Wek dibêjin ew ji min kêm bû dawiya dawî ew jî hat serê min.
Heta nuha di jiyanê da, li vê xerîbiya malwêran gelek îş, derd û bela hatine serê min, min gelek sosiret û ecêbên giran dîtine, ji ber bêbavî û bêbextiya dewleta tirk bûme "mîvanê" hefs û zindanên gelek weltan.
Lê tu carî di asansorê da "hefsî" nemame.
Ji şans û siûda min ya xerab ra îro ew jî hat serê min.
Diyar e ew ji min kêm bû.
Saet duduûnîv(14.30)bû, ereba posta dahîrê tije name, kaxet-maxet bûn û ez bi asansorê ji tebeqa şeşan dadiketim tebeqa duduya, dera ez lê dixebitim.
Li tebeqa şeşan ez ketim asanorê û min pê li bişkoka tebeqa duduyan kir. Kesî din di asansorê da tunebû, ez tenê bûm.
Di nîvê rê da gurmîniyeke ji bêxwediyê hat û sekinî. Bi gurmîniyê ra baş lerizî, lê min fêm kir ku neçû xwar, li derekê, nîvê rê da ma.
Min çend caran pê li alarmê kir, zirrîniyê ez kerr kirim. Dûra min bala xwe dayê ku meriv dikane telefon jî bike.
Xwedê kir ku telefona destan bi min ra bû, min telefonî sentrala alarmê kir û gazî û hawar jê xwest.
Ev cara pêşî bû ku min qedir û qîmeteke meizn da telefonê û sipasî kesê ew îcad kiriye kir.
Ji ber ku heta îşneyê serê meriv, meriv qîmeta tiştan nizane.
Piştî telefonê min dît ku di bin bişkoka bişkoka alarmê da tekstek heye, dibêje, ”dema tu pê alarmê dikî divê tu 30 saniyeyî tiliya xwe ji ser bişkokê ranekî”, min ji heyecanê ew teks nexwendibû û li gor dihat xwestin pê li bişkoka alarmê nekiribû.
Lê xêra telefonê min hesiyan, gotin netirse, emê nuha xwe bigihînin te.
Di vê nabênê da min haya şefa kar jî gîhandê, ez di hundur da girtî, lê qepeqepa wan diaht min. Xanimê bi zimanekî henûn digot:
Zinar, netirse!
A bi xêr ceyran necû, hundur ne tarî bû.
Li ba me jinek heye, oda wê li qatê şeşan e lê dîsa jî li asansorê siwar nabe. Rojaê deh ccaran jî here der û were jî tu carî li asansorê siwar nabe, tim bi nêrdewanê dihere û tê. Çimkî ji siwarbûna asansorê ditirse, newêre lê siwar be. Bîna çiqasî bilind be jî dîsa lê siwar nabe., dîsa weke pitpitoka pê da hildiperike.
Min di dilê xwe da digot, kêmaqilê…
Di hundur asonsorê da ew jinik hate bîra min û cara pêşî min di dilê xwe da hinekî heq da wê jî.
Ew tu carî weke min di asansorê da "asê" nedima, ji ber ku ew tu carî lê siwar nedibû. Yanî ne li piskilêtê siwar dihat, ne jî diket û xwe seqet dikir.
Min fêm kir ku teknîk yekcarnan dikane bibe bela serê meriv jî.
Dema li der bû xirtexirt min fêm kir ku hosteye hatiye gazî û hawara min. Den li min kir, got netirse, ezê nuha vekim.
Çaxa derî vekir û ji hewa daketim jêr, min ala xwe da seetê, saet tam sisê bû. Yanî ez tam 30 deqîqeyî di hundur asansorê da girtî mabûm.
Axir bi saxî û selametî ez xelas bûm û dîsa çûm ser karê xwe.
Xanimên swêdî lid or min kom bûn û gotin bihurtî be û xweş kirin û mezin kirin.
Min got heyra, tişt nabe, jiyana min hinekî din jî dewlemend bû, ev macera kêm bû elhemdulîlah waye ez wê jî jiyam…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar