê çawa fêr bûm û min çawa û kînga dest bi nivîsandina kurdî kir?
Ev beşê jiyana min, bi taybetî jî yê zaroktiyê û hesreta neçûna mektebê gelkî balkêş û trajîk e, tesîreke gelkî mezin li min kiriye.
Bi baweriya min hêjayî qalkirinê ye.
Bes roman ne di ”rojeva” min da ye, ez nuha angajeyî vî quncikî me. Derdê min yê herî mezin ew e ku xwendevan ji nivîsên min memnûn bimînin û şiroveyên ji îsotê Ruhayê tûjtir nenivîsin.

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Yaw tu aniha di vê xortaniya xwe da li teqawutbuna xwe difikirî? Wellahî xalo ez dibêm heger Shêx Lotikxane van gotinên te nebihîze dê pir ne bash be. Tu jî dizanî, ajanên Lotikxanê li her derê cîrîtan davêjin.
    Xalo, bêshik gotinên te sedîsedrast in. Lê tishtê herî muhîm divê ji dilê mirov ev tisht bê, wekî din pir zor e. Mesela gava dengbêjên kurdan dest bi kilamekê dikin, hingê mirov hêza peyvan u naveroka kilaman dibîne. Bi gotina te, meiv nikare bi zorê bibe shaîr u romannus. Yan ev tisht di shexsê mirov ya resen da heye yan jî tune. Mesela min bi xwe jî hin tisht ceribandin. Lê xalo bi rastî jî kêfa min qet bi tishtê ku min dikir nedihat, min di wan ceribandinan da qet tishtekî edebî nedît u bi tevîhev avêtin. Ez nizanim ka te shîîra sayin bashqan Evdilleh Pasha xwandiye yan na. Bi rastî jî ji derî shîîrê her tishtê. Lê murîdan ewqas mezin kirin ku di televîzyona xwe da jî dan ber tapanan.
    Li gorî lêkolînên zanyaran meriv jî heywaneke gelekî bi kompleks e u chêbuna wî ya biyolojîk pêsheroja wî hê di destpêkê da tayîn dike, ango "hormon" bi tena serê xwe biryarê didin, ji kê dê chi bibe/derkeve.

    Mesele ew e xalo: Biyolojiya te jibo roman u chîrok nivîsînê hîn di destpêkê da pêsheroja te tayîn kiriye. Lê tu naxwazî wê bibînî hinekî.

    Silavên hêja
    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Offfff xalo of, yaw xalo te her tisht bash gotiye jî, ê em ê aniha chi bikin hi? Wellahî xalo ez bi van gotinên te yên bi heq u meq nizanim, ez ji xalê xwe romaneke qirase dixwazim, wîîîîî. Xalo bi rastî jî psîkolojiya min buye wekî shorbeya nîskê dînime îmanime. Bi sê telaqên jinberdanê be xalo, ez li keviya psîkopatiyê virda wirda terrim u têm. Lê babam ellaxîme kîtabîme pêwîstiya min bi romana xalo ya berankî heye babam. Wex wex wexxx, ez rebeno, mame di navbera Xelo u Celo da.

    Xalo, kek Pîran rast dibêje, ew tishtê romannusî di destpêkê da di biyolojiya te da hatiye kod kirin. Tu nikarî wirda virda birevî. Ma meriv qet bi bextê xwe dilîze xalo, wîîî :-).

    Bijî xaloyê xwarziyên xwe :-)
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  3. Apo, welle gotinên te jî gelek di cî da ne. Ma chi dibe ku heger tu chîroka xwe hinekî dirêjtir bikî? Diyar e tu naxwazî serê xwe bi romaneke qirase biêshînî. Ê yanî aniha heta teqewutbuna te em bipên tu dibêjî. Xalo ma salên te hên chend in ku tu xwe hema li teqewutbunê dixî hahooo :-).
    SIlav u rêz
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera