16 juli 2009

Li ser navê xwe "ez" pir hêrs bûm

Parlamenterê DTP-ê Hamît Geylanî, bi sê hevalên xwe yên parlamenter ra li Erdemliya qeza Mêrsînê diçin baxçeyekî çayê.
Xwediyê çayxaneyê ji Hamît Geylanî û hevalên wî dipirse, dibêje, ”ma hûn DTP-lî ne ?”Dema Geylanî dibêje ”erê”, em DTP-lî ne, xwediyê çayxaneyê derî nîşanî wan dide, dibêje, ”Şehîdê min heye, rabin ji vir herin.”Geylanî û hevalên xwe çaya xwe naqedînin û çayxaneyê terk dikin.
Hamît Geylanî, di rojnameya Tarafê da do wiha qala vê bûyerê kiriye:
-Ez û sê hevalên parlamenter(ez navê wan nabêjim)em çûn bexçeyekî çayê, lê çaya me nîvçe hîştin. Xortê ku bexçe dixebitand, hat masa me. Got, “Begno hûn ji ku ne?”
Bi serbilindî min got, “Ez ji Colemêrgê me.” Min bajarên hevalên xwe yên din jî jê ra got.
Got, “Ma hûn parlamenterên DTP-ê ne?”
Dîsa bi serbilindî min got, “Erê”.
Got, “Begno ez nikanim çayê bidim we û ji we ra xizmetê bikim.”
Me got, ”Çima” tu nikanî bikî?
Got:
”Şehîdê min heye, ji ber wê min fêm bikin.”
Dîsa min bersîv da. Min got, em hesasiya te fêm dikin û dibin şirîkê êşa te. Lê li vir hûn xizmeta qamûyê dikin. Ev şêla we ya dîskrîmînasyonîst, sebebê girtina ciyê we ye.
Got, ”Qet ne mihîm e, digrim û diçim”.
Li ser vê bêperwatiya mêrik, Geylanî û hevalên xwe, pel pel li ruyên hev dinêrin û çayxaneyê radibin.

Dema yek, ji miletê meriv hewqasî nefret bike, li meriv bi vî rengî heqaretê bike û meriv ji qahwexaneya xwe biqewitîne, heger meriv lênexe, nikanibe lêxe, tiştê herî normal ew e ku divê meriv jê aciz bibe, dilê meriv jê bigire.
Geylanî, xwe ji vî faşîstê çavsor û dijminê kurdan aciz nake, jê naqehere û di dilê wî da “kîn” û “nefretek” jî peyda nabe.
Tiştekî pir xerîb e...
Însanek, heqareteke bi vî rengî li meriv bike lê meriv dîsa jî bîna xwe jê teng neke, bibêje, ”ez jê hêrs nebûm”, tiştekî ne normal e.
Ji dêlî ku Geylanî, vê nîjadperestiyê, vê çavsoriyê, kîn û nefreta li hember gelê xwe rexne bike, qala hin tiştên vala, çîroka “bihevrabûna sedsalan” dike.
Ku herkes dizane ku ev “bihevrabûn” jî ne bihevrabûneke azad e, bihevrabûneneke bizor û kolewarî ye.
Dibêje, “li ser navê xwe ez jê hêrs nebûm.“
Ez benî, dibê mêrik hîn çi bikira, ji bo ku tu jê hêrs bibûya?
Ji bo ku meriv sê parlamenteran ji qahwexaneya xwe biqewitîne yek, dibê meriv pir har, çavsor û bêperwa be û ya din jî dibê dilê meriv li hember miletê wî kesî tije kîn û nefreta be.
Ev şêla yê tirk, nîşan û pîvana kîn û nefreta tirkan ya li hember miletê kurd e, naxwazin qedehek çay jî bifroşin yekî kurd.
Geylanî û hevalên xwe hîn jî naxwzin vê rastiyê bibînin, hîn jî qala çîroka “biratiya” kurd û tirkan dikin.
Ne şehîdek, deh şehîdên yekî kurd hebûna jî nikanîbû li hember sê parlamenterên tirk yên faşîs ev "mêranî" bikira û ew ji qahwexaneya xwe biqewitandana.
Ferqeke me û tirakn jî ev e.
Mêrikan ji me hez nakin û vî hestê xwe jî pir eşkere didin der.
Lê em newêrin ya dilê xwe bibêjin...
Medenîbûn, însaniyet, camêrî tiştek e, lê mêranî û cesareta li hember dijmin jî tiştekî din e. Evana du tiştên cuda ne.
Dema yekî bi meriv ra dijminatî kir, ji miletê meriv nefret kir, nexwest miletê meriv bibe xwediyê tu mafekî netewî, wê demê divê meriv jî durrûtiyê neke û biwêribe bi mêranî eynî şêlê nîşan bide.
Lê kurd nakin, li hember tirkan bi piranî durrûtiyê dikin, dilê wan tiştekî dibêje, devê wan tiştekî din dibêje...
Nîşana herî berbiçav jî şêla Hamît Geylanî ye, ji bo ku ew kurd e mêrik wî ji çayxaneya xwe diqewitîne, lê ew dîsa jî dibêje, "li ser navê xwe ez jê hêrs nebûm."!
Weleh "li ser navê xwe", ez pir û pir qeherîm, pir hêrs bûm û weke ferdekî kurd gelkî jî pê êşiyam...

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,
    Ji van xayînan ti xêr dernakeve. Ev ketine duv berjewendiyên xwe yên shexsî u ewqas. Heger hewce be, dê bibin gelekî tishtên pir ecêb jî. Chima bixeyîdin!
    Niha ez ê pirseke vekirî bikim, ya rast minakekê bidim. Gelo heger wî tirkî destdirêjî li jinên, kechên yan jî dayikên van bikira, dê wê demê van begena chi bikirana? Yan jî wî tirkî gotinên bê edeb bikira, dê chi biba?
    Ez dibêm, dê mesele gelekî mezin biba.
    Lê gava mesele tê ser miletê kurd, begên began xwe hîch pê naêshînin u pisho pisho li ser dipevivîn u mezinahiya xwe ya "duru, bê edeb u zirzop" eshkere dikin.
    Siyaseta kurd di destên kesên weha tirkperest da gemar bu u chu!
    Sextekarî jî ewqas dibe!

    Silav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera