28 mars 2009

Li ser xeyala Yaşar Kaya

Du roj berê di malpera Kurdistan Postê* da bi Yaşar Kaya ra hevpeyvînek hat weşandin.
Hevpeyvîn bi tirkî ye û ji alî Haşîm Soylemz va hatiye kirin.
Yaşar Kaya, weke hertim dîsa gelkî pesnê xwe û têkoşîna xwe daye, lê tiştekî zêde berbiçav negotiye.
Tim li dora mesalan çûye û hatiye. Di hevpeyvîna da ”sê çar caran” teyb daye girtin.
Li ser PKK-ê, li ser îdîayên di heqê Abudullah Ocalan û Ergenekonê da tiştek negotiye.
Hewake wisa daye xwe, fena ku bi gelek tiştan dizane, lê naxwaze bipeyive.
Yanî naxwaze ”peqleyê di bin zimanê xwe da” derxe.
Di îdîanameya Ergenekonê ya duyem da tê îdîakirn ku di merkeza PKK-ê û di medya wê da merivên Ergenekonê hene û ew nahêlin ku PKK siyaseteke kurdperwerî bimeşîne.
Li ser van îdîayên jorîn dîtina Yaşar Kaya hatiye pirsîn lê bersîve nedaye, tim bersîvên bêmane daye.
Li ser pirsa ”di şemaya Perînçek ya Ergenekonê da navê te jî heye, gelo tu jî merivekî Ergenekonê yî?" wiha gotiye :
”Aydinlikçî tertîpçî ne. Bi qestî wisa dikin. Li dijî min in. Îhtîmala em û Aydin Dogan Radîkalê bi hev ra derxin hebû. Dogan, ji bo ku ez Radîkalê derxim teklîf ji min ra anî. Lê nebû.”Piştî van gotinên jorîn, Soylemez dixwaze ku Kaya mesela teklîfa Aydin Dogan û derxistina rojnameya Radîkalê hinekî din zelal bike. Li ser vê, ew jî vê meselê wisa îzah dike:
-Serhat Ilicak dostekî min yê baş bû. Li Frankfurtê şevê 23 rojname çap dikir. Rojakê telefonî min kir, got, ”Kekê Aydin hatiye, heger hûn misaîd in dixwaze we bibîne, kerem bikin werin.” Ez çûm Kolnê. Vana ewê rojnameyeke nuh derxistana. Di sala 1992-an da bû. Aydin Dogan got, ”Yaşar Beg, em ji te peran naxwazin, em nabêjin bibe ortax, ji we yek ewê ji rojnameyê ra nivîsan binivîse. Min got baş e.Grûba Aydin Dogan Radîkalê derdixin lê Yaşar Kaya tevê nabe.
Çima nabe ew jî negotiye.
Yaşar Kaya ji salên 60-î û virda ye navê wî bi “kurdçîtiyê” belav bûye û li ber çavê dewletê û hemû tirkan merivekî bi “sabiqeye”, ji ber xebatên xwe yên kurdîtiyê sirgûn bûye, ketiye hefsan, kovar û rojnameyên kurd derxistiye û di wan da nivîskarî kiriye.
Lê dîsa jî nîjadperestên weke Serhat Ilicak û Aydin Dogan dost û hevalê wî ne û dixwazin bi wî ra şirîkatiyê bikin.
Bi qasî em dizanin Yaşar Kaya ne merivekî milyarder û tacir e, xwedêgiravî ew siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd e.
Îcar meriv qet fêm nake yekî weke Serhat Ilicak, çawa dikane “dostekî wî yê pir baş be?
Aydin Dogan çawa dikane hewqasî ji Yaşar Kaya hez bike û bixwze rojnameyekê bi vî “kurdçiyê meşhûr, yê bi nav û den ra derxe?
Aydin Doganê xwediyê rojnameyên weke Hurrîyet û Millîyetê ye ku ev herdu rojname jî li Tirkiyê serkêşiya dijminatiya miletê kurd dikin.
Û Yaşar Kaya jî du dewran serokatiye DEP-ê(Partiya Pemokrasiyê)kirye, demakê xwedî û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê bûye û dûra jî li Ewrûpayê bûye serokê Parlamentoya Kurd ya li derî welêt e.
Lê dîsa jî heval û dostê Aydin Dogan e.
Ew dema ku Yaşar Kaya qal dike çeteyên dewletê li vir û li wir kesên kurdperwer gulbaran dikirin, li Tirkiyê kesên hema bîna kurdîtiyê jî jê bihata ya jî çend quriş alîkarî bida rêxistin û medyaya nêzî PKK-ê tavilê malik lê dişewitandin û wenda dikirin.
Di demeke wiha da ku li Kurdistanê agir dibare, Serhat Ilicak û Aydin Dogan dixwazin bi Yaşar Kaya ra şirîkatiyê bikin...
Ji vî îşî min bixwe qet tiştek fêm nekir...
Û tiştekî herî balkêş, di dawiya hevpeyvînê da Kaya gotiye:
“Min gelkî bîra Stenbolê kirye. Min dixwest li peravên Egeyê bi zarokên xwe ra masiyan bixum.”Û li ser pirsa, "tu dixwazî vegerî?" jî gotiye:
”Heger îmkan çêbibe tavilê dixwazim vegerim. Ez dixwazim li Stenbolê bijîm.”Yaşar Kaya li Igdirê hatiy dinê, li wir mezin bûye. Li gor gotina wî “18 salan hefs razaye”, razana 18 salan ez nuh dibihîzim, û tam ev 15 sal in jî li sirgûnê ye.
Berê li Almanya dima. Lê ev çand sal in ku ew û lawê xwe Dara li paytexta Kurdistana Federe li Hewlêrê dijîn.
Lê weke rewşenbîrekî kurd dîsa jî xeyala jiyana li Stenbolê dike, dixwaze di nava tirkan da bijî.
Xeyala jiyana li gundê xwe, li bajarê xwe, li welatê xwe nake.
Li paytexta Kurdistanê dijî, di nava gelê xwe da ye û kurdên başûr jî gelkî qedrê wî digrin.
Lê dîsa jî pê nayê serî, dîsa jî xeyala jiyana bi tirkan ra dike.
Bîriya zimanê tirkî, muzîka tirkî, masiyên tirkan, sohbetên tirkî kiriye.
Kurdistana azad, paytexta Kurdistanê, miletê kurd, cimata kurdan, şevbêrkên kurdan, muzîka kurdî, masiyên Kurdistanê wî tatmîn nake...
Çimkî carê fêrî bindestiyê bûye, loma jjî bîriya bindestiyê û çavsoriya tirkan kiriye.
Azadî dilê wî rehet nake, ji ber ku carê fêrî ber deriyê xelkê bûye.
Jiyana li Kurdistanê, rûniştina di bin hilbûna ala kurdî da wî dilşa û bextewar nake, hesreta têkiliyên bindestî û serkutiyê dikşîne.
Dema di dilê meriv hestên bindestiyê ji yên serdestiyê xurtti bin, merivê ji Hewlêra paytext û azad xeyala jiyana li Stenbola tirkan da .
Asîmîlasyon ev e, bajarê dijmin bi meriv ji bajarê meriv şîrîntir dike.
Hevaltiya siyasetmedar, ronakbîr, şair û nivîskarên kurd agirê dilê Kaya venamirîne, zewqa wî ya întellektuelî tatmîn nake; kesera hevaltiya tirkekî pînc û nîjadperest dikşîne.
Ancax hevaltiya tirkan dikane dilê wî rehet bike û kêf û zewqekê bidê.
Loma jî bîriya Stenbolê kiriye.
Min bixwe bîriya Wêranşarê kirye, ez dixwzazim li Wêranşarê ya jî li bajarekî welatê xwe bijîm û li wir bimrim
Ez kuçeyeke Wêranşarê ya bi toz û dûman û herî bi tevayiya Stenbolê jî nadim...

*http://www.kurdistan-post.com/News-file-article-sid-29919.html

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Te di derbarê Yasar Kaya da tishtên gelekî rast gotine. Yasar Kaya berê jî gava li ewrupê bu di nivîsên xwe da hertim dilsojiya xwe ya ji bo Stembol'a tirkên xwînmij tîniya zimên. Edeteke Yasar Kaya ye, peyvên mezin u gilower bi kar anîn, ji bo ku bikaribe xwe bashtir u xweshtir bifiroshe. Merivekî pir tevlihev e.

    Diyar e percheya azad hew qîma wî tîne.

    Dibe ku di nêzîk da, îsal, ev daxwaza wî jî were shunê u herre li Stembul'a xwediyên xwe nefesa xwe ya dawiyê bide.

    Ez jî di wê fikrê da me. Di nav Pkk'ê u sazgehên Pkk'ê da ergenekonciyên dewletê ciyên xwe pir saxlem kirine...
    Di vê babetê da yên ku herî zêde "zimanê tirkî" di nav hemî dezgehên Pkk'ê da derxistine pêsh, bi chavekî dijminane li dijî zimanê kurd tevgeriyane, ev bi xwe ne.
    Di vî warî da dewleta tirkan her tishtê xwe ji bo ku bikaribe tirkî wekî zimanê serdest di nav Pkk'ê da bihêle u kurdî di nav kurdan da asîmîle bike, daye xebitandin. Dewlêt programa xwe ya tunekirina zimanê kurdî chêkir u xiste devê Pkk'ê.
    Ji bo dewletê 20-30 bes bun. Aha ew jî bi hêdîka tê dawiyê.

    1) Dawiyê dewleta tirk Evdo asîmîle kir u kir serokê Pkk'ê.

    2) Evdo jî Pkk bi tevayî asîmîle kir.

    3) Dawiyê jî Pkk'ê hemî miletê kurd asîmîle kir.


    Silavên germ

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  2. Hevalên hêja, ez jî tevlî xalê Zinar u Bernas dibim.
    Rastî halê zimanê kurdî di destê kurdên siyasî da u taybetî jî di destên PKKê u DTPê da, canê xa da.

    Dêrsimo

    SvaraRadera