01 september 2009

Li ser xemîşokên zarokan 1

Vê buharê şaira diltenik û hosteya gotinên xweş û hingivîn Fatma Savcî, ji bo Azadiya Welat bi min ra hevpeyvînek kir.
Dûra ez pê hay bûm ku hevpeyvîn şandiye ji Ozgur Polîtîkayê ra jî.
Li ser vê, min jê ra e-mailek şand û got, nede Ozgur Polîtîkayê. Çimkî ez nivîsên xwe nadim rojname û kovarên tirkî, kurdî-tirkî.
Mala wê ava, wê jî li ser vê daxwaza min nehîşt Ozgur Polîtîka biweşîne. Belkî jî camêran bixwe jî neweşanda.
Lê axir min berî wan got neweşînin
Lê li gel ku çend meh di ser ra derbas bûne jî Azadiya Welat hîn neweşandiye û ez bawer nakim ku biweşîne jî.
Min ev dîtina xwe gîhand Fatma Savcî xanimê û jê ra got ku ezê li dereke din biweşînim.
Nuha ez firkirîm, min ji xwe ra got, weleh ji vî quncikî baştir cî tuneye, hema ezê li vir biweşînim û xelas.
Ji dêlî ku devê xwe li ber xelkê xwar bikim, mineta wan bikşînim, ezê di quncikê xwe da biweşînim, bira ne bi sedan, tenê çend xwendevanên min bixwînin besî min e, têra min dike.
Ez hêvî dikim ku biryara min ewê bi diê we be jî. Heger ne bi dilê we ye ji kerema xwe ra dîtinên xwe bibêjin.
Lê hevpeyvîn hinekî dirêj e, loma jî ezê dikim du beş, beşê pêşî îşev û yê duyem jî ezê sibe biweşînim.
Xwedê bike sibe li cîhanê û Kurdistanê bûyereke ji wê girîngtir neqewime...

1-Mamoste, tu dikarî bi kinayî qala xwe bikî?

Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me.

Sinetê min yê esasî pêlavçêkirî/qonderecîtî ye, heta salên 1972-1973-an jî min qonderecîtî dikir.
Dûra bi destpêkirina siyasetê min dev ji karê xwe berda.
Min di nava partiya Dr. Şivan û piştra jî di nava DDKD-ê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam.
Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.
Ez zewicî me, sê law(Azad, Serhat Arda, Rojen) û keçeke min(Rûken) heye.
Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana destpêkê û ya navîn ji derve girtiye.
Lê li alî din li ser daxwaza diya xwe, ji bo ku êvarên îniyan Yasînê ji bav û miriyên wê ra bixwînim, min Quran û Mewlûda kurdî jî xwendiye.
Lê piştî destpêkirina siyasetê û çepîtiyê min dev ji xwendina Quranê berda, loma jî nuha xwendina min ne baş e, hema hema min ji bîr kirye.
Ev 30 sal in ku ez mahkûm û qaşxûnê “Dewleta Romê” me û li Swêdê dijîm.
Du kitêbên min(Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan)derketine.
Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek(Bide dû dilê xwe ya Susanna Tamaro)wergerandiye kurdî.
Ji salên 1980-î û virdaye min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî(Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
Ji sala 2007-an û virda ye blogeke min(Hindik-Rindik)heye, ez her roj meqalyekê, tiştekî têda dinivîsim.

2-Berî niha te “ Antolojiya Çîrokên Zarokan “ amade kir û ji weşanên Apecê derket. Fikra Antolojiya Çîrokên Zarokan ji ku derket?
Ji zaroktiya xwe da ye ez ji guhdarîkirin û gotina çîrok, meselok, pêkenîn û tiştên wiha gelkî hez dikim. Loma jî min têra xwe xemîşokên(çîrokên, fabel) zarokan dizanîbû.
Berê hafizeya min pir xurt bû, çîrokek carê li ba min bihata gotin, ya jî min li derekê guhdarî bikira, yan jî di derekê da bixwenda, çiqasî dirêj dibû bira bibûya ferq ndikir, min tavilê ji ber dikir. Roja din min dikanîbû eynî çîrok bêyî kêmasî bigota.
Nuha jî ev aliyê min yê jiberkirinê ne xerab e, dema ez çîrokekê di derekê da bixwînim ya jî guhdarî bikim di hişê min da dimîne. Heger zêde wext di ser ra nere ez ji ber dikim û dinivîsim.
Lê li gel vê jî hafizeya min weke berê ne xurt e. Çimkî bi salan ra bi bunya însan ra hafizeya însan jî zeîf dibe.
Û ev meraq û hezkirina ji çîrokan bû sebebê vê berhevoka min.
Belê, fikra Antolojiya çîrokên zarokan çawa dest pê kir?
Ev fikir di sala 1981-ê da li Swêd me çend hevalan kovara zarokan Hêvî derxist. Di bera jî me rojnameya Armancê derdixist. Cara pêşî di vê kovarê da(Hêvî) min dest bi nivîsîna çîrokên zarokan kir.
Piştî demekê di nabêna me da hin gelş derketin, Hêvî sekinî, me îcar kovara Hêlînê derxist. Di wir da jî min nivîsîn û berhevkirina çîrokan domand.
Piştî rawestana Hêlînê demeke dirêj min dev ji nivîsîna çîroakn berda.
Dûra ez bawer dikim berî nuha bi 8-9 salan li ser israra Mîrhem Yîgît, di rojnameya Ozgur Polîtîka zêdayiya kurdî ya hefteyî da min dîsa dest bi nivîsîna çîrokan kir.
Û ev yek jî di netîceyê da bû sebebê berhevkirin û nivîsîna gelek çîrokên din û xuliqandina vê Antolojiya çîrokên zarokan.
Çîrok û serpêhatiya “Antolojiyê” bi kurtî ev e.

3-Çîrok ji bo zarokan çi ye? Çi li cîhana wan, li şexsiyeta wan zêde dike?

Ji zarokan ra çîrok gelkî girîng in. Ji bo ku zarok bi hestên xwe mijûl bibin û hestên xwe baştir bikin, kanibin bidin der çîrok ji wan ra dibe alîkar.

Çîrok, bi rengekî sembolîk gelşên ku di pêşerojê da ewê derkevin pêşberî zarokan, bi sembol û bi riya lawiran zarokan ji van gelşên jiyanê yên pêşerojê haydar dike.
Bi piranî ev yek bi rê û bi devê lawiran tê kirin ji ber ku zarok ji lawiran hez dikin, tiştên bi devê rûvî, şêr, gur û hirçê tên gotin kêfa zarokan tîne û lê guhdarî dikin, fantaziya wan geş dike.
Peyv, tevger û şerê însan zêde bala zarokan nakşîne, lê dema gur û berx, pisik û mişk, şêr û rûvî tên hember hev, bi hev ra dipeyivin, ev yek him gelkî bala zarok dikşîne û him jî tesîreke pir mezin li hest û fantaziya zarok dike.
Loma jî ne di hemû çîrokan da, lê di piraniya wan da qehreman lawir in.
Di çîrokan da tiştên tahlûke û ecêb ji zarokan ra diyar dibin, tecrûbe û jîriya cîlan(neslan) di çarçeweya xemîşok/çîrokan da, di proseseke pir tabiî da û bi zimanekî hêsa zarokan jê agahdar dike, rê nîşanî wan dide.
Çîrok, bi axaftinên lawiran, ya dar û beran, ba, berf û baranê bi hêsanî riya dilê zarok dibîne, hêza li wir şiyar dike û dixe tevgerê, şikil û şexsiyetekê dide wan hestan û wan kamil dike.
Bi vî rengî li ba zarokan hestên zor û tevlihev, bi riya sembolên di çîrokan da tên tevrakirin û şiyarkirin, tên derbirîn.
Yanî hestên zarok tên zimên, bi saya van çîrokan mecalê dibînin ku geş bibin û xwe bidin der.
Bi gotineke din, bi riya van sembolan hestên zarokan di şertên xwe yên taybet da dikemilin û şexsiyeteke taybet digirin.
Bi riya van çîrokan di dilê zarok da girêkûrkên pir hestiyar dikanin vebin û şexsiyet û qerekterê kesayetiya zarok dikanin şikil bigrin.
Meriv dikane bibêje ku çîrok ji bo zarokan alavekî(amûrekî)alîkariyê yê pir girîng e, bi vî alavî zarok dikanin xwe ji gelek gelş û pirsan rizgar bikin û şexsiyeta xwe bi pêş xîne.
Di çîroka gelêrî da baweriya bi hêza zarok esas e. Mesaja ku çîroka gelêrî dide zarok ev bawerî ye. Dibê zarok baweriyê bi xwe, bi hêza xwe bîne, reben û qudûmşikestî mezin nebe.
Loma jî çîroka gelêrî tim baş diqede û ev yek jî bi giştî tesîreke pir baş li hestên zarok dike, baweriya bi îradeya wî xurt dike.
Çîrokên zarokan bi heyecan in û di şertên herî dijwar da jî riya xelasiyê nîşanî zarokan dide, tu carî zarok bêhêvî û bêmecal nake, di şertên herî xerab da jî mişk li hember pirsikê bêhêvî û teslîm nabe.
Li ba zarok xurtkirina van hestan, dayina vê baweriyê gelkî mihîm e.
Di çîrokê da lawir jî weke însanan dikanin hereket bikin û bipeyivin. Ji ber ku çîrok ne rastî, fantazî ye.
Di çîroka gelêrî da (xemîşok,fabel) armanceke exlaqî û moralî heye. Yanî dixwaze mesajekê bide zarokan, tiştekî baş û pêwîst fêrî wan bike, wan bike însanên baş, nefsbiçûk, cesûr û bixwe bawer.
Diçîrokê da bi piranî meriv taybetmendiyên lawiran bikar tîne. Yanî “şêr şah e, gur ehmeq e, rûvî fêlbaz e, kund/bûm kûpê aqil e, piling cesûr e, hirç saf û kêmaqil” e û hwd.
Li alî din di çîrokan/xemîşokan da jêhatîbûn, xebatkarî, durustî, pakdilî, comerdî, cesaret û mêranî tim li kara meriv e, yên xwediyê van xusûsiyetan di dawiyê da tim li karê ne û biser dikevin.
Û yên bêrahm, dilreş, zalim, bêbext, xayin, xurt, xerab û bêwefa jî di netîceyê da tim li zirarê ne, tim wenda dikin.
Loma jî di xemîşokan da kûsî li hember kwêrgî(kergu, kerguh), dîk li hember rûvî, çûk li hember fîl, rûvî li hember gur, ker li hember ga têk naçin, di dawiyê da, piştî gelek zor û zahmetî be jî biser dikevin.
A ji ber van xusûsiyetên qerekterî û moralî, di perwerde û şikilgirtina zarokan da xemîşok(çîrok, fabil)gelkî girîng e û rola dibistanê dilîze, tesîreke pir pozîtîv li zarok dike.
Loma jî heta ji meriv tê, dibê meriv her êvar xemîşokekê ji zarokan ra bixwîne, bi xemîşokekê wan têke xew.
Piştî serketina berx li hember gur, ya mişk li hember pisikê, ya kevokê li hember rûvî, zarok rakeve bextewar e û bi hestên pir xweş û serketî di xew ra duhere.

1 kommentar:

  1. Ooooo xalo,
    Quwet be! Char zarokên halîs muhlîs bi navên kurdî. Tu her bijî xalo!

    Wellahî xalo, ev rojnameyên tasheron Azadiya Welat u Özgür Politika ji derî zirzopiyên sayin bashqan Evdilleh beg nikarin tishtekî biweshînin. Demokrasiya camêran heta ber dashirê ye. Bi taybetî jî kesên kurdîperest u kurdperwer tirsa xewnên wan in. Lewra ez ti tevgereke sosret ji wan "dewshormeyên tirkchî" napêm. Karê xwe yê kemalîst dikin!!! Di nav hemî partiyên dîktator, totalîter, tasheron u psîkopat da kêmaqiliyên weha zirzop serdest in...

    Wekî din xalo, min nedizanî ku te di rojnameya wan kemalîstan da nivîsên xwe dida weshandin. Ev jibo min tishtekî pir nu bu, dizanî. Ez ne pirtuk, rojname, kovarên ... bi tirkî dixwînim u ne jî li televîzyonên wan temashe dikim. Weshanên PKKê qet nagirim destê xwe u min qasî "kuna kerê meleyê me" jî (tevda min biborin!) eleqedar nakin.

    Wey xalo, yanî tu qet nechuyî dibistanên wan dolheramên tirkan? Xalo tê wê mahnê ku tu wekî kurdekî halîs muhlîs î! Aniha vê gavê ez bash fam dikim jiber chi xalê me ewqas kurdîperest u kurdistanperest e! Xalo hurmeta min li ber te deh carî mezintir buye. Tu her bijî! Lê dîsan jî te bi zora xwe pishta xwandinê shikandiye, serda jî dibistana navîn xelas kiriye. Xalo ez chi bêjim jî nikare layiqî tevgera te ya mezin bibe. Hurmet hurmet u hurmet!

    Bi fikar min be te cîhana zarokan ya jibo chîrokan bi zimanekî gelekî hêsan u jîr shîrove kiriye... Divêt Fatma xanimê ev di rojnamê da bida weshandin.

    Silav u hurmet

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera