Belkî hûnê bawer nekin lê bi rastî jî do saet ji heyştan heta panzdeûnîvan(08.00.15.30)min kar kir.
Herkes dizane ku li Swêd dahîreyên dewletê rojên şemî û yekşemiyan girtî ne, mamûr naçin kar. Lê do ez û 55 kesên din, em çûn Dahîreya Sîgortayê(Forsakringskassan)û em xebitîn.
Kar ketiye ser hev, bi dehhezaran însanên nexweş, seqet, teqawid û kesên li îznî nikanin pereyên xwe di wextê da bigrin.
Çimkî mamûrên li dahîreya Sîgortayê kar dikin pê ra nagihînin.
Ji bo ku karê ketiye serhev hinekî berbî hev bînin dom e zend û bendên xwe hilda û em li ber kar pahn bûn, heta danê esir me rependê. Ez bawer dikim me pişt li kar şikand.
Saet nêzî şandan(16.00) dema ez ji kar derketim ez ji hal da ketibûm. Min raster east berê xwe da qahwexaneya Hecî Saygiliyê betlîsî.
Ev du heftene APEC-ê 25 kitêbên(Antolojiya Çîrokên Zarokan) para min ketine teslîmî pismamê min Reşîdê Reşî kiriye, wer di bagaja erebeya wî da bûn, ewê bianiya li qahwê bida min. Me wer li hev kiribû.
Ya rast him ziyaret him jî tîcaret bû.
Ev nêzî mehekê bû ez neçûbûm qahwê û min kurmê xwe yê nezerê(pinîkêrê)neşikandibû. Tişê di serê min da minê him çend çay û bîrayên bişeref vexwara, dersa çend ecemiyan bidayê û him jî bigihîştama kitêbên xwe û belkî jî çend heb ji wan belav bikira.
Ez serê we neîşînim, ez çûm, ji şansê wan ê xerab ra Evdoyê Bedlîsî û Tewfîqê Qulpî bi ber lepên min û Yaşarê Ruhaê(ew şirîkê min bû)ketin.
Bawer bikin, me tiştekî wer anî serê wan herdu ecemiyan(Evdoyê Bedlîsî û Tewfîqê Qulpî)bi gotin nayê gotin, me ew ji kerasekî derxist kir keraselî din, feleka wan şaş bû.
Ez meraq dikim, gelo riya mala xwe dîtin?
Di demeke ku êdî min hêviya xwe ji hatina pismamê xwe Reşît birrî bû, min hew dît pakêt di himêzê da û kete hundur.
Mala kekê xwediyê qahwê Cemal Saygilî ava be, wele wî jî camêr rabû tavilê karton vekir û 8 kitêb li cimatê belav kir û ji heryekî jî sed kronê(100 kr)gurover stend. Û dûra jî dest bi dua kir ji bo ku lîstik li min bimîne, çimkî nedixest perên carê ketibûn bêrîka wî jê derkevin.
Axir Xwedê do kabê min mîr anî û lîstik li min nema. Min him heqê çayekê jî neda û him jî di ser da 600 kr. Berra bêrîka xwe da û berê xwe da malê.
Dema ez gihîştim nal saet dihat donzdê(24.00)şevê û hîn bêşîv bûm. Qaso minê li wir fasûliyê hişk bixwara, çimkî do qerewane fasûlî bû û ez jî ji bêxwediyên fasûliyan gelkî hez dikim. Lê şerê lîstikê nehîşt ez di wextê da bixwim û dûra jî qediya, ez mam tî û birçî.
Li mal heta min tiştek kir ber dilê xwe û dûra jî li meyla xwe nêrî, saeet bû yekkêmçarîkê(00.45) şevê.
Min wiha di ser ra carê bala xwe da kanalên kurdan jî. Ji şansê min yê xerab ra kanalên min yên kurdî bêyî Kurdistan Tv û Zagrosê, hemûyên din dîsa xera bûne, qiçîna wan guhê meriv kerr dike.
Ez dibêjim belkî tirkan xera kiribin. Çimkî nerindî û xerabî karê wan e, nahêlin kurd li mala xwe jî bi tiştekî şa bibin. Heger ji tirkan bê ewê herroj hemû kurdan bigirî bikin.
Welhasil, kanalên min Jahrtêketan ji çend mehan carê tim xera dibin, heta ku çensedkronî li xwe nehelînin serrast anbin
Yanî ev demek serê wan diêşe, dîsa tedawî lazim e.
Min bala xwe dayê piştî wê saeetê tiştek nayê nivîsîn.
Min kompîtor girt û çûm ketim nava nivînan û ketim xeweke bêbinî...
Min dît ez xanim, Rojen û ez dibêm keça min bû, em ketibûn rê diçûn welêt.
Em diçûn îstasyona trênê, emê li trênê siwar bûna û biçûyana. Dema em nêzî îstasyonê bûn, trên hat. Ji bo ku xwe bigihînin trênê, xanim û zarokan bazdan, Rojen ji min ra jî got, “bavo, bazde !”
Lê fena ku ben li nigê min bigere, bazdan ji min nehat. Min çuqasî hewil da xwe jî min nikanîbû bazda, te got qey herdu nigên min jî kût bûne û ketine ber min.
Ji min va xuya bû, ew gihîşibûn ber trênê feqet lê suwar nedihatin, li bende min bûn. Ji ber ku ez bi çarpiyan diçûm loma jî negihîştim trênê, trên çû.
Îstasyon li çolekê, dereke pir xweş, bi dar û ber bû, dereke xalî bû.
Ez nizanim em çawa fêr bûn, lê em fêr bûn ku ev trêna dawiyê bû û heta sibe jî trên tunebû.
Me dizanîbû hinekî wê da gundek hebû û ji wî gundî otoboz radibûn. Me got wê demê emê herin wir bi otobozê herin.
Me da rê û em meşiyan. Dera em pê da diçûn çoleke ecêb xweş bû, baran barî bû û erd şil bû, lê ne çamûr bû. Der û dora me giş çandinî û zad bûn, herderê hişin dikir. Riya em tê ra diçûn şose û axeke hinekî sorik bû.
Piştî hinek meş min hew carê dît ku em ketine nava cerikan, ser riya me tije heywanekî diçibiya cewrikan lê tam ne cewrik bûn, dişibiyan masiyên fok lê hinekî biçûktir bûn.
Em di nava wan ra dimeşiyan, me ser wan ra gav dikir, dev diavîtin ji me da lê nikanîbûn rahîştana me.
Şivek di destê min da bû, dema dev diavêtin ji me da bi darê di destê xwe da min li devê wan dixist û nedihîşt devê wan bigihîjin me.
Em pir çûn hindik çûn, min hew dît ku ji nişka va em li qeraxê geliyekî pir kûr in; ji ber ku rê ji nişka va qeiyabû loma jî tu nebabû ku em di gelî werbûna.
Jêrî gelî xuşîn û hîbehîba aveke ecêb bû, divî em derbasî wî aliyê çem, wî aliyê avê bibûne.
Lê çawa?
Jêrî gelê, li dera ku rê diqediya meriv diaknîbû bi zinran ra xwe bera jêr bide û dûra jî ji ser zinarekî xwe çindî ser zinarekî din bikira û jê wê da jî xaçiriyeke biçûk hebû, meriv dida ser wê û derbasî aliyê din dibû.
Divê em ji wir derbes bibûna, ya na şansê me yê derbasbûnê tunebû.
Min got ne mimkûn e ku em kanibin ji vir derbas babin.
Rojen, hêdîka xwe bera jêr da û dûra xwe ji ser wî zinarî çindî ser zinarê din kir.
Min ji jor da lê dinêrî û ez ditirsyiam ku bişemite di gelî wer be.
Piştî ku çend caran paşda û pêşda xwe ji ser wî kevirî holî ser kevirê din kir, ji min ra got:
”Bavo, pir hêsa ye, metirse were jêr.
Li ser van gotinên wî, min qirika xwe hinekî dirêj kir û li jêr nêrê, lê çavê min nebirî ku xwe bera jêr bidim.
Rojen çuqas israr kir jî min qebûl nekir.
Li ser vê, min got, li van nêzîkan gundek heye, em herin wir, j iwan rê bipirsin. Miheqeq ewê riyeke din hebe.
Ji mecbûrî wan jî bi ya min kir. Em ketin rê û çûn.
Em çuqasî meîiyan ez nizanim. Axir piştî demekê em gihîştin gundekî.
Gundekî biçûk û bi bax û bexçe bû.
Em hinekî bi nava gund da çûn ji bo hinekan bibînin û rê jê bipirsin. Lê kes li ser tunebû. Meriv digot qey gundekî xalî û bêînsan e.
Em çûn çûn bi ser di malan va bûn. Du malên li hember hev bûn, deriyên wan li hev dinêrîn. Deriyên herdu malan jî vekirîbûn û du pîrek li ber deriyê malekê sekinîbûn û bi hev ra dipeyivîn.
Bi dîtina wan ra kêfa min hat, min got vana nuha rê dizanin.
Bi swêdî min rê ji wan pirsî, fêm nekirin. Min ji Rojen ra got, Rojen hela tu bi îngilîzî bipirse, belkî bi îngilîzî bizanibin.
Lê bi îngilîzî jî nizanîbûn.
Bi dest û îşaretan, bi hemû zimanên min dizanîbû min pirsî lê ji yekî jî fêm nekirin.
Lê ya xerab min nizanîbû ku ew jî bi çi ziamnî dipeyivin?
Bersîv didan pirsên me, tiştek digotin lê me ne tiştek ji wan fêm dikir û ne jî dizanîbû ku bi çi zimanî dipeyivin.
Em ne dikanîbûn paşda biçûyana û nej î pêşda.
Em li çoleke nenas, li gundekî xerîb û li hember du jinên ku me yek gotin jî ji hev fêm nedikir rawestiyabûn û me nizanîbû emê çi bikin û bi kuda herin?
Ez pir bînteng û bêhêvî bûm û tu ronahî jî ji min va ne xuya bû.
Rojen got, ”Bavo em çi bikin?”
Min got, ez jî nizanim…û ez bi xwe hesiyam.
Min lampa ber serê xwe vêxist û li seetê nêrî. Saet ji heftan dibuhurî.
Hêdî hêdî hişê min hat serê min ku tiştê min dîtiye xewn e. Ji ber ku xewn bû kêfa min gelkî hat. Ez rabûm ser xwe, min çû qedehek av vexwar, dûra jî deriyê malê vekir û li derva nêrî. Dinya hîn tarî bû.
Ez paşda çûm ketim nava nivînan û min xewna xwe jê ra got.
Min got, ez bawer dikim vegera min ewê derew be…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar