Ev hefteyeke ez li ser rastkirina/redaktekirina kitêbeke xwe dixebitim. Roja pêncşemiyê min pişt lê şikand. Yanî meriv dikane bibêje ku min qedand.
Ji bo ku bibim teslîmî weşanxaneya APEC-ê bikim ji mecbûrî min ji ciyê kar do îzin girt. Ez saet di 08.30-î da ji mal derketim, min û Hesenê Metê bi rê da hevûdu dît û bi saya rêberiya wî, min xwe gîhand APEC-ê.
Me(min û Hesenê Metê) do saet di 10.00-an da dest bi karê xwe kir. Tiştê ku min li ser kaxetê rast kirbû, Hesen bi wê bîna xwe ya fireh û sebra xwe ya bêsînor û bi hostetiyeke mezin wek meriv nexşan bike, ew tiştên ku min rastkiribûn yek bi yek, di kompîtorê da rast kir. Helbet layouta(raxistina/mîzanpaja)kitêbê jî wî çêkiriye.
Li gor Hesen, karê ew çêdike heta ku mimkûn be dibê bêçewtî û gelkî xweşik be. Herçiqas min gotina ”çewtî dikane di Qurana Pîroz da jî hebe” bi bîrê xist jî pere nekir, li gor wî dibê meriv di karê xwe da zexeliyan neke yanî desrsa xwe baş bixebite.
Loma jî em saet hata yanzdeyê(23.00) şevê li ser xebitîn. Herçiqas min çend caran nêt kir ku wî tenê bihîlim û herim, hin heval ji Almanaya hatibûn, wan bibînim lê min dît ku ne mimkûn e.
Malneket li gor wî, karê ku meriv dest pê kir dibê meriv nîvçe nehêle, biqedîne.
Min jî ji mecbûrî bi ya wî kir û piştî xebateke 12-13 saetan me karê rastkirinê qedand.
Lê min dîsa jî pêxîla xwe ji destê wî xelas nekir, piştî xelasbûna rastkirinê, îcar jî karê amadekirina naveroka kitêbê da min. Nuha ez li ser wê dixebitim.
Heta vira min qala kitêbê kir, lê min negot çi kitêb e û li ser çi ye?
Kitêb, berhevokeke xemîşokên/çîrokên zarokan e. Min hîn navoreka/îndeksa wê dernexistiye, loma jî ez tam nizanim çend hebin, lê ez bawer dikim ewê li dora 125 hebî bin.
Belê, we çewt nexwend, 125 xemîşokên zarokan yên li ser şêr, gur, rûvî û liwarên din.
Ji ber ku çîrok hewqas pir hin, loma jî li ser pêşniyara Hesen, me navê wê kir ”Antolojiya çîrokên zarokan”.
Heger ji şansê min ê xerab ra xîç-mîç nekevin ber diranên makîneyên çapxaneya APEC-ê û makîne xera nebin, heta du hefteyan ”Antolojiya çîrokên zarokan” ewê di destê zarokên kurd da be. Lê helbet ev ne berhemeke tenê ji bo zarokan e, bi qasî zarokan, mezin jî dikanin wê bixwînin û zewqek mezin jê bigrin.
Di sohbeta min û Hesen ya di dema rastkirinê da me ji tîraja hindik û belavnebûna kitêbên kurdî gazin kir. Çimkî zêdeyî 200-330 hebî nayên firotin. Ew jî divê çend sal di ser ra derbas bibin. Helbet ev rewş, rewşeke trajîk e. Miletekî ku nufûsa wî digihîje 30-40 milyon î lê hezar kitêbên kurdî nayên firotin.
Li hember vê rewşa xembar û dilşewat, min keserek kûr kişand û ji Hesen ra got, ez çi bikim, bira perê min hebûya, minê anuha 10.000 nusxe bida çapkirin û belaş li zarokên kurdan belav bikira. Lê ez çi bikim pere bênamûs e, gelek caran dihere dikeve bin emrê merivên çewt.
Ev serê 20 salan e ku min ev çîrok dane hev û ji çapê ra amade kirine. Hey ez tu pereyî ji vê xebata xwe qezenc nakim, ma di ser da ez rabim heqê çapê jî bidim?
Bi rastî ev zulm e, êdî perê meriv tunebe meriv nikane bibe nivîskar jî, ji bo ku tu wek nivîskarekî kurd berhemeke xwe bidî weşandin, dibê perê te yê heqê çapkirinê jî hebe.
Ev serê du salan e ku ji bo weşandina vê ”Antolojiyê” ez li weşanxaneyekê digeriyam. Hema hema ez bi hemû weşanxaneyên kurdî yên bi nav û deng ra peyivîm, lê kesî xwe neda ber weşandinê. Tew hin weşanxaneyên wek Avesta û Perîyê tenezul nekirin bersîvê jî bidin min.
Dawiya dawî, mala APEC-ê ava be, bi tîrêjeke hindik be jî weşandina wê qebûl kir.
Bi hezaran dewlemendên kurd hene ku bi peran dilîzin, otomobîla di bin wan da bi 20-30 hezar Euroyî ye, dikanin di şevekê da bi hezaran Dollarên Emerîkî li kêf û zewqa xwe bidin, lê kes bîr nabe ku rabe mêraniyekê bike û mesrefa çapa kitêbeke zarokan bide ser xwe û belaş diyarî zarokên kurdan bike. Ya jî ji bo tîcaretê bike.
Va ye min çapa pêşî li hev ragirt, de bira dewlemendekî kurd jî rabe mesrefa çapa duduyan bigre ser xwe û wê dîyarî zarokên kurdan bike.
Û bi alîkariyeke wiha jî herkesê sipasdarê wan be, heta û heta civatê qala vê xizmet, xêr û qenciya wan bike.
Li alî din, îro li Kurdistana Federe jî hin dezgeh dikanin kitêbeke wiha bidin weşandin û li zarokên kurdan belab bikin. Wezareta perwerde ya jî ya kultur û rewşenbîriyê dikanin bi karekî wiha rabin û ji gelê xwe ra xizmeteke baş bikin.
Lê ez bawer nakim ku bikin.
Wezareta Rewşenbîriyê ji Ewrûpayê bi dehan û belkî jî bi sedan kesî wek temaşevan dawetî festîwalan dike û bi vî hawî bi milyonan dolar perê vî miletê feqîr davîje çolê, lê ez bawer nakim ku ji bo zarokên kurdan xizmeteke wiha mayinde/baqî bike.
Ne ku ez vî tiştî tenê ji bo kitêba xwe dibêjim. Gelek berhemên din yên hêja hene ku weşandina wan ji bo vî miletî ewê xizmeteke bêhempa û pir baş be. Ji dêlî ku perê vî miletî li bilêt û mesrefên otêlên temaşevanên festîwalan were xerckrin divê alîkarî ji bo tiştên wiha mayinde werin kirin.
Francis Bacon bela sebeb negotiye, pere dişibe zibil, heta ku neyê belavkirin zêde feydeya wî tuneye.
Divê hukûmeta kurd di bikaranîn û belavkirina îmkan û heyînên/derametên vî miletî da pir bi zanîn û bi mesûliyet hereket bike.
Û dibê em ji bîr nekin ku, em çiqasî bikanibin zarokên xwe dilşad û bextewar bikin ewê însanên hewqas baş û paqij ji wan derên.
Bi hêviya ku nuha we fêm kir, ku di van herdu rojên dawî da li Stockholma xopan min tu kêf û zewq neajotiye. Û nuha jî ez li ser çi dixebitim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar