28 april 2009

Kurd çima ji zimanê xwe hez nakin?

Di nivîsa xwe ya pêr da ez li ser xemsariya kurdan ya li hember zimanê wan rawestiyabûm.
Du xwendevanan du şiroveyên balkêş kirine.
Herduyan jî di şiroveyên xwe da tiştên min gotibûn teyid kirine, gotine rast e, li Tirkiyê û li Kurdistanê berhemenên Mehmet Ûzûn yên bi kurdî nayên dîtin, yên li piyasê hene hemû bi tirkî ne.Yanî tiştê min ji nivîsa Yûsûf Kaynak neqilkiribû ne mexsûsî derekê, bajarekî ya jî şevekê bûye, li herderê berhemên Mehmet Ûzûn û bi giştî jî yên bi kurdî ya tunene ya jî kêm in.
Heta ku min nivîsa Yusuf Kaynak nexwendibû, min nizanîbû ku heta romanên Uzun jî li piyasê nayên dîtin.
Lê ne Kaynak tenê, waye xwediyên herdu şiroveyan jî ev rastî teyid kirine û gotina rast e, mixabin ku kitêbên Mehmet Ûzûn nayên dîtin.
Di ser weşandina kitêbên wî ra 50 ya jî 100 sal derbas nebûye, ez bawer dikim hemûyên wan ev 10-15 sal in li Tirkiyê hatine weşandin. Lê dîsa jî ji nuha da bûne weke kitêbên antîke, li piyasê nayên dîtin.
Meriv matmayî dimîne.
Miletek, ronakbîrên miletekî çawa dikanin hewqasî ji ziman û edebiyata xwe birevin?
Ez werim ser şiroveyên li ser nivîsa xwe.
Ji şiroveyan yek wiha ye:
“Gotina te rast e. Mixabin ku kitabên Mehmet Uzun yên bi Kurdî nayên ditîn. Ji kitabên wî "Rojek Ji Rojên Evdilê Zeynikê" zûda ye li piyasayê qediyaye. Ez dikim nakim nikarim peyda bikim û bixwînim. Tenê tercumeyên wan mane. Lê tiştekî dî jî pir giring e. Gelemperî yên ku zû bi zû asîmile dibin ne nêzikê partiyên me ne. Di demên dawî de em kuda diçin miletê me di nava xwe de kurdî diaxivin. Hinek kes hîna jî di vê mijarê de xemsar in. Lê wekî berê nîne. Lê hinek kes hene ku dixwazin partiyên me wekî dijminê miletê xwe nişan bidin. Ew tiştan ji serî heta binî şaş in û şaş jî dikin.
Murado”
Xwendevanekî din jî gotiye:

”Him gotinên te û him jî yên wan xwîneran rastiya ronakbîr û partiyên kurdan tîne zimên. Bi nêrîna min, kesê ku naxwaze vê bibîne û bêsuciya partiyan diparêze, rasterast sûcên wan bincil dike, him jî bi zanetî.
Pîran Tîr.”
Weke tê dîtin, ev herdu birader jî qebûl dikin ku kurd bi giştî li zimanê xwe xwedî dernakevin.

Lê li ser misebîb û sûcdarê vê rewşê kî ye, bêguman dîtinên cuda hene. Herkes dixwaze xwe ji vê mesûliyetê bêrî bike.
Biraderekî gotiye kesên asîmîle dibin ne nêzî partiyan e, yanî sûcê partiyan di vê rewşê da tuneye, biraderê din jî gotiye, na, sûcê partiyan e, dibê meriv înkar neke.
Bi baweriya min di vê rewşa kurdan ya malkambax da berpirsiyarî û sûcê partî, rêxistin, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan pir e.
Lê sûcdar ne partiyek tenê ye.
Yanî dema meriv eşkere bibêje, PKK û DTP tenê ne misebîbên vê rewşê ne.
Lê helbet li gor hêz û xurtbûna PKK û DTP-ê mesûliyeta wan jî li gor hêzên din hîn zêde ye, lê ne hemû ye.
Kurdên din jî, siyasetmedar û ronakbîrên derî wan jî bi qasî wan mesûl û sûcdar in.
Li Kurdistanê ne ku heval û hogurên PKK-ê û DTP-ê tenê guh nadin kurdî, hêzên din jî bi qasî wan û heta j iwan hîn zêdetir guh nadin kurdî.
Kes nikane bibêje filan partî, filan hêz ji PKK-ê û DTP-ê bêtir li kurdî xwedî derdikeve, hemû xebatên xwe bi kurdî dike.
Xwezî tiştekî wiha hebûya.
Lê mixabin tiştekî wiha tuneye. Ev yek kêmasiyeke kurdan ya netewî ye. Kurd bi ser zimanê xwe da naricifin, ji zimanê xwe hez nakin.
Helbet sebebên vê şêla kurdan ya dîrokî, civakî û sosyolojîk heye. Lê ev sebeb in, dibê civaknasên kurd di vî warî da lêkolînan bikin. Lê ez qala rewşa heyî dikim, sebeb rewşa heyî ne diguhere û nej î mazûr nîşan dide.
Tiştê li ber çavan ew e ku kurd li Kurdistana bakur weke milet dejenere bûne, ji hev da ketine, şuûr û hestên netewî li ba piraniya wan miriye.
Ji ber ku hafizeya netewî û dîrokî vala ye wek ferdê miletekî din bi şuûrekî netewî hereket nake.
Loma jî wek ferdê miletên din li ziman û nasnameya xwe xwedî dernakeve, pê serbilind nabe.
Bi vacayî ji zimnan û nasnameya xwe direve.
Çimkî zanîna zimên tim bela aniya serê wî, jê ra gelş peyda kiriye. Loma jî di her fersendê da dixwaze ji bîr bike.
Loma jî zimanê xwe fêr nabe, xwendin û nivîsandina kurdî fêr nabe, kitêbên kurdî bikire jî naxwîne.
Yanî meseleya me ne meseleya gurûbekê ya jî partiyekê tenê ye, meseleyeke netewî ye.
Lê partî û piraniya roanakbîran jî ji dêlî ku milet li zimanê wan germ bikin, bi axaftin û nivîsandinên xwe yên bi tirkî wan asîmîle dikin, bergehê asîmîlasyonê firehtir dikin.
Yanî dijmin ne bes e, siyasetmedar û ronakbîrîn kurd jî berê kurdan didin tirkî û asîmîlasyonê.
Ez newêrim navan bibêjim, çimkî kurd zû dixeyidin.
Lê hema carê bala xwe bidin hemû malperên kurdan, hûnê bibînin ku çend malper xurî bi kurdî ne û ka çend kes tenê bi kurdî dinivîsin.
Gelek ronakbîrên kurd hene ku zimanê diya wan kurdî ye, yanî dûra fêr nebûne û bi kurdî jî xwe baş îfade dikin, heta kurdiya wan gelkî ji tirkiya wan baştir e, lê dîsa jî dev ji tirkiya xwe bernadin.
Mesela ronakbîrekî weke Îbrahîm Guclu têgihîştî, kurdperwerekî ji dil, fedekar û dijminê nîjadperestiya tirk jî dev nivîsîna tirkî bernade.
Di hemû malperên kurdî da bi kurdî dinivîse, lê dîsa jî qîma xwe pê nayne, hewqasî jî bi tirkî dinivîse.
Yanî xwe ji tirkî qut nake.
Min navê wî da ji ber ku irca min li wî dibuhere, kesên din ez zû bi zû newêrim navên wan bidim.
Mesele ronakbîr û kurdperwerekî weke Guclu ya jî yekî din ê ku bi qasî wî bi kurdî dizane ji bo çi ewê di malperên kurdan da ji kurdan ra bi tirkî binivîsin?
Ez fê yekê qet fêm nakim.
Ha ewê bibêjin ku hin kurd hene ku bi kurdî nizanin, ji bo ku ew jî fêm bikin bi tirkî dinivîsin.
Ê heger sebeb û argument ev be, wê demê divê Şivan, Fatê, Canê, Rezazî û hemû dengbêjin kurd jî di ber kurdî ra bi tirkî bistirên.
Çimkî gelek kurd ji stranên kurdî fêm nakin.
Birayên ezîz, heger hin kurd bi kurdî nizanin wan fêrî kurdî bikin, ne ku hûn xwe fêrî tirkî bikin û bi tirkî binivîsin.
Di hin platformên tirkan da, li hin ciyên pêwîst bêguman meriv bi tirkî jî dipeyive û dinivîse.
Lê ne bi vîrengî.
Ya rast em nikanin di warê rûhî da xwe ji tirkî qut bikin, sebebên din hemû vala û bahane ne.
Dinya jî xera bibe ji bo kurdên asîmîle bûne ez xwe jî asîmîle nakim û mil nadim asîmîlekirina miletê xwe.
Heger serok, siyasetmedar, ronakbîr û kurdperwerên weke Guclu bi tirkî nenivîsandina, di kurdî da israr bikirana, heger nivîskarên kurd bi lez û bez berhemên xwe nekirana kurdî romanên Mehmet Ûzûn îro li piyaseyê nediqediyan.
Sebebê vê yekê em bi xwe ne, çimkî em alternatîfekî din didin xwendevanan. Û ew alternatîv jî ji bo xwendevan ji kurdî xurttir û hêsantir e.
Loma jî xelk tirkî hildibijêr e.
Bi gotinê em gewriya xwe diqelêşin û dibêjin, "zimanê me rûmeta me ye" lê em li rûmeta xwe xedî dernakevin...

4 kommentarer:

  1. Xalocan,

    Ez dibêm tu sedîsed bi mafî. Ji kîteya serî heta ya dawiyê tevli vegotinên te yên analîtîk dibim.

    Qasî ku ez dizanim, ne tenê însan her weha heywan jî hertim berê xwe didin hêla hêsantir. Li gorî vê yekê, gava ku partî, sazgeh, medya u ronakbîrên kurdan zimanê tirkî li shuna zimanê kurdî bi kar tînin, ew di bin hishê mirovan da wan ji bo zimanê tirkî manîpule dikin. Di dem u tevgerên wilo "bêguneh u nezan" da pêwîstiya asîmîlekirinê bi dagirkeran tune... Ya rast dagirkeran aniha xwe paldane u li kerîtiya me kurdan mêze dikin!

    Her chiqas ez hurmeta xwe nîshanî tevgera I. Güclü dikim, nivîsîna wî ya bi kurdî dipesinînim jî, ewqas jî ji wî u nivîsên wî yên bi tirkî nefret dikim (wekî Apo u K. Burkay!). Heger dewleta tirk sibe bêbextiyekê lê bike, ez ê bêjim "heyf u eman", lê li aliyekî jî ez ê bêjim "misteheq" bu u yekî din yê asîmîleker ji nav kurdan chu.

    Ez nizanim ka tu chîroka camêrê ku berî 130 salan wegeriya bu Îsraîl-ê u rêzimana îbranî ya nujen nivîsîbu, dizanî. Camêr hê di dema rêwîtiya xwe ya di keshtiyê da bi tevî jinika xwe u du zarokên xw yên bichuchuk biryara ku ewê ti carî din ji derî zimanê îbranî zimanekî din bi kar neyînin, digirin. Lê cîlweya dîrokê ye, mêrik bi xwe pirr kêm bi îbranî dizane u jinik u zarok qet jî nizanin. Ew hê di keshtiyê da dest bi hînbuna zimanê îbranî dibim u tên li Îsraîl'ê bi cih dibin. Ji ber ku wê gavê li Îsraîl-ê cihu tunin u cîranên wan jî tenê ereb in, ew tenê ji bo carekê be jî biryara xwe xera nakin, ango zarok rojek ji wan rojan tenê carekê jî tevli zarokên ereb nabin u bi wan ra erebî napeyîvîn. Bê heval u erebî mezin dibin... Ne cîhanek, bila hemî kâînat ji bo wan qurban be! Xwezila bila ew kesena dê u bavê min bibuna, xezila ew netewa bila ya min bibuya! Xezila ez jî cihu bibuma. Xwedêyooo, ev bêbextiya ku te li min kiriye, lê tifuuuuu!!! Bi navê u gotina Shêx Lotikxan-ê be, ez vê tirrê ji te ra nahêlim!!!

    Pêncî mîlyon kurd bicivîne, nikarî jê zarokekî weha yê cihuyî biafirînî. Yek ji yekî ehmeqtir e!

    Kezebê Mêrdînê

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,
    Wellahî ez chi bêjim, tishtê rast rast e. Ez bêjim te kêm gotiye, lê zêde negotiye.

    Kek Kezebê Mêrdînî,
    Bi zanîna min wan zarokên cihu heta ku mezin bune li cem zarokên ereban qet deng dernexistine. Ereban digotine ev herdu zarok jî bêziman in u nikarin bipeyîvîn (ev îradeya herî mezin ya însanî ye). Qet hizir nekirine ku ev malbata rêzimana îbranî ya standart u modern amade dike...

    Bê guman kesên wilo berê dîrokê bi vir u wir da dikishînin, ne yên wekî cheqilmastên me kurdan yên bê prensîb u bi kompleksên gemar.

    Silav

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  3. Kurdê herî siyasî, herî zana, bi namus u kurdperest ew kes e, yê ku di dilê kurdekî/e din da hezyariyeke bê pîvan u bi pizot chêdike!

    Kesê ku bi zimanê dagirkeran "qasho" kurdan xelas dike, lê di rastiyê da wan dike "tirkên herî saxlem!". Îcar kesên ku bi karên wilo quretiyê dikin jî, encax dikarin bibin tolaz u qeshmerên meyxaneyên Beyoglu-ya tirkan!!!

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  4. Xwezka partiyeke kurda heba ku bitene bi zimane kurdi xabat(siyaset)kiribana.Qimete siyasetvane ku bi zimane tirki xabate dikin liba min qimete we ne bi qirsikiye.Wey xweli li sere wane ku bi tirki distexilin be.
    Silav u rez jibo mamusta Zinare Xemo
    Midyadiye

    SvaraRadera