06 juni 2008

Sohbetek bi çend xwendevanan ra

Ji xwe kêm kes riya xwe bi feqîrxaneya min dixe û nivîsên min dixwîne. Lê yên bêhemdî ya jî bi şaşî riya xwe pêdixin û çend gotinên dostane û xêrzwaziyê dibêjin jî van tiştan li wir nanivîsinin, bi piranî ji e-maila min ra dişînin.

Ew jî dibe tiştekî di nabêna min û wan da, kesê din pê nahese. Helbet ev yek jî li zirara min e, reqlama min kêm dibe.

Milet dibêje qey tu carî tu kes, tu tiştî û tu komentarê li ser nivîsên min nabêje û nake.

Bêguman ev texmîn şaş e. Hin rexne, pêşniyar û şiroveyên wiha dibin ku li ber dilê min pir giranbuha û hêja ne.

Mesela du roj berê xwendevanekî min yê wefadar ji min ra nameyek şandiye û gotiye, ez ketime bextê û Xwedê, tu yê herî Laleş Qaso aş bikî, bira dev ji nivîsandinê bernede. Camêr hêviyeke mezin ji min kiriye wiha gotiye:

“Keko merhaba ji te ra,
Bela, teşqelên mazin ku tên serê yekî, meriv diçe cem mazinê xwe da safî bike. Heyranê çavan, ev Laleşê Qaso ingirîye û dibê ''ez nema çar-pênç mehan dinivîsim''. Rabûye xwe dide alîkî. Îcar em hêvî recayê ji te dikin ku tu yê wî haş bikî û wî vegerênî.Yê mîna wî jî dev ji me berdin ez dibê... Rahmetiya Diya wî sax bûya ewê bigota, ez şîrê xwe li te helal nakim.Win çi dikin bikin wî qanî bikin û bînin meydana şer...
Silav û hurmet.
Metînê Hesenê Silê”

Dema yek xwe bavîje dexlê meriv û daxwaza nabêncîtiyê ji meriv bike nabe ku meriv destvala vegerîne. Haya min ji xeyda Laleş tunebû, li ser vê nameyê min nivîsa wî ya di malpera Rizgarî da xwend û îro jî telefonî wî kir. Min mesele ji serî heta dawî jê ra got, min got hutul batil dibê tu binivîsîne û wiha ji nişka ve ji meydana şer nerevî.

Camêr wek di nivîsa xwe da gotibû dîsa got, . “Êdî gotin nema fêde dike. Dibê meriv hinekan bikuje. Lê ji kuştinê ra jî qewet lazim e û ew qewet jî li ba min tuneye. Dibê rêxistineke me ya wek ÎRA-yê hebûya ku me bikanîbûya devê yên me û tirkan hemiyan biçiranda. Û avakirina rêxistineke wiha jî ji min nayê.”Ez serê we neêşînim, camêr bi kurtî ev tiştên jorîn gotin. Mêrik vekirî dibêje “êdî gotin pere nake, dibê meriv devê tivinga mor” bixebitîne!

Min çuqasî li ber da û xwest hinekî nerm bikim jî nebû, got Nûh û negot Pêxember, ji eksa xwe daneket. Li ber min tenê riyeke mabû, dibê min jê ra bigota “danîna rêxistineke wek ÎRA-yê li min” û here hema tu xwe dikî qurbana kê bikî!

Lê ji ber ku ew zanîn, ew kapasîte, mêranî û cesaret bi min ra jî tuneye loma min jî nikanîbû sozeke wiha bidayê.

Yanî di nabêncîtiya xwe da min tiştek bi ser avê nexist. Diyar e camêr pir azirîye, ji bo aşbûnê liberger tenê têr nake, dem jî lazim e.

Bersîva xanimeke giranbuha!
Xanimekê jî rexneyek nazik û kibar li nivîsa min, ”Berê hertişt hêsantir û xweştir bû” girtiye û gotiye li gor berê, ”jiyan nuha bi tatir e” û dîtinên xwe wiha aniye zimên:

”Birez Zinare Xemo!Jiber ku internetê dinya piçûk kiriye. Alternatîv gelek in; nimûne: Di înternetê de bi sedan rojname bi gelek zimanan hene. Jin li vî welatî wek mêran di hemû dezgeh û karan de ne.Dinya hatiye guhertin. Jibo min wek jinekê ez gelek pê kêfxweş im/ bi jiyana niha.Silav û rêz
(jiyana niha bi tamtir e)”

Gotiye ”jiyan nuha bi tamtir e”!

Qey tu yê wiha bibêjî, dema tu wiha nebêjî tu dîn î. Ji bo hemû jinan jiyan bi rastî jî nuha gelkî xweştir û lezîztir e.

Ma tiştek ji azadiyê xweştir heye?

Gotinek heye, dibêjin dinya bi dor e, ne bi zor e!

Berê, heta sedsala 20-an dewran derana mêran bû, rebenên jinan bindest û perîşan bûn, heta salên 60-î gelek êş û azar dîtin, ji destê zilaman pir kişandin.

Ev rastiyeke.

Lê piştî salên 60-î êdî dewran guherî û dema bindestiya mêran dest pê kir. Ev jî rastiyeke.

Şiyarbûna jinên kurd bêguman serxwebûn û azadiya kurdan û Kurdistanê nêzîktir kiriye. Bêyî têkoşîna wan rizgarbûna kurdan ne mimkûn e, jinên kurd çuqasî beşdarî xebata siyasî û têkoşîna netewî bibin xelasiya kurdan hewqasî nêz û mimkûn e.

Ez vê rastiyê jî her tim dibêjim.

Tiştê ez dikim, tenê yekcarnan dema canê min pir diêşe, ez dibêjim “AY”!

Her cara ku ez rexneyeke jineke kurd dibînim gelkî kêfa min tê. Çimkî dibê li hember yên wek ”min”, yên ku keser û hesreta rojên berê dikşînin bêdeng nemînin.

Esas ya rast ez ji xwe bêtir dîtin û hesretên hin zilamên din tînim zimên. Dibê jinên me jî vê yekê fêm bikin.Yanî ez bi henek ya dilê hinekên din dibêjim.

Çimkî hinek reben hene ku ji bin da ji desthilanîn da ketine, li Ewrûpayê pîrekan tam ba li wan aniye û ji kola wan danayên xwar.

Dema zeîf zora xurttan(ji alî fizîkî ve)dibin û dikevin ser wan pir zalim dibin, naxwazin ji ser dilê wan rabin.

Ya jinan jî nuha hinekî wiha bûye, dewran, (bi taybetî jî li Ewrûpayê)dewrana wan e, dibê ew jî kêf û zewqekê ji serdestiya xwe bigrin.

Ev mafê wan e, lê dibê hinekî bi merhemet bin. Ez tenê vê ricayê j iwan dikim.
Ez nabêjim qet li mêran nexin, ez dibêjim dema we lêxist seqet nekin.

Lê ji ber kultura ”yê mêr nagrî”, feqîran newêrin dengê xwe jî bikin, fedî dikin bigrîn jî, bibêjin ”edî bes e!”
Xanima min ji ber ku dozmama min e, loma jî zêde zulmê li min nake, para merivantiyê tim tê dihêle.

Tiştê ez yekcaran dinivîsim, tenê gazî û hawara hinekên din e.

Texmîna min rast derket...
Texmîna min rast derket, Brahîmê Surûcî bi rastî jî hemşeriyê min derket. Di nivîsa xwe ya ”Kurd çima ji hev hez nakin?” da min qala nivîseke Brahîm Surûcî kiribû û gotibû ku Xwedê bike ew jî wek min ruhayî û îsotçî be.

Birêz Brahîm nameyeke gelkî giranbuha ji min ra şandiye û gotiye ”texmîna te rast e, ez ji Surûcê me.”

Ez bi vê agahiyê pir kêfxweş û dilşa bûm.

Li Wêranşarê çend malên surûciyan hebûn. Ez surûciyan hinekî nas dikim û ji wan û ji devoka wan gelkî hez dikim. Di sala 1976-an da ez carê çûm Surûcê jî, ew jî çîrokek din e. Rojekê wezna wê were ezê qala wê jî bikim.

Hemşeriyê min di nameya xwe da gotiye, ” Apo li xwe miqate be, (ji ber min xwend, tu çendakî berê rihetsiz bibû) tujî û şor û mor êdî ji te ra nabe, siheta te muhîm e.”

Li vir pêkenînek dimiliyan hat bîra min.

Dibêjin du paleyên dimiliyên çêrmûgî navroja xwe dixwarin.Yekî ji yê din pirsî, got:

”Ku rojekê perakî te yê pirr çê bibe, tu yê bixwazî çi bixwî?”
Hevalê wî got:

”Hema ezê têra dilê xwe nanê germ û zilika pîvazê bixum.”

Îcar wî ji hevalê xwe pirsî, got:

”Le ku tu dewlemend bibî tu yê çi bixwî ?

Hevalê wî keniya, got:

”Ma te ji min ra çi jahr hîşt ku ez bixum.!”

Hemşeriyê min ê tuxtor jî gotiye ”tûjiyê” nexwe!

Ma ez tûjiyê nexwum ezê çi jahrê bixwum?

Min wê rojê ji ser dikanê bi zorê nîv kîlo îsotên ruhayê bi destê xwe xist. Li mal min bala xwe dayê ku wexta wê hindik maye. Îcar ji bo ku wexta wê derbas nebe hema çi were ber min ez bi kulman diximê.

Qare qara xanimiyê ye, dibêje ez jahrê di îsotê kim, bira wext derbas bibe. Ma qey tu yê xwe bikujî?

Lê destê min jê nabe…

1 kommentar:

  1. Gelekî Sıpas,
    De emê sabır bıkın.Me dıxwest ku ew jî binıvîsenî le belê âş nebuya..Xweda ya bı xêr bıkî.Ewê her çavema lı rıyawibê.
    M.Hesenê Sılê

    SvaraRadera