Kurd bi rastî jî miletekî ecêb in. Kî ji wan ra bibêje ”merheba”, hema di cî da dibêjin, kerem ke were ser kurk û eba!
Ne be ku yek bi şaşî ya jî bêhemdî gotineke ”baş” di heqê wan da bibêje, tavilê ya navê wî/wê li kolanekê dikin ya jî li bajarekî dikin reîs, ya jî dikin serokê xwe û dişînin meclîsê.
Li gor çapemenîya kurd dinivîse, serokê belediya Batmanê birêz Huseyîn Kalkan, dixwaze navê Bulent Ersoyê qûnek bide kolaneke mezin ya Batmanê. Û ji bo vê yekê jî dixwwaze referandûmekê li bajêr çêke.
Wek dibêjin, her tiştê me temam bû, navê Bulent Ersoy ji me kêm bû!
Diyar e kurd dixwazin di vî warî da jî bibin pêşeng.
Ji bo çi?
Ji ber ku çendakî berê Bulent Ersoy, di programekê da got, heger lawekî min hebûya minê neşanda leşkeriyê.
Bêguman gotineke bi cesaret û di cî da bû. Lê belê ev yek nayê wê maneyê ku ji ber vê gotinê, emê rabin navê wî bidin koleneke bajarekî Kurdistanê.
Baş e ya sibe rabe gotineke xerab bibêje, wê demê emê çi bikin?
Çawa ku bi gulekê buhar nayê, ji bo gotinekê jî meriv navê yekî li kolanekê nake. Ya herî maqûl meriv dikane bi nameyekê sipasî wî bike.
Xwedê hevsa meriv bike, bi rastî jî hin kurd ne temam in.
Siyasetmedarên tirk û artêş li ser derwan bi hev ketin.
Wek tê zanîn, serekerkan Buyukanit di brîfînga xwe ya do da gelek derwên bi boçik kiribû. Ji van derewên Buyukanit yek jî, gotibû ku wan bi kêmasî 240 gerîlla kuştine. Lê helbet serokê MHP-ê Dewlet Bahçelî û serokê CHP-ê Denîz Baykal ji van virên bi boçik bawer nekirûbû û ev yek jî di çapemeniyê da dabûn der.
Li ser vê, serekerkaniyê îro di malpeera xwe da beyanek pir sert belav kir û got, ”êrîşên bi vî rengî ji yên xayinan bêtir ziraê dide têkoşîna artêşê.”
Malneket derewên wiha dike kuk es nikane jê bawer bike. Û dema bawer nake jî milet tehdît dike. Ji ber ku wer fêr bûne, dixwaze bê qeyd û şert her kes ji derewên wan bawer bike.
Lê îcar rim di çewêl hilnayê, yanî derew li gor yên berê hinekî mezin e û loma jî kes jê bawer nake.
Çapemeniya tirk li her derê kabûsê kurd dibîne û ji tirsan dîn û har dibe. Rojnameya Vatanê ya îro serîgirêdana sê jinên alîgirên DTP-ê li hember dewleta tirk wek provakasyoneke mezin dîtiye û loma jî ev bûyer derxistiye manşetê.
Di risim da sê jinên kurd yên bi şarpe di civîna DTP-ê ya meclîsa da li kêlek hev rûniştine. Hirbiya serê ya pêşî kesk e, ya ortê sor e û ya dawî jî zer e. Li gor rojnameyê bi van hersê rengan, ala kurdî sembolîze kirine û loma jî hebûn û yekîtiya dewleta tirk xistine tahlûkê.Rojameyê gotiye:
”Ev wêne ne provokasyon be çi ye?”
Kuro ji bo ku hûn ji vê paranoyayê xelas bibin çare avabûna Kurdistanê ye. Dema Kurdistan ava bibe hûnê jî rehet bikin û kurdê jî. Ji ber ku wê demê êdî tiştê hûn jê bitirsin ewê nemîne û hûnê ji xwe ra rehet rakevin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar