05 april 2009

Xwezî kurmanc jî weke soranan çelziman bûna

Xwezî kurmanc jî weke soranan çelziman bûna
Vê êvarê Radioya Aştî, li ser netîceyên hilbijartinên 29-ê adarê bi riya telefonê bi min ra jî hevpeyvînek kir, dîtinên min yên li ser netîceyên hilbijartinan pirsî.
Dîtinên xwe yên di derbarê hilbijartinan da min çend caran li vir anîye zimên, loma jî gotinên xwe yên programê ezê li vir dubare nekim.
Ji dêlî wê, dixwazim qala tiştekî din bikim.
Bêyî min du kurdên soran, Dr. Husênê Xaliqî û parlamenteraji Partiya Çep Amîna Kakabawe ya kurd jî beşdarî programê bûn û wan jî dîtinên xwe yên derbarê hilbijartinan da gotin.
Amîna Kakabawe, weke çavdêra hilbijartinan çûbû Kurdistanê jî û bûbû şahida gelek bûyerên balkêş.
Xanimê, bi zimanekî pir xweş û pir şîrîn û edebî qala wan bûyeran, û bi taybetî jî qala xebat û liberxwedana jinên kurd kir.
Ew herdu kes jî berî min peyivîn, min baş guhê xwe da axaftinên wan.
Dema min li axaftinên wan guhdarî kir, devê min ji hev çû, ez bûm heyranê axftinên wan.
Hindik mabû ku ez telefonî Hecî Kardoxî bikim û bibêjim heyran piştî van herdu axavtinên weke helbetên Şêrko Bêkes, eybe ku ez bipeyivim.
Yaho ev kurdên soran çi xweş dipeyivin, çawa dizanin gotinan xweş li hev bînin û weke hebên tizbiyê bi usûl û qaîde, yeko yeko bera ser hev bidin.
Ne ev herdu kes tenê, hema hemû soran malneketa tu dibêjî belkî hemû jî çûne qursa retorîkê û hemû jî xatibên profesyonel in.
Hema carekê be jî, zimanê Xaliqî û xanima Kakabawe(herdu jî kurdên Îranê ne)li hev negieriya, ne gotin ”int” û ne jî ”zirt”, herduyan jî fena şalûl û bilbilan xwendin û axaftinên xwe qedandin.
Dema dor hat min, jixwe tiştê min zanîbû jî min ji bîr kiribû, hiş û bala min çûbû ser axaftina wan.
Devê min li hev geriya, tew ez nizanim min çi got. Ez hêvî dikim ku tiştên ez li dij im min negotibe.
Ji zarokên wan bigre, heta bi kal, pîr û jinên wan(soranan), hema hemû jî xwedî cesarata medenî ne û dizanin xweş bipeyivin.
Lê bi taybetî jî kurdên Îranê, hema hemû jî xweş dipeyivin û gotinên xweş li hev radigrin.
Hemû jî çelziman in.
Lê em kurmanc rebenê Xwedê ne, em ne zanin bipeyivin, ne zanin bi kurdî binivîsin û ne jî bixweînin.
Tu devê kîjan zarokê soran vekî fena bilbila ye.
Lê yê kurmancan, rebenan hustuyê xwe xwar dikin û milên xwe hil dikin, nikanin bersîva du pirsên meriv bidin.
Îcar helbet ne zarok tenê, mezin ji wan xerabtir in, heta du peyvan tînin ba hev feqîran çermê eniya wan diqete, ji heyecanê bedena wan weke hêlkanê hêl dibe, di xwîdanê da dixeriqin.
Rojekê bi xêr Kurdistan çê bibe û gotina min jî li ba raydaran pere bike, ezê dersa retorîkê têxim mufredata dibistanan...

1 kommentar:

  1. Na Xalê Zinar na. Te ji xwe re bêbextî kiriye. Tu jî wekî Soran wejê wesle wesle dikî. Heke tu dibêjî "Ez bûm lal". Welle işê me zor e. Rast e ku Soran ji me çêtir diaxivin ji ber ku zimanê wan nehatiye qedexekirin û mafê perwerdehiya wan jî heye. Lê em ji wan çêtir in ji ber ku em têdikoşin lê ew dixwin. Li Başurê jî li rojhelatê jî tekoşina rasteqin em didin. Ew jî didin lê ne qasî me didin.

    SvaraRadera