Ev çar roj in hesrata min ya welêt zêdetir bûye, hema ji herdemê bêtir min bîriya welêt kiriye. Hesreta welêt û xeyalên min yê vegerê gav û saetê weke leylanê li ber çavên min diherin û tên.
Nizanim çima?
Hesret, him hêzeke ku meriv li ser niga digre û him jî kerasekî ji êgir e, bi şev û roj beden û dilê meriv meriv disincirîne.
Hesret, di hundurê xwe da him hêvîyê û him jî xemgîniyê dihewîne.
Yekcarnan hêvî di dilê meriv da weke pêlên deryayê pêl dide, meriv dibe digihîne welêt, dost û hevalan û hemû hezkiriyan û yekcarnan jî xemgînî weke ewrekî reş xwe bera ser hêviyê dide û zora wê dibe.
Hesret bêrîkirin e, dildarî ye, ji bo hinekan bêrîkirina yarê ye, ji bo hinekan bêrîkirina welêt e, bêrîkirina kuçe û kolanên zaroktiyê ye, bêrîkirina şêwir û mişêwrên dost û hevalan e, bîrîkirina rûniştina li kêleka dê û ziyaretkririna gorra bavê û şehîdên welêt e.
Xwedê kir ku ne hesret tenê, hêvî jî heye, hêvî tunebûya maneya jiyanê jî nedima.
Hêvî weke xewneke pir xweş, weke melhema birînê, weke kespikeke nezerê, weke nivişteke avzûmî ye, hêz û cesaretê, sebir û metanetê dide meriv.
Dema hêvî nemîne tam û xuya jiyanê jî namîne, jiyan dibe weke birinceke bêxwê û rijî.
Xwdê kir ne tenê hesret, hêvî jî yekcarnan xwe li dilê meriv dipêçe û salan kin dike.
Bi saya wê, meriv xerîbiyê, kalbûnê û mirinê jî ji bîr dike.
Hêvî hêz e, bawerî ye, baweriya bi evînê, baweriya bi gihîştina yarê ye, baweriya bi vegera welêt û danîna guleke sor ser gora şehîdin Kurdistanê ye.
Ez ne li dijî hesretê me, lê ji hêviyê bêtir hez dikim, çimkî ya min li ser nigan dihêle hêvî ye…
*Ev nivîs min do(5/4-09) bi şev bi nivîsa xwe ya do ra weke yek nivîs weşand. Lê nuha ez wan ji hef diqetînim û weke nivîseke cihê diweşînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar