09 september 2008

Dereng be jî kurd tên ser hişê xwe

Dereng be jî axirê dawiya dawî siyasetmedar û rewşenbîrên kurd tên ser hişên xwe û riya rast bi ber milet dixin.

Ez hêvî dikim ewê dev ji vê riya xwe ya rast û ji vê biryra xwe ya dîrokî bernedin û bi israr vê têkoşînê bidomînin.

Ez qala kampanyaya perwerdeya bi zimanê kurdî dikim. Tiştê divê bi kêmanî 30 berê bihata kirin îro tê kirin.

Lê derengmayin ji nekirinê çêtir e. Îro ya girîng ew e ku hemû kurd, ji çi fikrê û siyasetê dibbe bila bibe divê piştgiriyê bide vê tevgera netewî, tevê bibe û halanan di pêşeng û berpirsiyaran hilde.

Li gor biryarên hatine girtin û tiştên tên gotin, kampanyaya ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji nuha û pê va ewê li seranserê bakurê Kurdistanê belav bibe.

Însiyatîfa bi navê Tevgera Zimanê Kurdî, di nabêna 27-28-ê meha borî da(27-28/8-08) li Diyarbekrê ”Konferansa Zimanê Kurdî” çêkiribû. Di vê konferansê da ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî hin biryarên girîng hatin girtin.

Ji van biryarên TZP-ê yek jî ev bû ku di nabêna 10-ê îlon û 1-ê cotmehê da ewê daxuyaniyên çapameniyê bidin, xwepêşandanên ji bo serbestiya zimanê kurdî lidarxin û li kuçe û kolanên bajaran perwerdeya bi zimanê Kurdî bidin. Yanî li kolanan dersa kurdî bidin kurdan.

Di çarçeweya van biryaran da îro li Gewerê, li Slopiyê, li Misircê û li Nisêbînê meş û mîting hatin lidarxistin û milet got, ”Êdî bes e, em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin!”

Bi qasî ku ez dibînim hemû partî, komel, sendîka û dezgehên kurdan yên din piştgiriyê didin vê tevgera netewî.

Û sibe jî mitînga herî mezin ewê li Êlihê(Batmanê) li ber Mala Gel a Mûsa Anter pêk were. Hêvî ew e ku bi sedhezaran kurd subi biherikên Êlihê û hemû bi hev ra doza azadiya zimanê xwe bikin, bi dengekî bilind bibêjin, ”Êdî bes e, em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin!”

Tiştê herî baş, Kurdan ev kampanyaya xwe bi Kurdistanê sînor nekirine, li bajarên Tirkiyê jî meş û mitîngan lidardixin.

Serokê rêxistina DTP-ê yê Navçeya Seyhanê Mehmet Nardan îro di civîna çapemeniyê da wiha gazî li kurdan kir:

”Gerek em bizanibin ku ev şer û ev xebat ji bo zimanê kurdî ye. Ziman tunebe, gel jî tuneye. Ji ber ku ziman zimanê dayikan e. Lazim e em ji îro pê ve herdem bi kurdî biaxivin û tirkî qedexe bikin. Gerek em hertim li zimanê xwe xwedî derkevin. Li Kurdîstana Başûr niha tenê Soranî kirine zimanê fermî. Ev tiştekî çewt e. Ji ber ku zimanê me yê tevahî kurdî ye. Em têkoşîna ji bo ku zimanê kurdî bibe fermî didin. Bila her kes li mala xwe û li derdora xwe xebatên perwerdehiya zimanê kurdî bike.”
Bêguman tiştê Mehmet Nardan gotiyegelkî rast e, divê kurd ne li der û nej î li hundur bi hev ra bi tirkî nepeyivin, çawa her mileteke zimanekekî wî heye û herkes bi zimanê xwe bi hev ra dipeyive divê kurd jî wer bikin.

Heger kurdên bi kurdî dizanin û hîn neheliyane ji nuha û pê va dev ji tirkî bernedin bêguman miletê kurd rûbirûyî wendabûnê ye.

Dema ziman bibe tirkî miletê jî dibe tirk, ev yek pir eşkereye. Bi teoriyên vala divê em xwe nexapînin.

Ma li tirkiyê tenê kurd hene?

Bêguman na. Berê gelek miletên din jî hebûn û ew jî weke kurdan xwedî ziman, çand û huner bûn. Lê piştî ku tirkan ew asîmîle kirin hêdî hêdî ew jî bûn tirk.

Heger siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û rîsipiyên kurdan rojekê berî rojekê dev ji tirkiya xwe bernedin pêşeroja me kurdan jî wek ya miletên din e, zû dereng emê jî wek miletên din bibin tirk.

Esas nimûneya herî baş kurd bi xwe ne. Ma îro ji sedî çendê xelkê Xarpêtê(Elezîzê), Erzîncanê, Meletyeyê, Dîlokê(Entabê), Meraşê û Sêwasê xwe kurd dihesibîne?

Di salên 1930-ì da Îsmet Înonî ditirsiya ku Erzîncan bibe paytexta Kurdistanê.
Lê îro gelê van bajarên ku li jor min qala navên wan kir û heta hinekên din jî meriv dikane lê zêde bike, xwe ji tirkan bêtir tirk dihesibînin. Sêwas, Meletî, Xarpêt û Erzîncan îro bûne merkeza faşîstên tirk.

Çima?

Ji ber ku gel asîmîle bûye, dema ziman here meriv gelek hestên din jî wenda dike. Here were di destê kurdan da çend bajar mane, dema Diyarbakir, Hekarî, Mêrdîn, Ruha û Şirnex jî bibin
Xarpêt û Erzîncan wê demê îşê kurdan temam e. Jixwe dewlet jî li bende wê rojê ye. Dibîne ku kurdan hî girîngiya zimên fêm nekirine.


Yanî divê dewleta tirk bibîne ku em asîmîle nabin, em dev ji zimanê xwe bernadin û em nabin tirk. Heta ku dewlet vê îstîkrar û biryardariyê bi siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdan ra nebîne dev ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernade.

Ji bo ku dev jê berde, berê divê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar axir kesên rêberî û pêşengiya miletê kurd dikin dev ji tirkî berdin, divê êdî kurdan asîmîle nekin.

Heta ku em asîmîlasyonê bi xurtî red nekin dewlet tu mafî nade me. Loma jî sebebê înkar û terora dewletê hinekî jî kurd bixwe ne. Yanî bi asîmîlebûna xwe em vê hêviyê didin dewletê.

Çimkî asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe ji ya dewletê ne kêmtir e, kesên ku dewlet nikane wan asîmîle bike kesên tirkîaxêv bi kitêb, rojname, malper û axaftinên xwe vî karî dikin. Yanî kurdan fêrî tirkî dikin û kurdî didin jibîrkirin.

Bi hêviya ku siyasetmedar, rewşenbî û nivîskarên kurd êdî li xwe varqilin.

Berdevkê TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî) Qahir Bateyî, li Wanê di civîna çapemeniyê da programa çalakîyên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî eşkere kir.

Li gor biyryaa TZPKurdî, çalakî ewê di bin duruşmeya “Êdî bes e, em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin” da werin domandin.

Programa çalakîyan wiha ye:
Hefteya yekemîn:Şemzînan, Colemêrg, Wan, Îdir, Qers, Mûş, Varto, Bilîs û Tetwan.

Hefteya dûyemîn;Qiziltepe, Nusêbîn, Dêrik, Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Îdil, Qurtalan, Sêrt, Edene, Mêrsîn, Semsûr û Dîlok.

Hefteya sêyemîn:Êlih, Beşîrî, Gercûş, Diyarbekir, Bismil, Farqîn, Erxenî û Licê.

Hefta çaremîn:Ruha, Sirûç, Wêranşar, Ceylanpinar, Hêlwan, Sêwereg, Xelfetî, Dêrsim, Çewlik û Dep.

1 kommentar:

  1. Hurrah! Finally I got a webpage from where I be able to really take valuable information regarding my
    study and knowledge.

    Here is my web blog :: home cellulite treatment

    SvaraRadera