Ev demek bû tirkan nabên dabûn lînckirina kurdan. Lê do li naçeya Altinovayê dîsa dest pê kirin.
Li gor çapemenî dinivîse, li ser tahrîk û provakasyonên hin xortên tirk, di nabêna xortekî kurd û çend xortên tirk da şer derdikeve û xortê kurd kamyoneta xwe dajo ser grûba tirk, di netîcî da 2 xortên tirk dikevin bin erebê û dimrin.
Li ser vê, li bajarê Altinovayê(girêdayî wîlayeta Balikesîrê ye)li kurdan ferman radibe. Bi hezaran kes topî ser hev dibin û wek leşkerên Hulagû, wek gurên har yên devbixwîn êrîşê dibin ser kurdan, ser mal, dikan û wasiteyên wan, çi bi ber wan dikeve tarûmar dikin, dişewitînin.
Ji ber ku kurd bêçare, bêpişt û bêxwedî ne ji ber zalim û xwînxwaran direvin, dikan û wasiteyên xwe terk dikin, dikevin malên xwe û xwe vedişêrin, ji bo ku canê xwe û zarokên xwe xelas bikin.
Dewlet weke hertim destpêkê temaşe dike, naçe ser êrîşkaran. Dû ra bûyer mezin dibin û leşker tên navçeyê û bûyeran digrin bin kontrolê.
Ev ne cara pêşî ye ku tirk vê zulmê û vê çavsoriyê li kurdan dikin. Behaneyekê dibînin heqaretê li kudan dikin û dema şer derdikeve jî êrîşî dibin ser mal û dikanên kurdan û wan lînc dikin.
Li gor wan, ew çi heqaret û zulmê li kurdan bikin jî dibê kurd dengê xwe nekin, weke êsîran hustuyê xwe li ber wan xwar bikin û efûya xwe j iwan bixwazin.
Di civateke pîşketî û medenî da êrîşên wiha ne mim kûn e, kes xwe naxe dewsa pûlis û dadgehan. Heger yekî sûceke kiribe dezgehên wî ceza bikin hene, ev yek ne karê kesên sivîl e.
Lê li Tirkiyê ne wiha ye, ji ber ku him dewlet li pişt vî îşî ye û him jî milet bi çavê dijmin li kurdan dinêre. Heger mimkûn bûya tirkan ewê hemû kurd li derekê bicivandana, benzîn lêkira û hemû bişewitandina. Lê ev yek ne mimkûn e, loma jî bi êrîşên wiha hinekî dilê xwe rehet dikin.
Tirkan li hember cihuyan, rûman û êrmeniyan jî eynî taktîk bikar anîn û eynî siyaset meşandin.
Bi saya vê siyaseta dewletê ya pîjkirin û hîmayeyê tirkan rûm û êrmenî ji erd û avên wan derxistin û miftî belaş bûn xwedî welat.
Nuha dixwazin eynî tiştî bînin serê kurdan jî. Dixwazin bi van êrîşên organîzekirî kurdan jî serkut û çavtirsiyayî bikin.
Balikesîr û der û dora wê hemû mahcirên Balkan in, lê bi taybetî jî qereçî û donmeyên(doşirme/durre) bûlgar in, ji sedî %80 ew in.
Li Tirkiyê însanên doşirme(yanî kesê ku dîn û netewa xwe guherandiye, bûye tiştekî din)bi piranî nîjadperest û faşîst in û dijminatiye kurdan dikin.
Însanên doşirme bi piranî dişibin qantiran tevlihev in, kesên bêesil û bêfesil in. Esil û koka xwe vedişêrin.
Û ji ber ku kurd dibêjin em kurd in ji kurdan pir diqeherin. Ji ber ku ew eslê xwe înkar dikin, dixwwazin herkes jî weke wan eslê xwe înkar bike. Dema hineke nakin bi wan zêr tê.
Loma jî ji tirkan bêtir li dijî kurdan e.
Bûyer û êrîşên tirkan îro jî dom kirin. Heta nuha bi dehan dikanên kurdan hatine şewitandin. Kurd hîn newêrin ji malên xwe derkevin.
Heyeta DTP-ê xwest here bajêr, leşkeran nehîşt, gotin em nikanin ”ewlekariya we temîn bikin” û heyet paş da vegerandin.
Waliyê Balikesîrî Selahattîn Hatîpoglu gotiye, ”ji ber êşa milet em bi bînfirehî nêzî bûyeran bûn.”
Milet êrîşê dibe ser kurdan, walî dibêje ”ji ber êşa milet em bi bînfirehî nêzî bûyeran bûn.”
Hertişt li ber çavan e, tirk ji me hez nakin û naxwazin bi me ra bijîn. Mêrika tehamulî elîfbeya me, navên me, zimanê me, muzîka me welhasil tehamulî tu tiştekî me nakin.
Dîsa îro di hin malperên kurdan da hebû, kurdekî bi navê Celal D. roja Cejna Remezanê çûye hefsa Edîrneyê serdana lawê xwe. Lê ji ber ku bi lawê xwe ra bi kurdî peyivî ye hevdîtin di nîvî da hatiye birîn û qerdiyanan nehîştine seeta wan temam bibe. Û ji ber ku mêrik jî bi tirkî nizanîbûye loma jî hevdîtin çênebûye.
Ma zulmeke ji viya mezintir dibe?
Li tu dera çîhanê zulm û nîjadperestiyeke bi vî rengî tuneye.
Lê tirk dikin. Ji ber ku em qebûl dikin.
Ji dijminatî û nîjadperestiya tirkan nimûneyke pir balkêş.
Di sala 2007-an da dema 13 leşkerên tirk hatin kuştin, di rojnameyeka tirk(Bolu Expess) da kolumnîstekî bi navê Işin Erşen, navê hemû parlamenter û serokên belediyên DTP-yî wek lîsteyekê weşandibû û gotibû ku ji nuha û pê ve li hemberî kuştina her leşûkerekî tirk divê 5 DTP-yî bên kuştin.
Li ser vê, parlamenterê Diyarbekrê Selahettîn Demîrtaş li xwediyê nivîsê gilî kiribû. Dozger, bi îdîaya ”azadiya fikrî ye”giliyê Demîrtaş red kiribû. Demîrtaş doz bir dadgeha bilind. Îro di hemû rojnameyên tirk da hebû, dadgeha bilind jî weke dozgerê dadgeha destpêkê, doz red kiriye, vê dadgehê jî gotiye ”ev yek dikeve çarçeweya azadiya xweîfadekirnê”.
Yanî banga kuştina kurdan ne sûc e, azadiya fikrî ye.
Ya rast ne dozger û hakim tenê wiha difikirin, hemû dewlet wiha difikire û bi rastî dikuje jî.
Ma heta nuha vê dewleta çete bi hezaran kurd nedaye kuştin?
Yanî esas ev biryar tenê îfşaya siyaseta dewleta tirk e, ne tiştekî nuh e.
Loma jî di esasê xwe da şertê ku em û tirk bi hev ra bijîn tuneye, divê em vê rastiyê bibînin û ji miletê xwe ra, ji tirkan û ji cîhanê ra bibêjin.
Divê serok û siaysetmedarên me di meclîsê da û li hember raya giştî vê yekê ji tirkan ra bibêjin û doza veqetandinê bikin.
Wekî din çare tuneye.
Ji ber ku wek milet ne hebûna me qebûl dikin û ne jî mafê me yê netewî didin me.
Xalê Zinarê Xamo,
SvaraRaderaTe pir rast gotiye. Heya ku kurd doza veqetandinê ži tirkên xwînheram nekin, žibo kurdan ti xwešî u selemetî tune ye.
Lê mixabin ku siyasetmedarên me di nav pašila tirkan da quna xwe germ dikin u xwedîtiyê li xelkê me yê reben nakin. Aha yek žî li paytexta kemalîzmê, li Îmralî’yê ye. Di camêr da ne dîn u ne žî îmana kurdîniyê heye. Her tištê xwe li gorî siyaseta doširme ya tirkperestiyê eyer kiriye.
Bi fikra min, heta ku kurd xwe "dev" ži vê siyaseta kungermkirinê bernedin u wê ži sedî sed red nekin, bi tundî xwe li dižî tirkên kutîbav neparêzin, ewê tirkên xwînheram her u her di ser namusa kurdan ra derbaz bin u kêfa xwe pê bînin.
Bila her bižî kurdê xwedî namus u kurdînî!!!
Zarayê Kurdîžen
Kek Zinar,
SvaraRaderaSedî sed di heman fikrî da me. Lê ka ew siyasetmedarên me yên xwedî aqil u rumet. Qey mirov dibêže îmana camêran ži lastîkê ye. Lê ne žibo kurdan, berevažî vê žibo tirkan lastîkiyê dikin. Xwezî tu serokekî partiyekê bibuyayî, bêguman ewê rewša me hingê ži vê kambaxiyê pir pir baštir bibuya.
Bila yezdanê dilovan me ži bê îmaniya wan siyasetmedaran biparêze!
Bi silavên kurdîperestî u kurdperwerî
Bernas Kurmanc
Evarbaş Zinare Xemo!
SvaraRaderaHata ku kurd bi zimane tirki xabate/siyasete bikin; we hale me kurda wihabe.Jibo ku tirk hebuna kurda qebul bikin dive kurd bi zimane kurdi xabat/siyasete bikin.
Silav u rez
Merdini