26 mars 2009

Yekcarnan meriv nizane çi navî li nivîsa xwe ke?

Dema min nivîsa xwe ya do nivîsî, min qet bawer nedikir ku ezê îro werim ser xwe û bikanibim tiştekî binivîsim.
Lê rewşa min wa ye ne xerab e, êşa serê min û çavê min sekinî ye, kuxuka min kêm bûye û pozê min jî nayê.
Tiştekî xerîb e, bawer bikin belkî ev cara pêşî ye ku ez nîvnexweş dikevim û di nava du rojan da rehet dibim.
Diyar e dema kabê meriv mîr were tê, nexweşî jî paşda vedigere.
Xêra Xwedê ye…
Di haletên wiha da ez tuxtorê xwe me û dermanê xwe baş dizanim, dermanê min xew e. Dema ez çend şevan li ser hev bêxew dimînin, bedena min zeîf dikeve û bayekî sivik jî zora min dibe, min nexweş dixe.
Do êvarî ez zû raketim û loma jî îro ez hatim ser hukim û hêla xwe.
Bi çîroka nexweşiya xwe min serê we êşand.
Hin şev hene ez nizanim qala çi bikim. Min nuha li dor nîv saetê çavên xwe li malperên kurd û tirkan gerand, tu xebereke ku bi ber diranên min keve min nedît.
Di malperên tirkan da xeberên li ser Ergenekonê berdewam in. Weke Çîrokên Hezar û Yek Şev, dinivîsin û dinivîsin lê bêxwedî dawî nayê.
Hertişt bi cî û war e, generalan çi kirine, emir dane kê, kî dane kuştin, li ku derê bombe dane teqandin, kînga û li ku derê tebdîlî qiyafet kirine û li ser navê PKK-ê însan kuştine, li ku û kînga bi Hizbullah ava kirine, kînga û çawa Hizbullah û PKK berra pêxîla hev dane, yek ji vî alî û yek ji wî alî kuştine, bi dehan cara plan û programên darbeyan çêkirine, ji serokên partiyên ewê ava bikin bigre, heta bi serokwezîr û serokerkan hertiştbi delîl û îspat li ber destê pûlis û dadgehê ye.
Yanî di destê pûlis û dadgehê da navên bi sedan kesên sûcdar hene, lê hêza edaleta û sîstema huqûqa Tirkiyê nikane van sûcdaran hemûyan bigre, ji bo çavboyaxkirinê çend kesan digrin û berdidin, digrin û berdidin, heta ku mesele were jibîrkirin.
Lê li gel vê jî, bi girtin û îfşa bûna van çeteyan bêguman kurd ji belayeke pir mezin xelas bûne.
Heger ev çete bi rastî jî biserketibûna ewê kurd gelkî biêşandana. Loma jî ev tiştên dibijîn ne xerab in.
Bi kêmanî rê li ber darbeyeke leşkerî girtine.
Lê ne ji bo hertim.
Di rojnameya Radîkalê da Mehmet Alî Kişlali, li ser beyana serokerkanê kevn Ozkok, ”darbe êdî ewê nebe” gotiye, ”nebêje nabe”, dikane bibe.
Kişlalî merivekî pir nêzî leşkeran e, ew artêşa tirk baş nas dike. Li gor wî îro şertên darbeyekê tuneye loma çê nebû, lê ev nayê wê maneyê ku ewê sibe jî ev şert çênebin.
Li gor dîtina Kişlalî, potansiyela darbeyekê di nava artêşê da pir xurt û pir jî kûr e. Loma jî divê meriv bi girtina çend zabitan hewqas misterîh nebe û nebêje li Tirkiyê êdî darbe çênabe.
Vê êvarê di TRT6-ê da min bîstekê li programa Rêwî temaşe kir.
Programê, li der û dora Hewlêrê seyran, şahî pîrozkirnên gel ya roja Newrozê nîşan dida. Pêşkêşkirê programê, bi gel ra dipeyivî û hestên wan yên li ser Newrozê dipirsî.
Kurdekî di axaftina xwe da gotina Kurdistanê bikar anî, bawer dikim got Newroz li herdera Kurdistanê bi azadî tê pîroz kirin, ya jî tiştekî wisa. Lê got Kurdistan.Dûra ala Kurdistanê di destê yekî da bû, li ba dikir, ew ala biçûk nîşan da.
Ev cara pêşî ye ku ez dibînim TRT6 gotina Kurdistanê sanor nake û ala Kurdistanê nîşan dide.
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di bersîvên xwe yên rojnamevanan da gotina Kurdistanê negirt devê xwe, lê di TRT6-ê da min îro navê Kurdistanê bihîst û ala Kurdistanê jî bi çavên serê xwe dît.A meriv dikane ji vê pêşketinê ra bibêje, ev tiştekî nuh e û pêşketine baş e.
Jixwe dibê kurd vê daxwazê pir vekirî ji tirkan bikin, ji wan ra bibêjin, heger hûn dixwzin bi me ra rûnin, dibê hûn navê me û welatê me rast bibêjin.
Û vê daxwazê jî dibê kurd ne bi dizî û di orta xwe û wan da, li hember bîrûraya giştî bikin.
Kesê ku sifetê kurdan yên siyasî û navê walêtê wan qebûl neke, dibê kurd bi wan ra rûnenin û vê yekê jî eşkere bibêjin.
Daxwazeke wiha daxwazeke pir bi heq e û ewê cî li tirkan teng bike.

1 kommentar:

  1. Di TRT6 de gelek caran gotina Kurdistan derbas buye, ev ne cara ewil bu

    SvaraRadera