01 oktober 2008

Şeveke bi kovan

Mueyed Teyib, dostekî min yê kevn e. Ji salên 1980-î virda ye em hevûdu nas dikin. Di destpêka salên 80-î da li Stockholma xopan me gelek şevbêrkên xweş û mişt hesret û kedera welêt bi hev ra borandin.
Mueyed, piştî 13 sal jiyana li Swêd, 10 sal berê vegeriya Kurdistanê û li wir bicî bû, ji tenêbûna xerbîyê xelas bû, bû xwedî kebanî û bavê çar zarokan.
Lê 13 sal jî ne hindik e, loma jî şairê diltenik salê carê ducaran tim têm riya xwe bi swêd dixe, him dost û hevalên xwe yên xerîbiyê dibîne û him jî bîranînên xwe yên salên borî tev dide, teze dike.
Îşev jî li Stockholmê bû û helbestên xwe em îhya kirin.
Di hin malperên kurdî da min ananosa şeva helbestxwendina Mueyed dîtibû.
Îro piştî kar, raste rast min berê xwe da muzexaneya ku şev lê çêdibû.
Dema ez çûm kes tunebû, ez yê pêşî bûm, hîn 45 deqîqe hebû. Programê seet du 18.00-an da dest pê dikir.
Xem nedikir. Rojnameya min di destê min da bû, çûm ku ji xwe ra qahweyekê bigrim. Rastî lawê hevalekî hatim, li wir kar dikir. Nehîşt ez heqê qahwa xwe bidim.
Dinya biçûk bûye, êdî li herderê meriv rastî kurdan tê.
Min qahwa xwe girt û çû xwe da qoziyekê û dest bi xwendina rojnameya xwe kir.
Tu nema, xwedêjêrazî Hesenê Metê hat. Ez ji tenêtiyê xelas bûm. Sohbeta Hesen xweş û gotinên wî jî weke pembo nermik in, meriv tu carî naêşînin, loma jî kêfa min jê ra tê.
Me herduya serên xwe da ser hev û em ketin şêwr û mişêwran.
Dû ra Mueyed û eşîra pê ra hatin.
Em çûn lep û ruyên hev. Min ji wî ra got hîn tu xort î, wî ji min ra got tu jî hîn xort î, axirê me bîstekê bi ”derewan” û wek formalîte dilê hev xweş kir û pesnê hev da.
Min berê jî li Mueyed guhdarî kiribû. Lê îşev tesîreke din li ser min hîşt. Helbestên wî, ez mest kirim. Dema wî helbesta ”kevî, lawikê boyaxçî” dixwend germiyanek pir xweş li bedena min belav bû kovaneke giran weke tayekî aşan xwe bera ser laşê min da.
Ez merivekî pir dilzîz im, min hew carê dît ku çend dilop hêsir ji çavên min niqutîn ser rojmaneya di dest min da.
Wergera swêdî jî ji mikemele jî zêdetir bû.
Hela camêrê dixwend, ji xwe qusûr nedihat ser, zalimo te digot qey wî nivîsî ye û dema dixwîne weke kurdekî his dike, pê ra dijî.
Yanî xwendina swêdî bi qasî ya kurdî xweş û bi bandor bû.
Bi taybetî ji bo kurdên Kurdistana Tirkiyê, fêmkirian ji swêdî ji ya kurdiya behdînî rehettir bû, loma jî ji wergera swêdî bêtir fêm kirin.
Piştî programê, min çû yê swêdî pîroz kir û jê ra got ”tu mihteşem bû!”
Dema program qediya min kitêba xwe(Antolojiya çîrokên zarokan)ji Mueyed ra îmze kir û xatir jê xwest û bi hestên tevlihev derketim der.
Seet heyştê êvarê şevê bû û kolanên Stockholmê xalî bûn. Bi van hestên tevlihev min xwe gîhand trênê û berê xwe da mal.
Dema ez van rêzan dinivîsim ez hîn jî ji tesîra helbestên Mueyed xelas nebûme, kovan û xemgîniyê hîn jî perda xwe ji ser dilê min ranekirine.
Xwezî ez îşev şairek bûma û min hemû kul û derd ji dilê xwe derxista.
Li ser minaqeşeya min û Rêzan Tovzîn, gelek xwendevan jî bi şiroveyên xwe yên pir jîrane û hêja beşdarî minaqeşeya me bûn.
Min bi dil û can dixwest ku bersîva hemû şiroveyên xwendevanan bidim. Lê wek min berê jî gotibû, bi rastî jî ev îmkana min tuneye. Loma jî li vir ez dixwazim bi taybetî sipasî Serhat Birusk, Zarayê Kurdîjen, Rojen Şêrbaz, Elî Nenas, Bernas Kurmanc, Memo û Bîrjen Jehrdil bikim. Ez hêvî dikim ku hûnê li qusûra min nenêrin.
Min dixwest çend tiştên din jî bibêjim lê wa ye gelkî dereng e. Xanim û zarok ji zûda raketine û belkî heryekî/heryekê heta nuha heft xewn jî dîtiye.
Nuha jî dora min e…

2 kommentarer:

  1. Kekê bimbarek,

    Ez ži te tika dikim, bi kerema xwe žibo min (u hevalên din) serê xwe berhewa neêšîne. Bawer bike ku tu bi tevî gotarên xwe min bê sînor kêfxweš dikî. Bila dilê te qasî čiyayê Agrî fireh u aram be.

    Bi silavên kurdîperestî, kurdperwerî u kurdistanî

    Bîržen Žehr

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinarê Xamo,

    Bi rastî žî ez bi kurdiya te, naveroka nivîsên te, ži bêhna u xwešikiya kurdîniya van nivîsan bi têra xwe bextiyar im. Ne hewce ye ku tu žibo bersivan dilê xwe teng bikî. Mîna ku tu žî dizanî, žibo ewqas kesî bersîv dayîn ne bi derfet e. Bila tenê canê te sax be, ew žî žibo min bi zêdeyî bes e.

    Bi hurmetên Dêrîkiya te ya berî sî salan yên kurdperwerî!
    (Ez ne Dêrîkî me; lê te di nivîsa xwe da bi kelecan behsa wê kiribu, žiber wê yekê)

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera