Li Anqereyê şerê leşker û mixalefetê ranaweste. Serokerkan û mixalefet bi beyanên li hemberî hev gotinên gelkî giran ji hev ra dibêjin û hevûdu bêminet dikin.
Her çiqas mixalefetê li gor leşkeran îro hinekî nerm kir û dibêje rexneyên me ne ji serokerkaniyê, ji hukûmetê ra bû jî lê dî sa jî netîceyê naguhere. Wek dibêjin tas ha cingiya, ha şikiya, herdu jî eynî tişte e.
Serokerkaniyê çi gotibû?
Piştî birîfînga serokerkan Yaşar Buyukanit, serokê CHP-ê Baykal û serokê MHP-ê Bahçelî li zû vekişîna artêşê rexne girtibûn û gotibûn ev yek li ser daxwaza Emerîkayê hatiye kirin. Ya jî hin gotinên di vê maneyê da bikar anîbûn.
Li ser van rexneyan, serokerkaniyê beyanek di malpera xwe da weşand û got ku
”Ev êrîş ji ya xayinan bêtir zerarê dide ezma têkoşîna hêzên çekdarên tirk yên ku li hember terorê şer dikin.”
Li hember vê beyana artêşê Bahçelî û Baykal berê xwe gelkî aciz kirin û wan jî rexne li artêşê girt. Lê dû ra him Baykal û him jî Bahçelî mesele hinekî nerm kirin û gotin me rexne li hukûmetê girtiye, ”muxatap ne artêş e” hukûmet e, loma jî divê ”hinekên din xwe navêjin ortê.” û meseleyê belovacî nekin.
Lê gel vê jî meriv dikane bibêje ku di dîroka van herdu partiyan da ev cara pêşîye ku CHP û MHP bi vî rengî diwêrin serokerkaniyê rexne bikin.
Çimkî ev herdu partî jî xwe wek berdevk û şûrkêşê artêşê dibînin û nahêlin xumamî jî were ser artêşê. Ev cara pêşî ye ku ji vê xeta ”zilamtiya” artêşê derdikevin û hin gotinên ne li gor dilê leşkeran dibêjin.
Û ji ber ku leşker jî fêrî vê yekê nebûne, loma jî wek ji her kesî ra dibêjin, îcar ji wan ra jî gotin ”xayin.”
Û AKP jî di vî şerî da nabênçîtiyê dike, lê zêdetir jî şûrê leşkeran dikşîne. Dixweze bi vê minasebetê nabêna xwe û leşkeran xweş bike.
Helbet di vê minaqeşeya leşker û mixalefetê da tiştê herî balkêş şerxwaziya mixalefetê ye. Mixalefet, ji leşkeran bêtir xwîn û laşên gerîlla dixwaze.
Ji ber ku leşkeran hindik xwîna kurdan rijandiye û hemû gerîlla nekuştine mixalefet xwe aciz dike, ew wek wampîran bêtir xwînê dixwazin. Di lîteratura wan da diyalog, dayina mafên kurdan yên demokratîk û netewî tuneye.
Bêguman ev yek jî ciyê xemgîniyê ye. Mixalefet, xwedêgiravî partiyên siyasî ji leşkeran bêtir ”xwîn” û laşên perçebûyî dixwazin.
Mixabin li Tirkiyê her tişt belovacî ye.
Li gor çapemeniya tirk û kurd dinivîse serokkomarê Îraqê Mam Celal Talabanî roja îniyê diçe Tirkiyê. Cîgirê Serokê Grûba DTP-ê Selahattîn Demîrtaş, ziyareta Talabanî bi tundî rexne dike û dibêje piştî operasyonê hatina Talabanî ya Tirkiyê ”bêrûmetiyeke.”
Demirtaş dibêje ”ji ber ku Talabanî li hember operasyonê bêdeng ma, loma jî bi vê ziyaretê dixwaze menfeetên xwe bipeyive. Û ez bawer dikim ev menfeet, menfeetên Talabanî ne. Ne menfeetên gelê kurd e.”
Bêguman vana dîtinên Ocalan û hin kesên nêzî wî ne. Li hember Mesût Barzanî bêtir bi edeb dipeyivin, lê li hember Talabanî çi tê devê wan dibêjin.
Ez bi xwe jî derbarê hatina Talabanî da hinekî dudil im. Ez ditirsim ku li Tirkiyê ji bo ku dilê tirkan xweş bike hin tiştên ne xweş bibêje, hin tiştên ku kurdên tirkiyê biêşîne. Ez hêvî dikim ku ez şaş bim û bi axaftin û gotinên xwe serê hemû kurdan bili
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar