06 augusti 2009

Sê roj tehtîl zû qediya

Sê roj tehtîl wek xewnekê derbas bû, fena ku di xew da ”xanimek” bi meriv bikene; meriv şiyar bibe û bala xwe bidê ku hertişt derew e…
Sê roj tehtîla min jî wisa bû, min hew dît ku ji bo paşdavegerê 2 saetên me mane.
Me bi zorê xwe gîhand keştiyê.
Ez matmayî mam…
Min qet fêm nekir roj çawa dikanin hewqasî kin bin?
Lê ev ne bes e xwendevanekî "bêmerhemet" sê roj jî ji min ra zêde dîtiye, bi ya wî bûya dibê min daxista du rojan...
Gava îro min komputera(data) xwe vekir û şiroveyên xwendevanan xwend, hinekî bîna min hat ber min.
Min nizanîbû ku hewqas dilxwaz û xêrxwazên min hene. Min di dilê xwe da digot, ez bi mehan jî li çol û çepelan bimînim, hezar û yek derd û bela were serê min jî kesê meraq neke.
Kesê nebêje hela ka çihat serê vî camêrî?
Lê diyar e weke gur, haya min ji ”hêza” min tuneye, bi xêra vê SEYEHETA SÊ ROJAN ya DÎROKÎ ez vê hêza xwe jî fêr bûm.
Min dît ku ez hewqasî jî ne bêkes û bê xwedî me…
Li Sêwêd, psîkolog û şêwirdarên malbatan ji jin û mêrên ku ketine gewriya hev û dikin hevûdu berdin ra dibêjin, ji bo ku hûn bi hev şîrîn bibin çendakî ji hev dûr kevin, cihê cihê hê herin tehtîlê.
Dûrketin, cihêbûn dikane we bi hevûdu şîrîntir bike…
Nuha min fêm kir ku ev pêşniyara psîkolog û şêwirdaran ji binda ne vala ye, para rastiyê tê heye.
Dibê dem dem vê taktîka "xweşîrînkirnê" ez jî bikar bînim...
Here were ez sê rojan ji Stockholmê dûr ketime, malneketê Eliyê Dêrikî gotiye,
“Xalo, de hadê me rojek, du roj fam kirin. Gelo ev çar roj ji ku derketin?”
Xwedê kir ku bi rastî jî ez çar rojan nemam, sê rojan tenê mam.
Xalo bi heyrana serî, le ez çar heftan nenivîsim hûnê çawa bikin?
Ewê çawa sebra we were?
Dema min xebata rêxistinî dikir, carnan bi henek min ji hevalan ra digot:
”Ez rojekê serî deynim nizanim hûnê çawa bikin?”
Û ”bi rastî” jî wisa bû, bêyî min tu havil nekirin.
Roja ku min ”destê xwe” ji ber wan kişand, bûn weke nokên tu li tahtê xî, heryek bi derekê da pengizî, hertişt qediya.
Henek li aliyekî lê şirove û lêpirsîna we ez gelkî dilşa kirim.
Mala we hemuyan ava.
Bi çend gotinan be jî ez qala tehtîla xwe ya ”dirêj” bikim.
Berî hertiştî hersê rojan jî hewa gelkî xweş bû, baran nebarî. Li Swêd hewa wiha xweş hertim bi destê meriv nakeve.
Ya din jî, li Gotlandê ev hefte, hefteyeke pir taybetî ye. Ji sala 1984-an û virda ye her sal di hefteya 32-an da li Gotlandê lê bi taybetî jî li Vîsbîyê bi navê ”hefteya serdema navîn” şahî û mehrîcan tên lidarxistin, bazarên serdema navîn tên vekirin, sinet û hunerên wê demê tên nîşan dan.
Însan, kincên serdema navîn li xwe dikin û li kuçe û kolanên bajêr digerin, sinetkariya wê demê nîşan didin, muzîka serdema navîn pêşkêş dikin û gelek tiştên din.
Herdera bajêr bûbû sahneyeke tiyatroyê û lîstikeke serdema navîn dihat nîşandan.
Meriv nizanîbû li çi mêze bike û li çi mêze neke.
Ji çêkirina pişt, kember, tevnê û xişir bigre, heta bi ya şûr û solên wê demê, hertişt çêdikirin û difrotin
Lê helbet gelek tişt û berhemên hazir jî anîbûn, meriv dikanîbû ji xwe ra bikirya.
Ji gelek welatên Ewrûpayê gurûbên çûr be cûr hatibûn Vîbîyê û herkesî tiştekî ji kultura xwe pêşkêş dikir.
Dema min û xanimê, me tişt û marîfetên xelkê didît devê mej i ber hev diçû û em pê diqeherîn jî.
Me radihîşt kîjan tiştî, yê difrot dizanîbû ew tişt, ew alet, ew xişir, ew kinc, ew sol, axir her çi bûya, dizanûbû kînga, li ku hatiye çêkirin.
Em çûn bexçeyê wan yê botanîk, li ber her kulîlk û baharatê li gel navê wê, welatê jê hatiye û kînga hatiye Swêd nivîsîbûn.
Li ber koka her darê, nav û umrê darê û dîsa welatê ku jê anîne nivîsî bûn.
Jinikekê pişt çêdikir, got ev babet çêkirin ji alî Tirkiyê hatiye, em j iwan fêr bûne.
Dema min herêma Tirkiyê jê pirsî, Kurdistan tarîf kir.
Me got em ji kurdsitanê ne. Xanimê got, ez jî vî şiklê çêkirinê dizanim.
Gelkî kêfa jinikê hat.
Welhasil xelkê tiştên xwe birisim, bi belge û wesîqe parastine û heta roja îro anîne.
Lê ne ew tenê, tiştê herî balkêş, hin hoste hene ku eynî tiştî, mesela eynî solê, eynî xişrî(aksesur), eynî techîzatî îro jî çêdikin.
Yanî bi derbasbûna demê ra ew ew xişir, ew kinc, ew girêdan, ew sinet, ew alet, ew muzîk ji binde namire, dema hewce be hin kes dikanin wan çêkin.
Ev gelkî girîng e.
Min ji bîr kir qala siaysetê bikib.
Min bîstek berê bala xwe dayê, piştî min dinya li bin guhê hev ketiye, serokên kurd û tirkan bi darê zorê silav li hev kirine û destên xwe dane hev.
Xwedê bi xêrê bigerîne, ez hêvî dikim ku carek din ewê hevûdu himêz û maç bikin.
Bi qasî min fêm kir li Kurdistana başûr kurdan hîn li hev nekiriye, hîn hevûdu dibin û tînin.
Wisa xuyaye gelşek, tiştekî ku li ser li hev nakin heye.
Çimkî zêdeyî 10 rojan di ser hilbijartinan ra buhurîye, lê hîn jî ne netîceyên resmî diyar in û ne jî kê çend parlamenter giertiye?
Ev yek meriv ditirsîne.
Ez hêvî dikim ku PDK û YNK li ser posta serokwezîriyê bi hev nekevin û bi vê yekê jî nebin sebebê kûrbûna nakokiya soran û kurmancan.
Înşelah herdu serî jî ewê menfatetên milî di ser menfaetên şexsî û partîtiyê ra bigrin

4 kommentarer:

  1. Xalo, pirr rind e ku tu bi xêr u xwashî vegeriyayî.
    Silavên germ

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  2. Yaw xalo,
    Te jî tatîla xwe emma dirêj kir haaa. Ma tu nabê jî van zarok u lawik li pash mayî chi dikin? Li derudor diz, keftar, shêr u hirch hene xalo, wîîî.
    Xuya ye xalo kêfa te bi vê reva chend rojên kamil hatiye. Bila xwedê medê te kamiltir bike. Amîîîn! Ya rast li cem me dibên "amîîîn, toraq li nav nîîîn!" Bila ya te jî pendur be xalo :-)

    Silav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  3. Ooo, xêr hatî xalo!
    Yanî aniha em dikarin bi têra xwe dîsan serê te tevlihev bikin, ne wilo :-).
    Ê de ez hinekî bipêm. Naxwazim ku xalo dîsan hêrs bikeve u here dever u chiyayên nenas u kuncika "hindik-rindik" sêwî bihêle.
    Gerchî di dema nebuna te da sayin bashqan shêx Lotikxane ji min ra bu stargeh xalo. Tabî mirov carnan ji ajanên shêx lotikxanê ditirse, lê wekî din chare nemaye, yanî mejbur in ha!

    Silavên germ

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  4. Xalê Zinar,
    Xêr hatî. Ez dibêm ev chend royana jibo salekê bes in dînime îmanime. Êdî chênabe ku tu xwe giran bigirî ellaxîme kîtabîme.
    Silav u rêz
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera