18 augusti 2009

Berî ku lîstik dest pê bike Ocalan ji lîstikê hat derxistin

Serfermandarê kevn Hilmî Ozkok, di hevpeyvînekê da siyaseta hukûmetê ya mesela kurd dinirxîne, aqil û alîkariyê dide hukûmetê.
Ozkok dibêje, ”Weke mirovên biaqil em mecbûr in ku vê meselê fena însanên biaqil çareser bikin. Çimkî, dema em vê meselê nuha çareser nekin, di rojên hîn zortir, di bin şertên hîn girantir da em dikanin mecbûrî çareserkirinê bimînin.”
Hîlmî Ozkok
weke merivekî nêzî hukûmetê tê zanîn. Bi îhtîmaleke mezin nuha hukûmet bi wî jî dişêwire, dîtin û pêşniyarên wî jî digre.

Di van dîtinên Hîlmî Ozkok da tiştê bala meriv dikşîne dîtinên wî û hukûmetê pir nêzî hev in, ew jî weke hukûmetê dibêje, heger em vê meselê îro çareser nekin, sibe, di bin şertên hîn xerabtir da em dikanin mecbûrî çareserkirinê bibin.
Hukûmet jî eynî tiştî dibêje, dibêje bi zorê, bi şer me mesele netefand, me zora kurdan nebir, loma jî dibê em riyeke din bibînin, belkî bi wê riyê em him ewşa xwe xurttir bikin û him jî bi rehetî kanibin serîhildanê tasfiye bikin.
Yanî dema dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê îro qala ”çareseriya mesela kurd” dikin, dibê em bizanibin ku dewlet dixwaze rê li ber têkçûna xwe bigre, bi çend tawîzên biçûk yên bêgarantî û serîlêgeranê pozîsyona xwe xurttir bike.
Dibê aliyê kurd vê nêta dewlet û hukûmeta AKP-ê baş bizanibe û li gor wê hereket bike. Yanî dewlet ji bo ku ji mirinê xelas bibe bi tayê razî dibe.
Loma jî Ozkok dibêje:
”Dibê ev mesele bi şiklekî ku ewê herî kêm zirarê bide me û ewê zêde zindîtiyê tevî pêşeroja me bike çareser bibe, ez wiha difikirim.”Weke tê dîtin Ozkok jî eynî weke berdevkên hukûmetê nêzê meselê dibe, ew jî dixwaze ku, mesela kurd bi şiklekî ku ewê herî kêm zirarê bide wan û pêşeroja dewleta tirk bigre garantiyê çareser bibe.Yanî maneya xwe ew e ku dibê em baş bizanibin ku ev ”gavên” dewlet qalê dike ne ji nêteke paqij e, ew jî şiklekî şer e.
Hîlmî Ozkok, li ser daxwaz û pêşniyarên Ocalan û danîna têkiliyên bi wî ra jî radiweste û wiha dibêje:
”Nuha yê li Îmraliyê serokê PKK-ê ye. Ji ber vê yekê ew serokê rêxistineke terorê ye. Qebûlkirina daxwazên wî qethîyen ne mimkûn e. Lê belê heger ku ewê alîkariya xwe bi riyeke bi vî ya jî bi wî şiklî, bi riyeke nerasterast bike ew jî tiştekî ku ew dizane.”Di vê nuxtê da jî Hîlmî Ozkok eynî dîtinên hekûmetê dubare dike, li gor dewlet û hukûme jî tê jî têkiliya bi Ocalan ra ji bin da ne mimkûn e, lê li gel vê jî gava ew bixwe bixwaze ji pêvajoyê ra bibe alîkar ew jî karê wî ye.
Jixwe dewlet jî eynen bi vî şiklî Ocalan bikar tîne, karê xwe pê dimeşîne, tiştên dixwazin pê didin gotin ya jî ew li ser navê wî dibêjin.
Lê tirk di resmîyetê da ewê tu carî bi wî ra rûnenin û wî nekin aliyekî meselê.
Mixabin ne PKK û ne jî DTP vê siyaseta dewletê baş nabînin, ew hîn jî hêvî dikin ku dewletê bi rastî jî bi Ocalan ra rûne û wî weke mihatab qebûl bike.
Loma jî PKK û DTP, heroj dibêjin ”mahatab Îbrali ye, ” çareserî li wir e.Ev xeyaleke vala ye, dibê PKK û DTP wexta xwe bi vê xeyala vala derbas nekin, ji dêlî vê va xwe weke mihatab bibînin.
Û bi taybetî jî dibê DTP xwe wisa bibîne.
Ya din jixwe dibê ya girîng çareseriya meselê be, bi kê ra rûniştin ne girîng e, ne esasê meselê ye. Dibê mesela miletê kurd ji naskirina Ocalan gelkî mihîmtir be, li aliyekî şexsek, li aliyê din miletek heye.
Bêguman ev nayê wê maneyê ku dema DTP bibêje mihatab ez im dewletê hema di cî da qebûl bike, na, ewê dîsa qebûl neke.
Çimkî dewlet di vî warî da naxwaze bi tu kes û hêzeke kurd ra rûne, naxwaze hêzeke kurd weke nûnerê miletê kurd qebûl bike.
Dewlet dixwaze bi herkesî ra rûne, pê bişêwire lê weke nûnerê kurdan nas neke. Siyaseta dewletê ya îro ev e.
Serokkomar Abdullah Gul jî di axaftina xwe ya îro da eynî weke Ozkok girîngî da yekîtiya Tirkiyê û got, ”Di netîceyên hemû xebatan da dibê hebûna Tirkiyê ya unîter xurttir bibe, dibê di rojên pêş da tu tehdît nemînin.”Ji van gotinên Gul jî meriv fêm dike ku bi van ”gavên” ew davên dixwazin pêşeroja Tirkiyê saxlemtir bikin.
Li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê ”xerîteya Îmraliyê” da jî Gul jê ra dibêje, ”Îmralî felan tu wan ji bîr bike, derbas be. Tu pirsê bi hawakî din bipirse. Ew ne mihatab in,”Di vê bersîva Gul da jî vekirî xuya dibe ku nêta dewlet û hukûmetê tuneye ku bi Ocalan ra rûne ya jî wî weke mihatap qebûl bikin.
Lê heta ji wan bê, ewê wî ji xwe ra bikar bînin, heta ku êşê xwe pê biqedînin.
Ji xwe piştî daxuyaniya roja şemiyê Ocalan bêtir xwe pûç kir.
Berî vê daxuyaniya roja şemiyê gelek kesî hin hêviyên mezin ji Ocalan dikirin û digotin belkî hin tiştên cidî bibêje.
Lê bi daxuyaniya wî, ya jî ya ku li ser navê wî hate belavkirin Ocalan him xwe pûç kir û him jî gelek kes hêvîşikestî kir.
Loma jî do û îro gelek rojnamevan di quncikên xwe da li ser daxuyaniya Ocalan radiwestin û dibêjin êdî Ocalan ji bîr bikin, wî xwe qedand.
Mesela malpera ”Îyîbîlgî” li ser daxuyaniya Ocalan ya roja yekşemiyê(16/8) dibêje Ocalan ”ket ofsayitê” û dûra jî wiha dom dike:
”Bi vê beyanê Ocalan gelkî dûrî întîbaya ku di destpêkê hîştibûye ye. Ewê nebe perçeyekî çareseriya vê meselê. Weke ku pisporê emerîkî Barkey jî gotiye ewê derbasî dîrokê nebe û belkî jî ji ber vê yekê ewê were jibîrkirin û here.
A ji ber vê yekê, Tirkiye ewê vê meselê xwe bi xwe çareser bike, em dibêjin ewê navika xwe bi xwe bibire.
A ji ber vê yekê ku Ocalan ket ofsayitê, berî ku lîstik dest pê bike ji lîstikê hat derxistin. Êdî Ocalan ji bîr bikin. Jiber ku ew nigê xwe li fersendeke pir dîrokî dixe. Ne weke perçeyekî çareseriyê weke perçeyekî gelşê ewê dom bike.”
Dibê PKK û DTP, xwe nekin êsîrê biryar û emrê girtiyekî di destê dijimin da, bi siyaseteke wiha ewê bibin sebebê têkçûna vê fersenda dîrokî...

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Bi rastî jî dema Apo êdî derbaz bu. Dawiya dawîn Apo bu qurbana psîkolojiya xwe ya "egoman". Qey camêr hê jî nizane ku ji hêla dewleta tirkan va bi têra xwe hat bi kar anîn. Ji nika u pê va dê tirk li gor siyaseta xwe hin gavan bavêjin, kurdan hinekî aram bikin u giran giran yên mayî jî asîmîle bikin.

    Belê, pêwîstiya dewleta tirkan bi vê demê ra hebu ku Apo li pêsh PKKê u miletê kurd wekî bendav bi kar bînin. Lê vê demê ew gêhîshtine hedefên xwe.

    Bi xwedê, ma Apo u PKK ji siyasetê chi fam dikin. Apo u PKKeyê ku di nav shikeftan da wekî amureke dewleta tirkan bi zimanê tirkî kurd asîmîle dikirin, ji wê rojê u vir da jî pêsheroja xwe hunda kirin. Dê dawiya dawî di nav dîrokê da qasî têbiniyeke vala jî xwedî shun nebin. Bi vî halî jî rabune li welatên rojavayê dersa "demokrasîyê" didin. Jê ra jî "demokrasiya Apo" dibêjin! Mirov qey nizane ku chi bibê, bigîre yan bikene. Aha ez li vir vekirî dibêjim: Dê Apo u PKKê ji dayikbuna xwe poluposhman bikin! Bila Apo u PKK xwe bi quta chend rojên beriya mirinê efetiyê bixin. Dê wan rojên "hingivîn" ti carî din di xewnên xwe da jî nebînin. Ji we ra oxir be cîgerim PKK u Apo. Hun laneta dîroka kurd u Kurdistan-ê ne. We ligel dewleta tirkên xwînheram ewqas zilm u zordarî li vî miletî kir ku mirov ecêb dimîne.
    Silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,
    Min îro di netkurd.com-ê da di derheqê vegotinên Apo da nucheyek xwand. Li gor nucheyê gotinên Apo him ji hêla dewleta tirk u him jî ya PKKê va tên sensur kirin. Herweha hevokên ku hatine guhartin jî di nuchê da hatine dayîn. Bi kurtî u kurmancî: Apo bi temamî li gor dewletaa tirkan raya kurd dixapîne u PKK jî wekî partiyeke tasheron pê ra dajoy.
    Herê, rast e ku pêvajoya bi Apo u PKKê êdî derbaz bu. Bê guman PKK dê heta chend salên din bikaribe li wan chiyan ji hirchan bêtir hebuna xwe bidomîne, lê ê dawî tunebuneke bi îbret bibe, wekî rêberokê xwe yê esiltirk u mashe.
    Gerek kurd êdî siyaseta xwe ya netewî bi formeke din ava bikin u pîvanên gerdunî di nav miletê xwe da bi shun bikin u xwe ji van dîktator, totalîter u hêzên fashîzan yên tirk-î-perest xelas bikin.
    Silavên hêja
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera