Di doza Ergenekonê da navê gelek zabit, general, burokrat, siyasetmedar û giregirên dewletê derbas dibe.
Ji van hinên wan hatin girtin û berdan û hin jî hîn di hundur da ne.
Dadgeha ku doza Ergenekonê dimeşîne biryar da ku doza Sûsrulikê û ya Ergenekonê bi hev va girê bide.
Çimkî piraniya kesên navên wan di bûyera Sûsûrlukê da derbas dibûn, eynî şexs di bûyera Ergenekonê da jî derketin ortê.
Loma jî dadgehê îfadeya sûcdarê bûyera Sûsurlukê Yaşar Oz jî di vê çarçewê da girt.
Yaşr Oz, di sala 2007-an li Qibrisê di şerekî çeteyên xumarxaneyan da hate girtin û hîn jî girtiye. A ev girtiyê doza Sûsûrlûkê, eroîncî û qatilê dewletê Yaşar Oz, ev cara pêşîye li ser Mehemt Agar îfadeyê dide û tiştên pir girîng dibêje.
Yaşar Oz, di derbarê kirin û cînayetên Agar da dibêje:
”Bi emrê Mehmet Agar pasaportên hişin û şîn, wesîqeya çekgerandinê û plakeyên aidî emniyetê dan min. Dema hatim girtin bi emrê Agar serbest hatim berdan. Pasaporta hişîn li ser navekî ku nuha nayê bîra min, lê min dabû wan hatibû amadekirin. Ji pasaportên hişin yek li ser navê min, ya din jî li ser navê bavê min Eşref Cugdar hatibû çêkirin. Li ser hersê pasaportan jî rismê min hebû. Di belgeya sîlehgerandinê da îmzeya Agar hebû.”Yaşar Oz, di derbarê kurdên ku bi emrê Mehmet Agar û berpirsiyarên wê demê hatine kuştin agahiyeke pir girîng dide, dibêje:
”Di destê wekîlê Dahîra Şerê Taybet Îbrahîm Şahîn û Tarik Umît da lîsteyeke 30 kesên ku ewê bihatana kuştin hebû."
Dûra jî dibêje, "Tarik Umit lîsteyeke 25-30 kesî nîşanî min da, got vana fînansorên PKk-ê ne, ewê werin kuştin.”Ev lîsteya kurdên ku Yaşar Oz qal dike di dema Demîrel, Agar û Çîler da hemû hatin kuştin.
Mehmet Agar, piştî salên 1980-î hatiye gelek wezîfeyên girtîng, bûye serokê emniyetê, wezîrê edaletê û yê hundur.
Loma jî ji salên 1980-î heta dawiya salên 90-î bi dest û emrê Mehmet Agar gelek kurd hatine kuştin.
Lê Mehmet Agar hîn jî li serbest û li der kêfa xwe diqewitîne, kes nikane hesabê van cînayetan jê bike.
Çend teşebusên heta nuha bûn jî pûç derketin, tu netîce nedan.
Mehmet Agar yek ji serok û berpirsiyarê hemû cînayetên dewletê yên li hemdber kurdan e, loma jî ji bo wî dibêjin ”qutiya dewletê ya reş”, yanî haya wî ji piraniya qetil û cînayetên dewletê heye, ya wî bi xwe emir daye ya.
Lê li gel vê jî mêrik weke dîkî sipî hîn li ortê digere û kes nikane tiştekî pê bike, hîn dadgeha Ergenekonê serî li îfadeya wî jî nedaye.
Mehmet Agar, heta nuh di hemû beyan û îfadeyên ku daye DGM-ê û yên Komisyona Sûsurllikê da tim gotiye ”ji ber ku sirrê dewletê ye ezê tiştekî nabêjim.”Meriv hêvî dike ku piştî vê îfadeya Yaşr Oz, dadgeha Ergenekonê îfadeya Mehmet Agar jî bigre.
Yaşar Oz û kesên weke wî tenê qatilên basît in, esas serokê qatilan Mehmet Agar û kesên weke wî ne, dibê hesabê mezin ji wan were pirsîn.
Çimkî wan çete çêkirine, wan sîleh û lîsteya kurdê ku ewê werin kuştin dane destê van qatilan û dûra jî emrê înfazê dane.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar