22 november 2008

Mêrên kurd ne dîk û jinên kurd jî ne mirîşk in

Wê rojê kurdekî dilşewat telefonî min kir û got, Meclîsa Kurdistana Federe qanûna pirjiniyê(poligamiyê)qebûl kiriye, tu çima dengê xwe nakî, ma qey tu jî bi biryara meclîsê ra yî?
Min got heyran, weleh min şûrê xwe baş tûj kiribû ku êrîşeke giran bibim ser meclîsê. Îcar va ye te jî telefon kir, soz ezê jî xwe di wan derxim û çend xîçan tê wer bikim.
Hela ka Xwedê çi dike?
Bi rastî çend roj berê dema di çapemeniya kurd da min xwend ku Meclîsa Kurdistana Federe, zewaca ”bi çend jinan ra” (qey ewê çar be)weke biryar qebûl kiriye, ez ji xwe ra matmayî mam.
Di vê sedsalê da parastin û qebûlkirina qanûna ”polîgamiyê” yanî zewaca bi çend jinan ra ne ji bo Meclîsa Kurdistanê tenê, ji bo miletê kurd û hemû siyasetmedaran jî şermeke giran û rûreşiyeke mezin e.
Dinya alem pêş da dihere, em paş da diherin.
Xwedêgiravî me pesnê kurdên başûr dida, me digot ew ji hemû cîranên derûdora xwe pêşdatir in.
Çi pêşda çi pêşda?
Min pêşniyara qanûnê nexwendiye û li ser naveroka wê jî ne xwediyê agahiyeke zêde me. Lê bi qasî ku min di çapemeniyê da taqîb kir, Meclîsa Kurdistanê pêşniyareke zewaca bi çend jinan ra qebûl kiriye. Lê biryar hîn weke pêşnûmeye, nebûye qanûn, dikane were guhertin û redkirin. Lê piraniyê endamên meclîsê li gel biryarê ne.
Gelek meleyên Kurdistanê jî di gotarên xwe yên roja îniyê da qedexekirina ”pirjiniyê” wek "redkirina deqên Quranê" binavkirine û rexneyên dijwar birine ser mebûsên ku li dijî vê biryarê derdikevin.
Li gor dînê Îslamê û Quranê, zewaca heta bi 4 jinan ra jî serbest û helal e.
Lê ez fêm nakim çima çar û ne pênc?
Belkî hinekên xwedî pere bi çaran nayên serî, dixwazin bikin 5 ya jî şeş, heta hîn jî zêde.
Li gor fetwa Îslamê ya îro, hêz û perê kîjan zilamî hebe dikane çar jinan bîne ser hev û kêfa xwe bi wan biqewitîne.
Ev yek şiklê jiyaneke berî nuha bi 1500 salî bû, însanên wê demê ev têkilî normal didîtin. Dewr dewra pêxemberan bû.
Haremên padîşahan hebûn.
Lê ew dem êdî derbas bû, bû dîrok.
Meclîsa Kurdistanê divê bi çavê dîkan li mêrên kurd û bi çavê mirîşkan jî li jinên kurd nenêre, şerm e.
Civateke medenî, însanên medenî divê îro jî têkiliyên ”polîgamî” neparêzin, divê îro jî weke padîşahan nexwazin bibin xwedî harem û cariye.
Ez hêvî dikim ku xebata 21 rêxistinên jinan ewê netîceyeke baş bide û serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, serokê meclîsê Ednan Muftî û hemû mebûsên medenî ewê rê nedin qanûnbûna vê biryara meclîsê ya nemedenî û paşdamayî.

2 kommentarer:

  1. Kekê hêža Zinar,
    Heger ez šaš nebim tu dixwazî bibêžî 1'500 salan berê, ne 15'000 salan, ne wilo?
    Te šužuna xwe baš tê ra kiriye. Carina em kurd žî weha šašo-mašo dibin, em či bikin. Yek bi navê misilmantiyê, yek bi navê sosyalîzmê tištekî dike. Wellehî di mîllet da mecal nemaye u hêdî buye wekî mirîška gêž.
    Bi tevî rêz u silamet
    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas ji bo ku te ez jê haydar kirim.
    Tu dibînî, sifir(0) bi serê xwe tiştekî îfade nake, lê dema tê pişt hejmareke dikin çi tofanê radike, dikane 1500-î bike 15.000 hezar...

    SvaraRadera