08 juli 2009

Vê nivîsê bixwînin û porê serê xwe birûçikînin!

Di malpera ”Amîda Kurd” da do ez rastî du nivîsên Bahoz Baran hatim.
Bahoz Baran, di herdu nivîsan da jî li ser asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe radiweste û tiliya xwe dide ser birîneke kurdan ya pir û pir xedar.
Herdu nivîs jî gelkî girîng û gelkî hêja ne.
Lê bi taybetî jî ya bi sernivîsa ”Li Amedê navendên çand û hunerê, malên gel û xweasîmîlasyon”, nivîseke mikemel e.
Ji bo ku meriv bikanibe baş fêm bike ku komele û rêxistinên ku ji alî belediyên DTP-ê û dost û hevalbendên PKK-ê va hatine avakirin, zarok û xortên kurdan çawa asîmîle dikin û dikin tirk, divê meriv vê nivîsa Bahoz Baran tekrar tekrar bixwîne.
Loma jî ev nivîs gelkî girîng e.
Girîngiyeke vê nivîsê ya din jî ew e ku birêz Bahoz Baran, ezber û ji derde û bi texmînî napeyive, ew yekî di nava meselê da ye.
Loma jî ew dizane di nava van komele û rêxistinên DTP-ê, belediyan û PKK-ê da çerxa asîmîlekirina zarokên kurdan çawa digere.
Baran, dema qala mal û saziyên” kurdan yên kulturî dike, dibêje ”Mixabin, sed mixabin ku ev sazî û mal jî weke ‘dewletê’ zarok û ciwanên me asîmile dikin.”Lê vê îdîaya xwe bi cî û war dike, nimûneyan dide, navê komele û rêxistina dide.
Yanî tu îdîayeke xwe bê delîl û îspat nahêle.
Ji destpêka salên 1980-î da ye ez bi şiklekî bênabên li ser tahlûke û xeteriya asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe dinivîsim.
Ez dikanim bibêjim ku bi gotinê êdî mû bi zimanê min va hişin hat, lê dengê min zêde naçe derekê.
Heta van 3-4 salên dawî jî kesên ku asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe weke tahlûkeyeke mezin didîtin tu bigire tew tunebûn.
Vê yekê ez gelkî xemgîn dikirim.
Lê waye hêdî hêdî be jî êdî di nava tevgera PKK-ê da jî kesên wek Bahoz Baran derdilevin û ew jî êdî dikin gazî û hawar û li dijî asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe serî hildidin.
Ez hêvî dikim ku ev gazî û hawara Bahoz Baran, di nava tevgera PKK-ê da olan bide, şax vede û xurt bibe.
Û jixwe heta ku ev olan di nava tevgera PKK-ê da olan nede, heta ku PKK bi rengekî cidî li hember asîmîlasyonê raneweste îşê kurdan gelkî zahmet e.
Bahoz Baran di nivîsa xwe da nimûneyên pir hêja û girînga dane, loma jî ezê ji nivîsa wî çend paragrafên dirêj bigrim.
Ewê nivîs hinekî dirêj bibe lê zirara wê tuneye, divê her kurdê dilşewatê kurdî vê nivîsa Bahoz Baran bixwîne.
Nivîsa Bahoz Baran wisa dest pê dike:
”Niha li Amedê di bin banê her şaredariyê de herî kêm saziyeke çand û hunerê heye. Di van saziyan de xebatên muzîk, şano, sînema, wêne û perwedehiyê tên kirin. Bi deh hezaran ciwan û zarok beşdarî van xebatan dibin.

Ji xeynî van navendan, çend sal berê “malên gel” jî hatin avakirin û niha li her taxê malên gel hene. Ew jî bêtir li ser perwerdehiyê(ji bo ezmûnan, malên ji bo piştgiriya perwerdehiyê) xebatên xwe didomînin. Hejmara zarok û ciwanan her roj jî pirtir dibe li wan deran. Heta vê derê pir xweş û baş. Divê em karibin rastiyê bibînin û xwe û xebatên xwe rexne bikin.
Dema ku em li rewşa wan navend û malan dinihêrin: Mixabin, sed mixabin ku ev sazî û mal jî weke ‘dewletê’ zarok û ciwanên me asîmile dikin. Wan ji çanda kurdewar dûr dixin û xebatên xwe bi kurdî nakin. Zimanê wan saziyan, ji sedî nod bi tirkî ye. Xebatên xwe yên muzîk, şano, sînema, wêne û perwerdehiyê bi tirkî dikin û têkiliyên navbera wan jî bi tirkî ne. Mirov dikeve şikê, gelo ev sazî, saziyên kurdan in? Şaşî ji serî dest pê dike. Dema ku rêvebirên wan deran hildibijêrin, qet guh nadin zimên. Rêvebirên wan navendan jî, ji hêla şaredariyan ve tên hilbijartin û tu kes ji wan napirse, hûn bi kurdî dijîn an na, hûn ê çand û hunera me, bi kîjan zimanî hînî zarok û ciwanên me bikin? Divê êdî kesên ku doza kurdî dikin, teqez li dijî vê yekê derkevin û li ser vê mijarê bisekinin. Şaredarên me, divê ji bona ku ev sazî bibin kurdewar, bêyî ku dem derbas bibe, gav biavêjin û dema ku ji bo wan deran rêvebiran hilbijêrin, divê xala yekemîn zanîn û bikaranîna zimên be."
"Ji ber ku di warê asimilasyonê de polîtikayeke me û ‘saziyeke’ me tune ye, em di vî warî de belawela ne û xebatên bi rêk û pêk nakin. Rêxistinên me jî, di vî warî de pir rehet tevdigerin û zimên ji ser guhê xwe re diavêjin. Heta niha tu navendeke me jî, li dijî asilmilasyonê tevnegeriyaye û li ser vê mijarê, xebatek nekiriye. Divê ev navend, xizmetê ji asîmilasyonê re nekin; li hemberî asîmilasyonê bisekinin û bi çand û hunera kurdî, vê rewşa xeternak berovajî bikin. Karê wan divê ev be; lê ew niha asîmilasyonê kûrtir dikin. Weke mînak, saziya me ya bi navê ‘Selîs’, du sal berê dayikên me yên ku bi tirkî nizanin, civandibûn û ew hînî tirkî dikirin! Kovarên ku saziyên me derdixin bi tirkî ne. Van demên dawî şaredariya me, pirtûkxaneya bi navê Mehmed Uzun vekir. Deh hezar pirtûk tê de hene; lê dema ku em diherin, li wan pirtûkan dinihêrin, hejmara pirtûkên kurdî ji ‘du sedî’ derbas nabe!
Qey pirtûkên kurdî ew qas in?
Rewşenbîrên ku li Amedê ne, hûn li ku ne!?
Xemxurên kurdî hûn li ku ne!?
Hûn çima destûrê didin van tiştan?
Qey em tune ne!?
Eger di vî warî de xebat bên meşandin û navendên çand û hunerê û saziyên me yên din xebatên xwe bi kurdî bikin û têkiliyên xwe bi kurdî deynin ez bawer dikim ku wê li Amedê guherînên pir mezin çêbin.”

”Divê em ji wan kesan bipirsin.

”Hûn çand û hunera kê hînî kê dikin?
Kê hûn anîn van deran?
Hûn çima zimanê vî gelî nizanin?
Ma hûn bawer dikin ku em ê êdî dengê xwe nekin ji we re?
Sedema vê bêhişiyê çi ye? Ji bo kê dixebitin hûn?”
“Berê herkesî li Amedê ye. Bajar û navçe û şaredariyên li der û dorê li Amedê dinihêrin.

Lê Amed li ku dinihêre?
Heta ku em berê vî bajarî nedin Kurdî, ev bajar xelas nabe! Li bajarê ku em nikaribin tê de bi zimanê xwe bijîn, li bajarê ku asîmilasyon pêl bi pêl mezin dibe, em ê çawa bihewin, em ê çawa karibin jê re bibêjin “bajarê me?"
Rewş bêtir bi xeternakiyê ve dihere, em ê çawa berovajî bikin vê rewşê?
Ma ev karekî hêsan e?
Ma tenê Amed?
Em niha qala Amedê dikin; lê ev tiştên ku hatine rêzkirin di gelek bajar, navçe û navendên me de hene.”
”Şaredarên me di her axaftina xwe de qala vê mijarê dikin; lê dema ku em li xebatên wan dinihêrin, tiştekî berbiçav nabînin. Di warê birêvebirina fermî ya di şarederiyê de, dibe ku em niha nikaribin kurdî bi kar bînin; lê li navendên çand û henurê û li malên gel ev pirsgirêk tune ne, li malên gel û li wan navendan, mirov dikare xebatên xwe bi kurdî bike. Nayê kirin! Kes ji we re nabêje fermiyetê niha biguherînin; ji xeynî fermiyetê zimanê xebatên xwe, bi taybetî xebatên navêndên çandan, malên gel bikin kurdî. Bila rêvebirên wan deran kurdewar bin. Dewlet mudahaleyê vê rewşê nake. Gotin divê êdî bibe pêkanîn.”
”Rêvebirên me yên ku di saziyên çand û hunerê de dixebitin, mixabin di warê hişmendiya kurdî de, pir qels in. Rêvebirê ku çand û hunera gelekî re eleqedar e, divê berî her tiştî zimanê wî gelî zanibe û bi wî zimanî biaxive, bixebite. Lê rêvebirên wan navendan, mixabin zimanê vî gelî nizanin, yên ku zanin jî, ji ber ku di warê hişmendiyê de xewar in, wî zimanî bi kar naynin.”
”Li Amedê navendeke pir mezin ya çand û hunerê wê di demeke nêzîk de bikeve xizmeta gel. Navê wê derê “Navenda Çand û Hunerê Ya Cegerxwîn” danîn; lê dewletê ‘Cegerxwîn’ qebûl nekir. Em dîsa jî bibêjin Cegerxwîn ji wê derê re. Li herêmê yekemîn car e ku navendeke wiha mezin ava dibe.

Gelo wê zimanê wê derê bibe kurdî?
Wê rêvebirên wê derê xebatên xwe bi kurdî bikin an na?
Şaredariya Kayapinarê dema ku rêvebiran hilbijêre, wê kurdî di ser guhê xwe re bavêje an na?
Niha em bersiva van pirsan nizanin; lê em ê herin bi çavê serê xwe bibînin. Ji xwe herêma ku, ew navend lê hatiye çêkirin ji sedî heştê asîmile bûye; eger ev navend jî wan asîmile bike, kurdî wê li wê taxê bipelçiqe! Divê haya serokê şaredariya Kayapinarê birêz Zilkîf KARATEKIN ji vêya hebe.
Di bin banê navenda Cegerxwîn de bobelat e ku xebat bi tirkî bên kirin! Van rojan qala ‘Aqedemiya Siyasetê’ jî tê kirin.
Gelo em ê zimanê wê bikin tirkî, yan em ê bibêjin bes e, em ê êdî bi zimanê xwe yê ku me ew(xwe) îhmal kiriye, siyasetê bikin.
Eger zimanê wê derê bibe tirkî, wê kurdî derbeyeke din jî bixwe!
Û niha wisa xuya dike. Em bi destê xwe mala xwe xirab dikin, haya me ji bayê felekê tune ye!”
”NÇM û Asîmilasyon
Di warê çand û hunerê de saziya me ya herî mezin û xwedî dîrok NÇM ye. Her çiqas li NÇM’yê hin xebatên kurdî hatibin kirin jî, polîtikeyeke NÇM’yê ya li dijî asîmilasyonê tune ye, cihê ku herî pir asîmile bûye û asîmile dike jî NÇM ye. Li Amedê NÇM’yê xwe bi navê Dîcle-firat bi ava kiriye. Herin li wê derê rojekê bimînin, hûn ê asîmilasyonê bi çavê serê xwe bibînin. Têkîlî bi tirkî ne. Cîvînên xwe bi tirkî çêdikin. Her çiqas demên dawî, hin biryar hatibin girtin û civîn bi kurdî dest pê bikin jî, piştre civîn vedigerin tirkî. Hişmendiya axaftina zimên li wan deran kêm e.

Gelek xebatên şano, wêne, muzîk û beşên din, hin jî bi tirkî tên kirin. Ji ber vê yekê ye ku kesên kurdewar ji wan deran aciz in.
Em, divê vê rastiyê bibînin. Mixabin ew sazî ,çand û hunera kurdî bi zimanê tirkî dide.(li gelek ciyan)
Ev bi xwe jî nakokiyeke pir kûr e. Şanogerên wan, şanoyên bi kurdî çêdikin, lê dema ku hûn derbasî pişt dikê dibin, dibînin ku tev bi tirkî dipeyvin.
Jiyana xwe jî bi temamî tirkî dijîn û têkiliyên wan bi tirkî ne.
Gelek hunermedên ku girêdayê wê derê ne, bi kurdî distrên; lê bi tirkî dipeyvin, dijîn.
Her çiqas rexneyên pir giran hatibin kirin jî, hin jî li NÇM’yan guherîn çênebûne.
Ji ber ku NÇM beriya saziyên din hatiye avakirin, di vî warî de pêşkêşiya asîmilasyonê wê kiriye.
Ev sazî yên me ne û divê ne di vî halî de bin. Divê ev sazî, teqez dev ji asîmilasyon û xweasilmilasyonê berde û ji bo saziyên din yê çand û hunerê bibe mînak.
Bes e, em êdî xwe nexapînin!Bahoz BARAN”
Helbet pir hindik min texmîn dikir ku rewş ev e, lê dîsa jî dema meriv li şahidiya yekî di nava meselê da guhdarî dike, meriv bêtir muteesîr dibe, meriv fêm dike ku van rêxistinên xwedêgiravî ji bo pêşxistina kurdî hatine avakarin, esas mal û dibistanên helandina zarokên kurdan e.
Ev felaketeke pir mezin e.
Heta nuha gelek caran PKK-ê biryar girtiye, beyan daye û gotiye emê li dijî asîmîlasyonê rawestin û li zimanê xwe xwedî derkvin.
Lê piştî ku meriv vê nivêsa Bahoz Baran dixwîne, meriv fêm dike ew hemû gotinên ji bo xapandinê bûne.
Heger ne xapandin bûya îro rewş wiha nedibû, dibê ev yek bi daxwaz û destûra PKK-ê be.
Heger PKK bi xwe vê yekê nexwaze ne mimkûn e beldediyeyên DTP-ê, komele û rêxistinên girêdayî wan karekî wiha bikin.
Heger PKK, bi rastî jî li dijî asîmîlasyonê be ne mimkûn e ku di van rêxistin û komelayan da zarok û xortên kurdan bi tirkî werin perwerdekirin.
Heger ne bi destûr û daxwaza PKK-ê be ne mimkûn e ku kesên kurdînezan û tirkperest bibin berpirsiyar û serokên van dezgahan.
PKK, tevgereke pir û pir mezin e û xwedî hêz û disîplîneke ji ya leşkerî jî xirabtir e, dema bixwaze bi rastî jî dikane rê li ber asîmîlasyonê bigre, dikane li hember pêlên asîmîlasyonênê bendeke pir qewî lêke, dikane zimanê kurdî pêş da bibe û geş bike.
Lê dibêje û nake.
Û ne tenê nake, di serda jî eksê wê dike, di ser da jî karê dewletê hêsan dike, zarokên kurdan asîmîle dike.
Dibê kurd vê yekê bi tu hawî qebûl nekin.
Derdikeve ortê ku ew dezgeh û rêxistinên ku xwedêgiravî ji bo pêşdabirina kurdî hatine avakirine di rastiyê da hemû weke hêlînên asîmîlasyonê dixebitin.
Bêguman ne PKK tenê, hemû hêzên din jî pir hindik, belkî jî ji PKK-ê zêdetir kurdan asîmîle dikin û bi vê siayseta xwe jî karê dewleta tirk hêsantir dikin.
Kurdên kurdperwer û têgihîştî, kurdên ku naxwazin bibin tirk û qesasê zimanê xwe dibê li dijî asîmîlasyonê dengê xwe bez bikin.

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Wellahî êdî ez westiyame ku hetim dubare bikim.

    Dijminê zimanê kurdî yê herî mezin PKK u DTP bi xwe ne!

    Heta ku ev herdu hizbên tirkîperest u tirkperest neyên tarumar kirin, mirin ha li ber derî ye!

    Di warê kurdî u kurdistantiyê da ev herdu hizbana jî kemalîzmê u MHPya tirkan bêtir bêbext in!

    Bi nêrîna min li ser vî erdî kesê ku hewl bide xwe, zarokên kurd bi zimanê tirkî asîmîle bike, li gorî siyaseta tirkên nijadperest bilive, ew "bênamus"ê herî mezin e!

    Silav

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera