23 november 2008

Şêwir û mişêwrên yekşemiyê

Gelek caran ez pê ra nagihînim herroj li hemû rojname û malperên tirkî û kurdî yên sereke, yên ku ez tim riya xwe pêdixim binêrim.
Ji ber ku rojên kar qet wexta min tuneye, ez bi zor pê ra digihînim ku nivîsa xwe binivîsim.
Ji xwe ji roja ku min dest bi vê blogê kiriye û vir da ye li mal min devê kitêbekê jî venekiriye. Bi sedan kitêb bi rengekî hustuxwar di refikan da wer li bende min in.
Berê herşev min tiştek dixwend, nuha blog bûye hertiştê min, ez bi blogê ra radikevim û bi blogê ra radim.
Ev jî tiştekî ne baş e, ez ketime bin bandora blogê.
”Blog” bûye teniya bidon û di min geriyaye, ez nizanim ezê çawa jê pa bibim.
Ya xerab, ji ruyê blogê da xanim jî hêdî hêdî xwe ji min dipirnixîne û ”li hember min” serî hil dide.
Carê çawa be dema ez diherim ber telewîzyonê û li xeberan ya jî li tiştekî din mêze dikim, bi tinaz û bi mane dibêje:
-Ma tu hatî çi?, here ji xwe ra li ber data(kompîtora) xwe rûne.
Û helbet ev jî îşareteke ne ji xêrê ra ye…
Rojên şemî û yekşemiyan li gor rojên kar 3-4 saet bêtir wexta min heye, di van rojan da ez dikanim bêtir bala xwe bidim hin malperên kurdan yên ku min nexwendibin.
Bîstek berê min çavên xwe li çend heban gerand û rastî çend xeberên balkêş û xweş hatim.
Li gor ku malpera Serwextê nivîsandiye, dibêje di netîceya lêkolîn û lêpirsîneke ku ji alî Yekîtiya Ewrûpayê va li 27 welatên endamên YE û 3 welatên berendam û Norweçê hatiye kirin, derketiye holê ku ji alî kêmaqilîyê va Tirk yên herî korfam û kêmaqil in.
Ji alî dilgeşî û çavtêriya ji jiyanê jî dîsa li dû herkesî mane û ji dawiyê da bûne yekem.
Yanî di nava 30 welatên Ewrûpayê da însanên herî kêmaqil, herî nebexrewar û ji jiyana xwe nerazî tirk in.
Û ji xwe ji ber vê nerazîbûna ji jiyanê ye ku tirk ji welatê xwe direvin û weke xerzê kulî li seranserê cîhanê belav dibin, meriv here serê dinyayê jî miheqeq rastî tirkekî tê.
Nivîskarê xeberê(MB)ji ber vê ”ehmeqiya tirkan” gelkî xemgîn bûye û gotina ”dijminekî zana ji dostekî ehmeq çêtir e” dubare kiriye, gotiye xwezî dijminên me hewqasî jî ne ehmeq bûne.
Rast e, dostê meriv jî, dijminê meriv jî biaqil bin li kara meriv e, meriv ji biaqiliya wan zirarê nabîne. Lê dema kêmaqil bin û bi taybetî jî dijmin, wê demê karê meriv gelkî zahmet e.
Jixwe serhişkiya dijminên me jî ji cahilî û ehmeqiya wan tê, totik vala ye, tu çi dibêjî nakeve serî, tim dibêje le êzingên min.
Û ji ber ku leşker û siyasetmedarên tirk bi vê kêmaqiliya miletê xwe dizanin loma jî dev ji şerê xwe bernadin, em kîjan riyê didin ber wan jî ew red dikin, dibêjin ya hûnê bi tirk bin ya jî vî waletî terk bikin.
Yanî mahcirên Kafkas û Balkanan me ji welat û ji mala me diqewitînin.
Hela tu bala xwe bide vê sosireta giran!
Ne karê aqilan e lê tirk dibêjin.
Li ser bextê nivîskarê Lotikxanê Gerîllayê Bênav be, gotiye pîreka Osman Ocalan ya kevn Kewê xanim poşman bûye û dîsa li Osman efendî vegeriyaye.
Piştî ku Kewê xanim Osman Ocalan terk kir û bi çol û çepelan ket, Osman zêde li bende nema, efendî hema yek nekir dudu û tavilê bi yeka ji wê gelkî piçûktir ra zewecî. Ez bawer dikim ewê ji keça wî jî gelkî biçûktir be.
Loma jî Kewê xanim ji mecbûrî çûye ser hewiyê.
Îcar ji ber ku Xwedê daye Osman Ocalan û li ciyê rehetiyê mêrik bûye mêrê du jinan, Gerîllayê Bênav jê dexisiye(kumreşî, pexîlî, hesûdî kirye) û gotiye:
“Yê me heta em bi jinekê re dizewicin çavê me û bavê me derdikevin. Lê ê Osmanê me xwedê bi elba mezin, cot cot davêje ber ellawekîl. Ez dibêjim a herî baş ezê jî paşnavê xwe bikim Ocalan. Ne wilo be qismetê min venabe qerdeşim, wîî!”
Heyran heger guherandina paşnav tenê têr bikira nuha gelekan ji zûda guhertibû.Yê vê malbatê “mêrikê” gur bi wan ve ye, tim serê biskê ne.
Birayê mezin bûye “pêxemberê” vê sedsalê, gotinên wî yên tewşomewşo jî weke ayetên Quranê tên qebûlkirin, bi hezaran însan dikanin bi yek gotina wî xwe bişewitînin.
Xweha Osman Ocalan Fatma xanim ji Hz. Fatîme jî derbas kiriye, li her dera tê dîtin bi hezaran însan êrîşê dibin ser ji bo ku pê tewaf bibin, destên wê maçî bikin.
Îcar Osman Ocalan bûye mêrê du jinan jî tiştek e...
Yê van camêran Xwedê carê ji wan ra li hev aniye, kes nikane xwe bi wan ra birewisîne.
Loma jî temiya min li te birayê Bênav, navê xwe neguherîne û bi “kokima” xwe were serî...

1 kommentar:

  1. Kek Zinar,
    Zor spas ži bo nivîsa te ya îro! Kêfa min gelekî pê hat.
    Lê min peyvek nekarî bi temamî fam bikim, ew žî peyva „data“ ye u di vê hevokê da derbaz dibe:
    - Ma tu hatî çi?, here ji xwe ra li ber data (kompîtora) xwe rûne (ew „?,“ čima?. Divê wekî „Ma tu hatî či? Here…“ bibuya).
    Ma gelo ži bo wateya „maman; dadîk; xaltî …“ yan žî tištekî din hatiye bi kar anîn?

    Herweha wekî ku tu bi xwe žî baš dizanî, zêdeyî nivîsên pir dirêž yên di înternetê da nayên xwandin yan žî bala kesî zêde nakišîne ser xwe. Bi ya min be, źi bo ku xaltîka me pir li ber xwe nekeve u xalê me Zinar terk neke, wek mînak xalê me dikare nivîsên xwe kurttir bike, lê li aliyê din hercarê ku wextê wî ži bo čend deqqan čêdibe, bila bi čend hevokan hêrsa dilê xwe binivîse. Bi baweriya min ewê xwandevan žî hertim di nav mereqê da bimînin u bêžin ka tištekî nuh heye yan na u bikevin bloga xalê me Zinar. Mîna ya wê kečika swêdî. Bêguman ewê bi vî hawî wextê te ži bo xaltîka me žî čêbe :-))).
    Bi silavên germ
    Zarayê Kurdîžen

    SvaraRadera