Li gor ku rojnameya îngilîz Daily Mirror* dinivîse, cinawir û zalimê zêrzemiyiyê Josef Frîtzlê 73 salî, ji roja girtina xwe û virda zêdetirî 200 nameyên evînê girtiye.
Belê we çewt nexwend, ji 200 jinî zêdetir nameyên evînê ji Josef Frîtzl ra şandine û evîndariya xwe jê ra îlan kirine.
Jinên evîndarên Frîtzl, di nameyên xwe da gotina, hûn Frîtzl çewt fêm dikin, Frîtzl esas ne merivekî zalim û xerab be, dilekî wî yê pir nerm, bi rahm û merhemet heye, ji bo ku ew evîndariya bavîtiyê nîşanî wê bide û nehêle kes zirarê bide wê, wî 24 salan ew di binê zêrzemiyê da hîştiye.
Dema meriv van rêzan dixwîne xwîna meriv dicemide, gurrûzî digre bedena meriv. Wek jin, wek însan meriv çawa dikane ji cinawir û zalimekî wiha hez bike û nameyên evînê jê ra bişîne?
Meriv çawa dikane bi van gotinan merivekî wiha cinawir biparêze?
Diyar e li vê cîhanê Josef Frîtzl ne bi tenê ye, yên wek wî pir in. Şandina 200 nameyî vê rastiya tahl û ne xweş nîşanî me dide.
Wek tê zanîn Josef Frîtzl, keça xwe Elîsabeth di 18 saliya wê da xist zêrzemiya pişt heft deriyan ya binê xênî û tam 24 salan di wir da hîşt.
Josef Frîtzl, bi vê zalimiyê jî nehat serî, her cara ku dilê wî xwest çû tecawizî wê kir û di nava van 24 salan da 7 zarok jê çêkir. Ji zarokan yek miriye, 6-ên wan jî nuha sax in. Li gor îfadeya Josef, zarokê mirî jî wî bi xwe şewitandiye.
Ji 6 zarokan jî 3-yên wan bi pîncîtiyeke dûrî aqilan derxisite jor û sisiyên mayî jî ku j iwan yek nuha 19 salî ye, di zêrzemiyê da hîştiye.
Yanî keça 19 salî di jiyana xwe da bêyî diya xwe, Josefê cinawir û xuşk û birayên xwe yên din, sûretê yek binîademekî din nedîtibû, roj nedîtibû, derve, dereke mezintir nedîtibû. Xuşîna baranê, vizîna bê, vîçîna çûkan nebihîstibû. Di zêrzemiyê da hatibû dinê û di wirda 19 salên xwe borandibû.
Û sûcekî wê jî tunebû.
Bêtalihî û şansiya wê û diya wê, ew rastî bavekî zalim ê bêûjdan û bêmerhemet hatibûn, wî ji bo kêf û zewqa xwe ya cinsî ev zulma nedîtî û dûrî aqilan li wan dikir.
Lê li gel vê daxwaze pervers û zulma hovane, hîn jî hin însan dikanin ji bavekî wiha zalim û ji cinawirekî nedîtî hez bikin û nameyên evînê jê ra bişînin.
Însan mexlûqekî pir ecêb û pir pîs e, her zalimî û her xerabî jê tê. Tu xerabî, pîsî û zalimiya ku însan neke, nikanibe bike tuneye.
Meriv dikane her lawirî nas bike, lê naskirina însan bi her hawî ne mimkûn e. Bûyera Josef Frîyzl îspata vê yekê ye.
*Binêre rojnameya Metro ya swêdî, 2008-06-05, rûpel 18
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar