Weleh bi dilê we be ne bi dilê we be, hûn bixeyidin nexeyidin hûn bi kêfa xwe ne, lê ezê îşev jî qala hin çavdêriyên xwe yên ser zimanê kurdî bikim.
Carnan ez bêhemdî xwe ji xwe ra dibêjim, xwezî van qanalên telewîzyonên kurdî tunebûna û min li bakurê Kurdistanê ev halê zimanê kurdî yê perîşan û têkçûyî nedîta.
Yekcarnan gava wext çêdibe ez di TRT Şeşê da li programên Noşîcan be û Rêwî temaşe dikim.
Xusûsîyeta herdu programan jî ger e, têkiliya spontan ya bi gel ra ye. Herdu program jî carê diçin bajarekî, gundekî, herêmeke kurdan û Kurdistanê û bi gel ra rasterast dikevin têkiliyê û xelkê didin peyivandin.
Programa ”Noşîcan be” li ser xwarinê ye, di her programekê da diçin bajarekî Kurdistranê û xwarineke wî bajarî bi aşpêjiya du kesan didin nasandin.
Yanî du kes eynî xwarinê çêdikin û dûra jûriyeke ji 3 kesan ji herdu xwarinan jî tam dikin û xwarina yekem hildibijêrin.a
Û yê yekem xelatekê digre. Tiştekî nadin yê duyem. Esas eyb dikin, dibê yê duyem jî xelata duyemiyê bigre.
Lê çi heyf ku bîr nabin, tenê "zifekê" didin yê yekem.
Lê ev pêşbirtk/misabeqa li meydana bajêr çêdibe û gelek kes lê temaşe dike û carvarnan jî beşdarî sohbetê dibin.
Programa din ”Rêwî”, digere, dihere gund ya jî bajarekî û ew bi însanan ra têkiliyê datîne, dipeyive, hin tiştan dipirse û wesaîre…
Ji ber ku herdu program jî li gund û bajarên Kurdistanê, di nava gel da tên çêkirin loma jî meriv fersendê dibîne ku li gel guhdarî bike, kurdiya wan bibîne, dîtin û fikrên wan fêr bibe û bibe xwediyê qenaetekê.
Heta nuha min gelek cararan li van herdu programan jî temaşe kiriye. Di herdu programan da jî dema însan dipeyivin û bersîva pirsan didin, meriv dibîne ku tirkî pişt li kurdî şikandiye, kurdî êdî li ber miriniye.
Bi gotineke din kurdî êdî ji zimantiyê derketiye...
Zarok û xort û bi taybetî jî keç ya qet bi kurdî nizxanin ya jî kurdiya wan pir û pir xerab e, loma jî naxwazin dengê xwe bikin.
Kurdiya dizanin jî dişibe kurdiya turîstekî tirk, çimkî ji sedî 60-70-î gotinên bikartînin tirkî ye.
Rewşa mezinan jî ji ya biçûkan pir ne baştir e.
Mixabin kurdiya kesên navsala û kal jî pir xera bûye, ew jî êdî ji kurdîtiyê derketiye, bûye zimanekî pêkenînê.
Dema zimanek têkeve vî halî meriv pê napeyive û naxwaze bipeyive. Çimkî meriv nikane derdê xwe yê herî sivik jî pê bîne zimên.
Êdî navê ”pîvaz û ”sîrê” jî bi tirkî dibêjin.
Êdî nikanin bibêjên xwarin "şor e", "bêxwê" ye ya jî "zêde keliyaye".
Zimanek dema têkeve vî halî êdî nikane rola xwe ya wasiteya hevdufêmkirinê bilîze, êdî wê fonksiyonê xwe wenda dike.
Berê însanan nikanîbûn bi kurdî bixwenda û binivîsanda, lê dikanîbûn bi kurdî bi hev ra bidana û bistendana û sohbet bikirana.
Lê nuha ev yek jî ketiye xeterê, êdî însan nikanin du gotinan jî bi kurdî rast bibêjin, miheqeq diqelibînin tirkî.
Heta meriv bi çavên serê xwe nebîne, meriv nizane kurdî hewqasî têk çûye. Lê dema meriv li sohbet û axaftina însanên xort, li yên kal û pîran guhdarî dike, wê demê meriv dibîne ku kurdî bere bere fonksiyona xwe ya zimanbûnê wenda dike.
Dema meriv pirsekê bi kurdî ji yekî dike, di cî da devê wî/wê dikeve hev, li derûdora xwe mêze dike, dikene û dike nake, nikane bi kurdî bersîva xwe bide, sohbeta xwe bidomîne, ji her hevoka bikar tîne du sê gotin bi tirkî ye.
Xwendin û nivîsandin jixwe tuneye, îcar dema zimanê rojane jî hewqas zeîf bibe û hewqas gotinên tirkî têkeve nav, wê demê meriv dikane kurdî weke zimanekî li ber mirinê bihesibîne, yanî têxe nava zimanê mirî.
Bêguman min dizanîbû rewşa kurdî pir û pir xerab e, lê min nizanîbû ku ji nuha da ketiye komayê û li ber teslîmbûnê ye.
Bi saya hin programên TRT Şeşê, min rewşa zimanê kurdî ya kambax bi çavên serê xwe dît. Piştî temaşekirina van programên TRT Şeşê, di derbarê pêşeroja zimanê kurdî da nuha ez gelkî bêhêvîtir im...
Xalo,
SvaraRaderaMa tu nabêjî em chima xwe ewqas li erdê dixin u dibêjin êdî zimanê kurdî chem u chem chuye? Xwezî bila kurdî serketiba u ez/em jî derewkar derketina. Lê mixabin ku rewsh berevajî vê ye.
Divê tu bi wan propagandayên partiyên ku pênc qurush nakin, xwe nexapînî. Gî jî derewan li ser hew dikin u sextekar in. Gerchî ji derî PKKê yên din mirov qet nabîne. Lê PKK jî di destê dewleta tirk da buye tasheron. Bi hemî siyaset, dezgeh u murîdên xwe zimanê xwînmijên miletê me tirkî kuta me kurdan. Ji ber ku sayin Apo bi kurdî nikare fikrên xwe yên cheqilmast bîne zimên! Yanî miletekî weha kevnare ji bo shexsekî bêziman u bê kultur kirin bin erdê. Chi ecêb e, tishtê ku tirkan bi zorê nekarî, PKKê bi xweshî kir! Eferîn ji camêran ra!
Berî chend rojan cejna zimanê kurdî pîroz kirin. Wekî her tishtê PKK vik u vala u bi tirkî! Di meshan da jî resimê sayin Apo xistên destên murîdan u bi kurdî gotin "bijî serok Apo"! Aha ji te ra kurdî! Xwedîtiya wan jî ewqas e.
Ka Emîne Ayna berî salekê digot dê heta salekê hînî kurdî bibe?! Chi bu? Lê yên me ji bo ku hebunên xwe xera bikin derewan dikin, yên xelkê jî ji bo ku hebunên xwe zêdetir bikin vê dikin.
Ez careke din dibêjim, heta salên 2020-2030 êdî kurdî di gora Apo u PKKê da zimanê puch u mirî ye.
Em bipên.
Silav
Lawkê Cholemêrgê
Kek Zinar,
SvaraRaderaWellehî kurdî-murdî êdî nema. Lê dîsan jî serê xwe zêde pê neêshîne. Em miletekî pir ehmeq in. Miletên ehmeq jî siyasetmedar u ronakbîrên ehmeq diafirînin. Ango her tisht li gorî xwezaya xwe chê dibe.
Tishtê ku mirov diêshîne, ew jî wekî kurd chêbuna bi xwe ye. Xwezila ez kurd nebuma, lê ker yan jî kuchik buma bashtir bu. Bila lanet li vî mîletî were u wesselam. Miletê ku li ehmeqiyên xwe dikene, ew jî kurd in. Gava kurdî dipeyîvin, him bi peyvên tirkî u him jî bi mêjiyekî tirkchî gêjo-gêjo dikenin, li shuna ku rewsha xwe ya trajîk bibînin u pê bigîrin!
silav u rêz
Kezeba Mêrdînê
Bırayê Bêroni! (kezeba mêrdînê);
SvaraRaderaTu pir bê însafî hucuma ser miletê Kurd dikî.
Erê raste zimanê Kurdî di qomêdaye.
Lê belê ew nê wê manayê ku niva sax nabe.Bê hêvîtî ne başe.
Ew zulmu zordarîyâ ku liser zimanê Kurdî hatî kirin li serê gurê çolan natî kirin.Polîtîka devleta zilimkar pir ecêb bu.Kî kurdî di peyîvî cezayê wê pere dida. Kî kurdî bîra bikira pere digirt, ritba wî mezintir dibu.Kî Kurdî dipeyîvî ji kar çe dikirin.Heta naha zimanê ker u kuçikan qedexe nebîye lê zimanê Kurdî bi zilmeka mezin qedexe bîye.Eva mînakek biçukbu.Zarokan neşînî mektebê pirsgirêkeke, çaxa dişînî mektebê dibê bibin Tirk. Rast jî heta dawyê dibin tirk.
Lê belê bê hêvîtî ne başê.Eceb şuna zimanê Kurdî zimanekî din bîya, naha zuda fatîha mirinê natiba xwendin? Ê me di qomêdaye.
Emrê Xweda ji ji zimanê xwe xwedî derketine.Pêwîste ku şîara me evbe. (wejene zimanê xwe ey xwendevan hiç kesek nebîyê milet bê ziman) Bê hêvîtî şerme.
Bi silaf u rêz REHAWÎ.
Xalê Zinar,
SvaraRaderaDe tu carekê li serokên partiyên kurdan binêre. Yek ji yê din berbattir e. Ne xwedî kultureke dema xwe ne, ne jî ew shexsiyeta kurdperwer u kurdistanî di camêran da heye. Ji bo du kesan bixapînin u bixin duv xwe, hoqqebaziya nekin, gundîtiya ku nekin, li pash xwe nahêlin.
Hadê me fam kir, miletê kurd ji binî va buye bê îdraq, ji tu tishtekî fam nake u nikare aletên hebun u tunebuna pêsheroja xwe bibîne. Gelo li van serokên zirzop chi dibe? Chima fam nakin ku dê pishtî chend salan êdî kurdî bimire u pê ra jî miletê kurd bicehime here?
Bi navê xwedê, ma Apo gava xortên kurdan di rojbuna xwe ya sexte da berbi gundê xwe dishand u bi leshker u polîsên tirkan dida kushtin, qet ji xwedê sherm nekir? Gelo chima Apo u PKKê heta îro ji bo zimanê kurdî xortek nade kushtin? Tabî mirina ji bo kurdî aqilê milet tîne serê xwe u milet ji Apo dur dikeve. Divê miletê kurd tenê ji bo navê Apo bimire, daku bila ew di nav xelkê da pozê xwe bilind bike u pesna xwe bide.
Êdî ji niha u pê va kî dibe bila bila qet ji bo min ferq nake, kurdê ku hînî zimanê xwe nebe, bi zimanê tirkî bipeyîve, binivîse, li televîzyonên wan mêze bike, pirtuk u rojnameyên bi zimanê tirkî bikirre, ew kes bê namusê bê namusan e u ewqas! Li welatên din, ango li ba xelkên din di rewshên weha da netewe radibe ezmana heftan u kesên ku bi zimanên dagirkerên xwe didin u digirin jî, îdam dikin. Lê de carê jî li halê kurdên me yên sherpeze binêre. Lanet, lanet u lanet li we, li serok u ronakbîrokên we yên bê îdraq u tirkîperest be!
Rêz u rêzdarî
Eliyê Dêrikî
Xalo,
SvaraRaderaMin wê rojê di nucheyan da xwandibu, serokê TZP-Kurdî digot kurdî ronesansa xwe ya duyemîn dijî! Te were nemire. Kurdî u ronesans?! Yê vê aqilsiviktiyê dike jî serokê TZP-Kurdî ye!
Helbet, ku kêmaqilên weha bun berpirsiyar dê kurdî jî bimire, milet jî bimire.
Wê rojê hevalekî got, berî du mehan chuye tercumaniya yekî Amedî. Ji yê Amedî pirsiya, ka ew bi kîjan zimanî dixwaze bipeyîve? Camêr gotiye bila bi tirkî be, ji ber ku wî xwe bi tirkî bashtir îfade dikiriye. Lê gava doktor tê u bi hev ra dipeyîvin, hevalê min mêze dike ku qehremanê Amedî bi tirkî jî nikare normal xwe îfade bike. Îcar heval bi bêdengî bi hêdîka dest bi kurdî dike. Lê camêre Amedî ji heval ra dibêje bi kerema xwe tirkî tercume bike...
Camêr bi navê PKKê bi salan di girtîgehê da maye... Ew shexs chiqas kurdperwer be, Apo u PKK jî ewqes kurdperwer in. Ango ji ziman u kultura kurdî qasî giramekê jî nasîba xwe negirtine. Min di jiyana xwe da heta niha ne însanek u ne jî tevgereke weha bê kultur nedîtiye.
Silav u hurmet
Zarayê Kurdîjen
Bi navê kerê cîranê me Tezo be, chiqas derbeder, diz, sextekar, bêîdraq u rezîl hene, chune ketine nav partiyên "qasho" kurd u bi zimanê tirkî "cuzdana pereyên xwe" germ dikin. Gava hun jê dipirsin, gelo ji ber chi tu fêrî kurdî nabî, bersiva herî rezîl u ehmaq didin te: Ez aniha di nav siyasetê da me.
SvaraRaderaKuro, lawo, ehmeq lawê ehmeqan, ma tu ji bo chi siyasetê dikî? Lê di rastiyê da van ehmeqena nikarin du peyvan u fikran li du hev rêz bikin, yanî ewqas ehmeq in!
Hevalê ku dijmin sucdar dike, hevalê Rehawî, gelo tu ji dijmin chi dipêyî? Navê xwe li ser e: "Dijmin". Ew wezifeya dijmin e ku kurdan ji hole rake. Ê de chima kurd di destê wan da bune lîstik u devê xwe yê gemar buyî ji tirkî bernadin? Bila kes derewan neke, îro ti kes nikare rê li ber firehbuna kurdî bigire, heger kurd bi xwe bixwazin. Lê ew jî êdî naxwazin! Bila hemî jehr u ziqqim di ser kurdan da bibare!
Silav
Beranê Meletiyê
Min nivîsa camêr Zinarê Xamo û hemû şiroveyên wê xwend.Birastî min fehm nekir. Niha herî zêde asimilasyon li ku derî heye? Aliyê Xarpit, Meletî, Semsur, Erzorim, Mereş, Dilok, Sivas, Erzingan hwd. ne. Li wan deran tu partiyên Kurdan bihêz nîne. Divê mirov xwedîwicdan be. Elbet hinek mafa we hene ku hûn bêjin " Kêmasiya partiyê li ser zimên heye". Lê dîsa jî ji bo zimên têkoşin dikin jî ew in. Elbet kêmasiyên wan zehf in lê başiyên wan jî zehf in. Hinek hevalên me rabûne heqeretên pir mezin li miletê me dikin ku nayên qebul kirin. Ew mêrik mezinbûna miletê xwe nizane. Ez naxwazim zêde dirêj bikim.
SvaraRaderaMamoste
Ez nizanim, ka chima birêz Mamoste li ser rexneyan ewqas bê kêf e? Mamoste dibêje li Xarput, Meletî, Semsur, Erzorim, Meresh, Dîlok, Sêvas, Erzingan partiyên kurdan tunin, ji ber vê ev herêmana asîmîle bune. Kekê mino, em li ser Amed'ê, Sêrt'ê, Agrî, Qers, Batman, Wan, Riha u hwd. dipeyîvin.
SvaraRaderaHeger partiyên kurdan li van deveran tunebin jî, hingê chima tunin? Gelo karê herî ewil u muhîm li van bajarên asîmîlebuyî dest pê kirin nîne? Karê zor li van deveran nîne? Ma kî dikare derkeve pêsh u bêje plan u programa DTP u PKK ji bo van bajaran heye?
Hebun u tunebuna kurdan bi van bajaran va girêdayî ye. Heger dewleta tirkan li van bajaran gêshte armanca xwe (ku hema hema gêshtiye jî), êdî tu shansê bajarên din yên kurdan tune u xwe biparêzin. Ango dewlet pêshta dîwarên Kurdistan-ê tarumar dike u pê ra jî dê bikeve dilê Kurdistan-ê. Bi gotineke din hebuna van bajaran wekî chermê lashê mirov e. Heger cherm nebe, êdî mirov hew dikare rê li ber nexweshiyan u mirinê bigire. Ya rast her chiqas dewleta tirkan bala xwe dabe van bajarên dîwar jî, lê dîsan di hundur da jî PKK u DTPê li gorî siyaseta xwe ya tunekirinê bi kar tîne. Ango asîmîleya ku tirkan di 800 salî da nekarîn bikin, di sî salên dawî da bi Apo u PKKê dan kirin. Dijmin e, lê ji kurdan hezar carî qurnaz u baqiltir e!
Ya din jî mebesta heqeretê nehatiye kirin. Heger di me kurdan da hinekî ar, namus u sheref hebuya, em miletekî mezin buna, em ê nebuna kuchikê ber deriyê tirkên xwînxwar u dolheram. Bi kerema xwe dest ji sloganên weha vala berde. Lanet li temamê vî miletî were u weselam.
Bimîne di oxira xwedê da
Beranê Meletiyê